Duşem, Mijdar 29, 2021

Şer jî heye, şer jî heye!

Li ser têgeha şer gelek pênase hatine kirin. Lê di nav van pênaseyan de ya herî girîng a genaralê Alman Karl fon Klausêwîts dibêje, ku şer li gorî polîtîkayê tê meşandin, ango, di derketina şer û pêkhatina wî de ya diyarker polîtîka ye. Ev têbîniya genaralê Alman heya îro jî wek rastiyekê tê pejirandin. Lê rêberê gelê kurd Rêber Ocalan di pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî” de dibêje, ku polîtîka li gorî şer tê meşandin. A diyarker şer e. Ji ber ku polîtîka li gorî hêzê tê meşandin.

Ji serpêhatiya têkoşîna gel û welatan rastiyek derketiye holê û li gorî wê jî, polîtîka herdem li gorî hêz, destkevtî û wan sengerên ku di dest de hene pêşketiye, an jî polîtîkayê  ji xwe re rê vekiriye. Şer jiyana mirovahiyê diyar kiriye û îro jî rêbaza sereke ya diyarker ew bi xwe ye. Û polîtîka jî li gorî rêbaza şer şêwaz digire. Şer bê guman tenê nayê wateya kuştin, xwînrêtin, wêran û talanê. Armanca şer şikandina vîna dijmin e. Serxistina bernameya xwe ye. Têkoşîna di nava dijberan da îro jî di warê aborî, bîrdozî, çandî, teknîk û têknolojiyê de, bê rêya dîplomasiyê, derûniyê, çapemeniyê û hêza leşkerî tê meşandin.

Bê guman, tu kes an alî bi xwe berê xwe nade şer. An jî bi kêfa xwe biryara şêr nade. Jiyaneke asayî ya sirûştî dijberî konjektur-demkî heye, ango, nakokiyên xwezayî hene, ev jî rojane, an jî di demeke kurt de tên çareserkirin. Ev problemên demkî nabin mijara sazûmankariyê. Mirov ji vê tekoşînê re nikare bibêje şer. Ev têkoşîna jiyanî ya rojane ye. Lê mijara şer mijareke sazûmankariyê ye, têkoşîn êdî di nava dijberan da pêk tê. Û ji vê re jî dibejin nakokiya dijberan. Mijar û pirsgirêkên dijberî hev bi şêwazên aborî, bîrdozî, têkoşîna ji bo rizgariya welêt, desthilatdariya çînî xwe didin der. Di vê dijberiyê de alî hene. Yên ku ji bo serkevtin û pêkhatina armancên xwe her şêwaza têkoşînê pêk tînin, û navê vê tekoşînê jî şer e.

Berî her tiştî di şer de armanc diyar dibe. Bê armanc şer nabe. Bibe jî ew ne şer e. Pevçûn e. Pevçûna di navbera du gelan, civakan, an jî du kesan de ye. Ew pevçûn li ser gotineke bê wate û armanc pêk tê. Lê şer bê armanc nabe. Li gorî armancê jî stratejî tê diyarkirin. Li gorî stratejiyê jî taktîk diyar dibe. Navê yek ji taktîkan jî polîtîka ye.

Niha em, wek gelê kurd di rewşeke şer de ne. Ev şer jî me dest pê nekiriye. Em îro bi şerekî re rûbirû ne û armanca vî şerî jî ew e ku bi bîrdozî, dîrokî, çandî, xaka neteweyî û heya bi bîyolojîk me tune bikin. Ev alî bi biryar li dû armancên xwe ye. Em bibin, an nebin vîn, a wan her armancek e: me li rûyê erdê wek kurd tune bikin û me ji nû va wek tirk, fars, ereb bi şiklî çêkin. Li gorî vê armancê stratejî diyar kirine. Li gorî stratejiyê bername ava kirine. Navê bernameya wan jî Destûra Bengehîn e. Li gorî vê bernameyê rê û rêbaz dîyar kirine. Li gorî van rê û rêbazan jî sîyasetê didin meşandin. Stratejiya wan: heya ku gelê kurd tune bikin, di nava nijada xwe de bihelînin her şêwazekî şer rewa dibînin, yanî ji bo şerê ku bê meşandin, her rêbaz û amûr rewa ye.

Di nava rewşa heyî ya li dijî gelê kurd de ev şerê ku tê meşandin pirralî ye. Ev bi çek an jî bê çek, xwînawî yan jî derûnî, bi aborî an jî bi çandî, bi ragîhandinî an jî bi perwedehiyê, bi bîrdozî an jî siyasî, herêmî an jî cîhanî, bi kirêkiriyên xwecîhî an jî yên navdewletî, di encamê de yek armanc e. Tunekirina gelê kurd e. Wê demê tiştê ku pêwîst e û nebe nabe, ew jî ewe ku gelê kurd têkoşîna xwe piralî bimeşîne. Û ji bo vê, ya yekem a ku divê bê kirin, ew e ku divê gotin û kiryarên dijiminên gelê kurd berovajî bên xwendin û nirxandin. Ango, eger ew bibêjin “Şev e!”,– pêwîst e em bizanibin, gotina wan derew e, û em bizanibin ku Roj e. Eger ew bibêjin “Hingivîn e!”  em bizanibin – jehr e.

Klausêwîts dibêje: “Şer şikenandina vîna dijmin e”. Lê di roja îro de, wek ku dîplomatê amerîkî Kîsîncêr dibeje, “şer nermkirina vînê ye”. Niha asta şerê ku li Kurdistanê tê meşandin, pêvajoya radestkirina vînê derbas kiriye. Ev sed sal in nikarîbûn vîna gelê kurd bişkînin. Lê ev pêvajo veguheriye “nermkirina vîna gelê kurd”. Baş e, taybetmendiyên “nermkirina vînê” çi ne? Êdî gelê kurd înkar nakin, mafê wî yê çandî nas dikin. Li hebûna wê mukur tên. Lê statûya wî ya fermî nas nakin, nasnameya sîyasî qebûl nakin. Mafê xweparastinê ji bo wî red dikin.

Îro di cîhanê de li ser destûra bingehîn a Sûriyeyê guftûgoyên şênber hene û tiştê ku ji kurdan re diyar dikin, ew e, ku kurd dikarin bi çandî bijîn. Ango: “Hûn dikarin govendê bigirin, strana bibêjin û emê jî êdî we nekujin”. Dewleta tirk jî dibêje: “Xwişk-Birayên kurd, berê ji we re nedigotin kurd, em dibêjin kurd, destûrê didin, ku hûn stranên xwe bibêjin û bi zimanê xwe biaxivin û paşê, werin, em wek xwişk-bira bijîn”. Li vir tiştê herî balkêş di van ferasetan de ew e ku di makezagona Tirkiyeyê de naskirina gelê kurd bi fermî nîn e. Ewana her tiştî di valahîyê de dêhelin. Ji bo ku di pêşerojê de ji bo tunekirina gelê kurd derfetê bibînin.

Derencam: em, wekî gel, pêwîst e, jiyana xwe kêlî bi kêlî li gorî şêr sererast û tevger bikin. Her gaveke xwe li gorî şêr bavêjin. Ji ber ku armanca şerê dijmin tunekirina me ye. Armanca me jî parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe ye. Wê demê stratejiya jiyana me xurtkirina îradeya xwe û şikandina îradeya dijmin e. Taktîka me ya rojane jî di her qadê de çi ji destê me bê, hemû derfetên xwe bikin yek ji bo ku bi ser dijmin de herin û wî bişkênin. Armanca sereke xwedîderketina li hemû nirxên neteweyî ye. Li her gotinekê, her awirekî, li her duwa-dirozgehekê, li her livandina pênûsekê, li her gotineke stranekê, li her helwesteke kurdayetiyê û bi vê li dijî êrîşên dijmin xurtkirina vîna neteweyî ye. Belê, her tişt ji bo xurtkirina îradeya neteweyî bê pêkanîn, li dijî armanca dijmin a nermkirina wê. Nermkirina îradeya neteweyî tê wateya kedîbûna li ber derê dijmin û kedîbûn jî mirina sipî ye. Ango mirina nerm a bê armanc û bêwate ye…

Pirs di wê de ye, ka emê wek xwe hebin an na?