spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdana şandeya îtalî ya li Şengalê bi dawî bû

Şandeyek îtalî ya ku ji rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnameger, nivîskar û bijîşkan pêk dihat, berî du rojan  serdana Şengalê kir. Şandeyê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re hevdîtin pêk anî, li ser pergala Rêveberiya Xweser lêkolînan kir û îro serdana xwe bi dawî kirin.

Şandeyê di roja duyemîn a serdana xwe de, bi Desteya Oldaran, Desteya Serokeşîran, PADÊ, Asayîşa Êzidxanê,  Komîteya Tenduristî ya Şengalê, YBŞ û YJŞ’ê re hevdîtin kir.

Her wiha şandeyê  ji bo lêkolîna li ser kiryarên ku DAIŞ’ê li ser gelê êzidî pêk anîne bike, çû Nehiya Tilezêr û Komalgeha Grizerik. Li vir şandeyê serdana gorên komî û cihên çeteyên DAIŞ’ê ku welatiyên êzidî girtine kir. Şandeya îtalî piştî ku li gel sazî û Rêveberiya Xweser a Şengalê hevdîtin kir dawî li serdana xwe anî.

Endama şandeyê û Hevseroka Rêxistina îtalî ya bi navê Verseo Îl Kurdistan Luca têkildarî serdan û hevdîtinan axivî û wiha got: “Piştî ewqas dem di ser fermana êzidiyan re derbas bû, me xwest em bên Şengalê, rewşa gel ji nêz ve bişopînin. Bi taybet me xwest pêşketinên niha li herêmê hene nas bikin.

Dê li Şengalê nexweşxaneyekê ava bikin

Bi taybet me xwest li sîstema ku niha êzidî xwe bi rêve dibin lêkolîn bikin û destekê bidin Rêveberiya Xweser. Li gorî lêkolînên me kirine, di serî de alîkariya wan bi lez bi pêwîstiyên tenduristiyê heye. Lewma me biryar da destpêkê ji bo Şengalê nexweşxaneyekê ava bikin.”

Hevseroka Rêxistina Verseo Îl Kurdistan Luca herî dawî got: “Di rê de ji bo me hinek astengî derketin, lê me israr kir ku xwe bigehînin Şengalê. Ji ber rastî jî  li vêderê mirov rastî qirkirinê hatine. Me xwest em rewşa jinan ji nêz ve bibînin. Tiştê ku me li vir jê re şahidî kiriye em ê bi gelê Îtalyayê  re parve bikin.”