26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdanên nobeta Edaletê berdewam dikin

Çalakiya Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê ket roja 95’emîn. Her wiha  serdanên piştgiriyê jî her roj bi sazî û komeleyên cuda re didomin. Îro endamên Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), şaxên  OHD’ê yên Wan, Stenbol, Amed, Riha û Dîlokê, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) çûn serdana malbatê.

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknûr Akcan destnîşan kir ku di têkoşîna edaletê de weke OHD û TOHAV’ê ew ê tim li gel malbatê bin û wiha got: “Êdî mirov di eywanên dadgehan de li edaletê nagerin ji ber ku daraz karê xwe nake. Hemû Tirkiye dizane ku kujer kî ne. Divê faîl bi cezayeke giran bên cezakirin. Bi mehan parêzeran nobetên edaletê girtin. Em ê bi hev re vê têkoşînê bidomînin.”

Emîne Şenyaşar diyar kir ku piştgiriya sazî, dezgeh, komele û hiqûqnasan hêzê dide wê. Şenyaşar bertek nîşanî polîsên ku seredanê qeyd dikirin da û berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Herin kujeran bişopînin herin kesên ku komkujî pêk anîne bişopînin. Ew li derve serbest digerin.”