19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Til Temirê  li pêş barageha Rûsyayê çalakî li dar xist

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya li bakurê Til Temirê xwepêşandanek li dar xist û bêdengiya hêzên Rûsyayê ya têkildarî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin. Komê bang li Rûsyayê kir ku komkujiyên Tirkiyeyê ya li dijî şêniyên herêmê rawestîne. Komîteyek ji rûspiyên her sê navçeyan pêk dihat, derbasî baregeha Rûsyayî bû û bi fermandarê hêzên Rûsyayê yên li herêmê re civiya. Paşê  belgeyên sûcên dagirkeriyê li dijî şêniyên herêmê û peyama xwepêşandêran radest kirin. Yek ji endamên şandeyê Salih Mistefa diyar kir ku di peyamê de gotin ku hêzên Rûsyayê garantorê agirbestê ne, lê rola xwe pêk naynin û wiha got: “Me da zanîn ku hebûna wan hebûneke temaşeker e ku di hedefgirtina herêmên me de piştgiriyê dide dagirkeriyê.”

Piştî civîna bi hêzên Rûsyayê re li Til Temirê bi dawî bû, şênî tevî hêzên Rûsyayê berê xwe da navçeya Zirganê.