24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar 130 roj in nobeta ‘Edaletê’ digire

Emîne û Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) li ber Edliyeya Rihayê di roja 130’yemîn de nobeta “Edalet” berdewam dike. Malbat wekî her rojê serê sibehê hatin ber Edliyeya Rihayê û nobet girt.

Emîne Şenyaşar diyar kir ku tişta ku daraz tîne serê wan zilm e û rayedaran destûr neda wan ku bi dozger re hevdîtin bikin. Şenyaşar bibîr xist ku nehiştin têkevin avahiya edliyêû wiha got: “Lawê min Fadil Şenyaşar  girtî ye. Ez dixwazim lawê min were berdan. Malbata min binax kirin. Malbata min tune kirin. Qet nebe bila lawê min berdin. Her tim me binçav dikin û zilmê li me dikin. Lawê min di yek odeyekê de tê ragirtin. Gelo ev edaletek çawa ye? Yên ku malbata min qetil kirin, li derve digerin. Serokkomar jî dizane ku zarokên min sûcek nekirine. Bila ji me re çareseriyek bibînin, em jî biçin mala xwe. Bila qeydên me yên li nexweşxaneyê derxin holê.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 130’yemîn de didome.”