24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdema Prensiyên Kurdan – Kûmmûhû, Kaşkû û Mûşkû

Kûmmûh qraltiyek kurdan a qedîm bûye. Kengî hatiye avakirin nayê zanîn. Lê yekem car berî zayînê di 886’an de navê wan derbasî qeydan bûye. Paytextê wan Samûsat ango cihek li Semsûra niha ye. Di hind qeydan de mîna Qraltiya Samûsatê jî derbas dibe. Samûsat niha di bin bendava Atatûrk de maye. Li gorî lêkolînên herî dawî, hatiye tespîtkirin ku sînorê Kûmmûhûyan ji Semsûrê heta Bîrecîkê berfireh bûye. Li Bakurê wan kraltiya Melîd, li Başûrê wan kraltiya Karkamiş û li Rojavayê wan jî kraltiya Gurgumê hebûye. Di roja me ya îro de, li muzeya Arkeolojîk a li Mereşê sînorê di navbera Gurgum û Kûmmûhû de hatiye xêzkirin. Di banê Hûrrî-Mîtaniyan de cih girtine. Piştre tev li Konfederasyona Naîrî-Ûrartûyan bûne. Gelek car rastî êrîşên Asûran hatine. Demek di bin desthilatdariya Asûr û Hîtîtan de mane. Kraliyeta Kummuhu jî di nav îttifaka uratuyan de cih girtine. Li hemberî asûran serî hildidin lê Sargonê duyemîn serhilanê ditepisîne û paytextê radestî kralê bi navê Mutalla dike. Kral Mutalla jî bi urartuyan re ittifak çêdike. Piştî vê Sargonê duyemîn êrîş dibe ser Kûmmûhû û welat dagir dike. Xelkê wir sirgun dike û babiliyan bi cih dike. Navê hin Qralên wan ên ku tê zanîn ev in, Katazîlû, Kûndaşpî, Ûşpîlûlûme, Hatûşîlî, Kûştaşpî, Mûtallû Tevli Împaratoriya Medan bûne û piştî Medan jî mina Komagene qraltiyek li Semsûrê ji nûve ava kirine.

Kaşku:

Kraltîya Kaşkû li rojhilatê Derya Reş jiya ye. Navê wê di belgeyên Asûran de derbas dibe. Li gorî tabletan li rojavayê wan qraltiya Mûşkî, rojhilatê wan Ûrartû û li başûrê wan qraltiya Tabal hebûne. Ji ber êrîşên Asûran bi Mûşkî û Ûrartûyan re li dijî Asûran gelek şerên xedar dane. Qeyda derbarê wan de ya herî kevin di sedsala 8’emîn de hatiye nivîsandin. Bi Kîmmeran re şer kirine û gelek zeîf ketine. Axa wan di bin dagirkeriya Kîmmeran de maye û tevahiya wan koç kirine û tev li Naîrî-Ûrartûyan bûne.

Mûşkû: Kraltiya Mûşkû jî li derdora bajarê Sêwaz-Koçgiriyê ava bûye. Qralê wan ê herî zêde tê zanîn Mîta ye. Ev eşîra kurdan jî dema împaratorî an jî dewletek hêz a kurdan çê bibe tevlêbûye. Dema împarator têkçûne jî bi serê xwe jiyane. Caran ketine bin desthilatdariya Hîttît û Asûran û bi neçarî bac dane wan. Berî zayînê di navbera 114 û 1076’an de ketiye bin desthilatdariya qralê Asûran Tîglath Pîleser. Ji ber talana Kîmmer û Asûran piraniya gel koçî deverên Ûrartûyan kirine. Li Mûşê cih bûne û navê xwe dane vî bajarî. Wekî qraltî û eşîretên kurdan ên din di bin banê Hûrrî-Mîtanî, Naîrî-Ûrartû û Medan de cihê xwe girtine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê