25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdema Prensiyên Kurdan

Kraliyeta Lûllûbî:

Navê wan yekemcar Berî Zayînê di 3000’an de li ser hin tabletan hatiye dîtin.

Li çiya û zozanên Zagrosan jiyane. Li bajarên Şehrezûr û Helepçeyê qraltiyek biçûk avakirine. Piştre wekî eşîret di bin banê dewletên Gûtî û Qasîdan de cih girtine. Ji hêla Asûran ve ji holê hatine rakirin. (wêne107)

Di tabletên Akad, Babîl û Asûran de navên Gûtî, Lûllûbî û Sûbartû gelek caran bi hev re û li şûna hev ji bo heman gelî hatiye bikar anîn.

Disa di tabletên akadan de derket holê ku Lûllûbiyan postên ajalan li xwe kirine, riyên wan dirêj û porê wan hunandî bûye. Di warê şer de gelek zîrek bûne.

Li gorî çavkaniyên ji Asûr û babilan  herêma ku lûllûbi li wir diman weke herêma Zamua dihat binavkirin. Ev herêm ne tenê ji bo Lûllûyan ji bo gûtî û Sûbariyan jî xwedî bi wate bûye.

Lullubiyan jî wekî gûtiyan bi imparatoriya akadan re gelek caran şer kirine.

Neviyê Sargonê mezin Naram Sin piştî ku kralliyeta Lûllûbiyan bi dest dixe vê zafera xwe li li ser keviran xêz dike û dinivisîne.

Sûbarî:

Sûberî jî eşîrek kurdan a dîrokî ye. Niha jî wekî eşîra Zûbarî an jî Zebarî li heman cihî dijîn. Ji Colemêrgê heta Hewlêrê jiyan e. Navê wan di navbera berî zayînê 3300-1200’an de derbasî qeydan bûye.

Di kîtabeyên Amarna yên ku berî zayînê di sala 1400’an de hatine nivîsandin de tê diyarkirin ku Sûbarî, Gûtî û Lûllûbî bi hev re li heman welatî dijîn.

Gelek caran rastî êrîşên Asûran hatine û gelek caran bi wan re şer kirine. di encama van êrîşan de jî car caran di bin hakîmîyeta Asûran de dimînin.

Sûbariyan jî weke gelek eşîr û kraliyetên kurdan di bin baneyê Hûrrî-Mîtanî û Qasîdan de cih girtine. Piştî têkçûna Mîtaniyan di nav Konfederasyona Naîrî-Ûrartûyan de cih girtine û herî dawî tev li împaratoriya Medan bûne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê