16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Ez bimrim jî ji vê derê ranabim

Li Pirsûsa Rihayê, di dema hilbijartina parlamenteriyê ya 2018’an de, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şeyaşar kiribûn û hevjînê Emîne Şenyaşar Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wê Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn.  

Piştî bûyerê kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar hatibû girtin û hê jî nehatiye berdan. Ji bo kesên hevjîn û du kurên wê kuştin bên cezakirin û kurê wê yê girtî bê berdan, Emîne û kurê wê Ferîd Şenyaşar 14 roj berê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” kirin. Emîne Şenyaşar çend roj berê dema nobeda “Edaletê” ji hêla polîsan ve hatibû binçavkirin û piştî demekê hatibû berdan.

Malbat serê sibê dîsa li ber edliyê rûnişt û daxwaza xwe ya “Edaletê” dubare kir.

Dîsa pirsî: Edalet li ku derê ye?

Dayik Şenyaşar, careke din pirsa “Edalet li ku derê ye?” kir û wiha got: “Ez dixwazim, kesên zarokên min qetil kirin bên girtin. Heya ku bersûcên zarokên min neyên girtin, ez bimrim jî ez ê ji vê derê ranebim. Ger dixwazin, bila min bigirin. Lê ez ê tu carî jiyaneke wiha qebûl nekim.”

Li ser hesabê medyaya civakî yê bi navê #ŞenyaşarAilesineAdalet a ji bo malbatê hatiye vekirin, wêneyên zarokên Celal Şenyaşar ê jiyana xwe ji dest da, hat parvekirin û ev yek hat gotin: “Parastina mafê dayika dilê wê şewitiye û zarokên sêwî mane, deynê stûyê me ye. Têkoşîna me ya ‘Edaletê’ ya li ber edliyeyê di roja 14’an de didome ”