Sunday, December 5, 2021

Serdest êşên bindestan estetîze dikin

Piştî şerê Surê û qedexeyan, ketina Birca Keçiyê hatibû qedexekirin û ev pênc salbûn ku qedexeyê berdewam dikir. Lê piştî pênc salan di 16 ê îlonê de ji bo pêşengeha wênesaz Ahmet Guneştekîn qedexeya Birca Keçiyê hat vekirin. Ji bo gel nehat vekirin ji bo pêşangeha Ahmet Guneştekîn hat vekirin. Navê pêşengehê ‘Jûra Bîrê’ bû, lê piştî hat vekirin rexne û gengeşiyên mezin jî bi xwe re anîn. Di pêşengehê de enstalasyona; Alfabeya Winda, Dîwarê Dayikan, Hûn Tunebûn, Girê Bîrê, Rizîn, Korîdora Hejmara Pêncemîn heyî, hat pêşkêşkirin.

Ev pêşengeh berê li Ewropa û bajarên Tirkiyeyê hat vekirin lê nebû mijareke gengeşiyê. Lê li Amedê gelek mijarên gengeşiyê bi xwe re anî. Ji ber ku xwediyê pêşengehê got ‘ez hatim mala xwe û ez ê qala bîra kurdan, êş û elemên kurdan bikim.’ Helbet bîra kurdan xurt e û tenê di demên nêzik de di bîra dîroka tije şer, berxwedan û îxanet; heta niha her çiqas zimanê wan hatibe qedexe kirin jî tim bi rêya devkî, bi awayekî xurt derbasî nifşên nû bûye. Hê jî kurd ji bo lêkolînên dirokî, çandî û hunerî berê xwe didin aqilmendên xwe yên wek kal û pîrên xwe. Ji ber ku civaka kurd van kesan wek dîrokeke zindî dibînin.
Tê zanîn ku di hêla nivîsîn û asta tê xwestin de hê jî gelek berhem kêm in. Ji ber vê yekê gelê kurd vê baş dizane ku divê hertim xwedî bîreke ku bi tu awayî li gor xwestina serdestan neguhere û teşe negire de kurd zimanê xwe, nasnameya xwe ji bîr nekin û hişmendiya serdest bi wan ne de jibîrkirin. Li hember vê xetereyê kurd tim xwedî bîreke xurt bûn û zû bi zû ji bîr nakin. Di bîra wan de windabûyîn, şer, êş, berxwedan, têkoşîn û îxanet jî heye…

Pêşengeha ku bi angaşta ‘hunera êşê û bîrê’ derdixe pêşberî me… lê em dizanin ku huner hertim xwedî roleke muxalif e û xizmeta gelê xwe dike. Dema ji bo êş û derdên civakê bibe derman digihêje armanca xwe. Lê hunera ku li pêşengehê derdixe pêşberî gel zêdetir bi rêya êş û derdê gel dike bin xizmeta xwe ya şexsî û ji bo çîneke elît dikeve xizmetê. Armanca hunerê lêgerina heqîqetê ye. Hunera ku di xizmeta gel de be hest û endîşeyên kurdan baş fêm dike û wan darbestên rengo rengo nîşanê gel nade. Ji ber ku mirin bi tu awayî li ba tu neteweyê rengo rengo nîne. Mirina 34 ciwanan ji ber bêderfetiyan ku mecbur mabûn bûbûn kolber piştre dewletê bi tu awayî cezayek li tu kesi ne biriye, çawa dibe rengo rengo tê pêşkeşkirin?

Hinek bi kelecaneke mezin berê xwe didin pêşengehê, çima bi kelecaniyek mezin berê xwe didinê ji ber ku xwedê giravî entelektuel, siyasetmedar û hunermendên navdar çûne tev li vekirina pêşangehê bûne û bi coşeke mezin beş bi beş jûrên bîrê vekirine. Çi vekirine beşa dayikên şemiyê vekirine ku divê entelektulên kurd xwedî lê derkevin ku dayîkên şemîyê nirxên kurdan e lê vê pirsê napirsin ku dema dibe nirx û bi paçikan li pêşengehê dibe berhemek herkes ji bo nirxên kurdan berê xwe dide pêşengehê.

Tişta îro ji bo gelê Amedê tê pêşkêşkirin ji derveyî heqiqetê ye û dixwazin bîra rastiya roboskê berevajî bikin. Heqiqet çi ye? Dayikên şemiyê ne ku Ahmet Guneştekîn ji destpêka dayikên şemiyê heta niha ji bo têkoşîna wan dayikan, li Qada Galatasarayê dema di bin zor û zextên dijwar de, di bin baran û seqemê de li hestiyên zarokên xwe digeriyan, li ku bû? Û ji bo wan dayikan rojekê daxuyaniyek dabû an wekî hunermendekî ku dibêje ez ê êşên kurdan bînim zimên, tiştek din kiribû? Dayikên Şemiyê hê jî li hestiyên zarokên xwe digerin û heta hin hunermendên tirk ên wek Sezen Aksû, Tarkan û hwd. ji bo Dayikên Şemiyê stran çêkirin.

Heqîqet alfabeya winda nîn e alfabeya kurdî ye û bi milyonan kurd îro vê alfabeyê bi kar tînin û xwedî li zimanê xwe derdikevin û ‘î, x, w, q,’ yê jî bi kar tînin. Heqîqet ‘Girê Bîra’ ku kurd îro bi arşîvên xurt xwedî li windabûyên xwe û nirxên xwe derdikevin. Heqîqet rastiya berxwedana Zîndana Amedê ye ku îro bi milyonan kurd vejandine. Heqîqet rizandina hunermendên ku ji bo berjewendiyên xwe nirxên gel bi kartînin nîne. Heqîqet ew e ku dema êrîşên li ser kurdan pêk hatin, hun tunebûn. Erê gelê kurd ji hunermendên wek Ahmet Guneştekîn re dibêje hun tu demê tunebûn û hunera we ne li pişta me bû.
Ez tenê wek kurdekê vê tiştê dipirsim; gelo samîmiyet û jidilî di ku dera vê pêşengehê de heye?