spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şer bingeha sedemên xwekuştinê ava dike

Îsrafîl Bulbul

Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê krîzên aborî û cikavî yên heyî bi pandemiya koronayê re kûrtir û berfireghtir bûn. Her wiha polîtîkayên şer ên dewletê krîzên heyî zêdetir dikin û dibin sedema gelek pirsgirêkên cur bi cur. Xwekuştin jî yek ji van pisgirêkan e ku zêde bûye û bi taybetî van demen dawî zêde bûne.

Bijîşkê Pispor ê Psîkiyatrîst-Psîkoterapîst Îsraîfîl Bulbul têkildarî xwekuştin û sedemên xwekuştinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

‘Ji sedî 50 zêde bûye’

Bulbul diyar kir ku li Tirkiyeyê di 50 salên dawî de rêjeya xwekuştinan ji sedî 50’î zêde bûye û got ku nexweşiyên psîkiyatrîk wek sedemên xwekuştinê tên zanîn. Bulbul wiha lê zêde kir: “Li gorî lêkolînên li dinyayê hatine kirin sedema ji sedî 80’yê xwekuştinan nexweşiyên psîkiyatrîk e. Di nav van nexweşiyên psîkiyatrîk de ya sereke depresyon e. Baş neyê tedawîkirin û desteka civakî neyê dayîn bi taybetî meyla zilaman diçe ser xwekuştinê. Pirsgirêka aborî ne sedema yekemîn be jî mirovan ber bi xwekuştinê ve dibe.”

Bulbul di berdewam axaftina xwe de destnîşan kir ku sedemên xwekuştinên li bajarên bakurê Kurdistanê polîtîkayên polîtîkayên şer in û bi wan re têkildar pirsgirêkên aborî ne û wiha domand: “Bandora şerê 30 salên dawî yê li herêma me didome, teqez li ser nexweşiyên psîkiyatrîk heye. Bi şer re têkildar, her ku nexweşiyên psîkiyatrîk zêde dibin, rêjeya xwekuştinan jî zêde dibe. Piştî travmayê xerabûna stresê rasterast bi pêvajoya şer ve girêdayî ye û ev encamek şer e. Li herêma me rêjeya nexweşiya travmayê li derdora ji sedî 50 ye û ev rêje di ser rêjeya cîhanê re ye. Dema aborî ne baş be, şer hebe nexweşiyên psîkiyatrîk zêde dibin û em dikarin bêjin ku ji ber vê yekê li herêma me xwekuştin zêde dibin.”

‘Berpirsiyariya medyayê’

Psîkyatrîst Bulbul bal kişand ser berpirsiyariya medyayê jî û diyar kir ku awayê dîtina xwekuştinan a medyayê pir girîng e. Bulbul anî ziman ku têkildarî mijarê belgeya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) heye û di vê belgeyê rêgezên çêkirina nûçeyan hatiye aşkerakirin. Bulbul got: “Divê bi kurtasî û bêyî ku bê dramatîzekirin, bêyî ku wêne bên bikaranîn û hûrgilî bên parvekirin, nexweşiya kesên nexweş ji wan re bê gotin.”

‘Tedawî pêkan e’

Herî dawî Bulbul diyar kir ku dikare rê li ber xwekuştinê bê girtin û depresyon bê tedawîkirin û wiha got: “Kesên nexweşiyên wan ên psîkyatrîk hebin ne qels û bêhêz in. Têkiliya van nexweşiyan bi kesayetê re têkildar nîne. Mirovên herî bihêz ên cîhanê jî dibe ku depresyonê bijîn. Ev ne di destê mirovan de ye. Yên pirsgirêkên wan ên bi vî rengî hebin divê biçin bijîşk û tedawî bibin.”

AMED