Rojnameya Heftane

Serdestiya hiqûqê û aborî

Aboriya pergala navneteweyî piranî girêdayî bazara serbest e û bazara serbest jî girêdayî serdestiya hiqûq û pêşveçûna demokrasiyê ye. Li gorî pîvanên bazara serbest, hiqûq û demokrasî çiqas sazîbûyîna xwe bi pêş bixin, ewqas derfet ji bo belavkirina dahatê ya biedelat derdikeve holê.

Ji bo pêşveçûna civakên rojavayê cîhanê, fîlozofê Almanyayê Max Weber li ser vê yekê têkîliyên hiqûq, aborî û civakî gelek lêkolîn û xebatên balkêş kirine. Di xebatên xwe de Max Weber tîne ziman ku pêşveçûna civaka girêdayî berhevkirina sermiyan e û ji bo fehmkirina berhevkirina sermiyan jî exlaqê protestan (serhildêr) pêwîst e. Di xebatên xwe de Max Weber, civakên ku demokrasî û hiqûqê bi kar tînin û yên ku li ser ol û oldariyê pir zêde disekinin, dide ber hev. Civakên ku sazîbûna xwe bi exlaqê serhildêr ji bo demokrasî û serdestiya hiqûqê pêk tînin pêşveçûna wan, ji civakên oldar gelek zêdetir dibîne. Li gorî encamên xebatên Weber, civakên wek Almanyayê, welatên Îskandinav ku hiqûqa sekularîzmê ya bi exlaqê serhildêr di warê aborî û zanistê de pêk tînin li gorî civakên wek îtalî, yewnanî ku katolîk in, zêdetir pêşve diçin. Ji ber vê Weber dibêje, “Ji bo fehmkirina pêşveçûna civakê fehmkirina berhevkrina sermîyan pêwîst e, ji bo fehmkirina berhevkirina sermiyan jî fehmkirina ruhê kapîtalîzmê û şexsiyeta kapitalîst pêwîst e. Ji bo vê fehmkirinê jî, exlaqekê serhildêr pêwîst e.”

Di sedsala 19 û 20’an de çiqas aboriya cîhanê di nav civakên demokratîk de bi pêş ketibe jî, dîsa jî her dem pêwîstî bi reformên ji bo pêşveçûnê çêdibe. Ji Peymana Magna Cartayê ya di sala 1215’an de ku li Îngilîstanê hatiye îmzekirin heta niha, ji ber ku hiqûq misogeriya mafên welatiyan li hember desthilatê diparêz, di pergala bazara azad de cihek gelek girîng digire. Qeyranên aborî, bi piranî piştî qeyranên demokrasî û hiqûqê, xwe zêdetir nîşan didin. Wek mînak, di sedsala 20’an de her tim di dawiya qeyrana demokrasî û hiqûqê de qeyraneke aborî hatiye û şerên cîhanî, navneteweyî dest pê kirine. Piştî têkçûna Yekitiya Sovyetan rojavayê cîhanê derfeta ku bazara serbest dorfereh bike bi dest xist û pêvajoya globalîzmê gelek welatan ji bo entegrasyona (nifşgirtina) demokrasiyê reformên hiqûqê pêk anîn. Di vê pêvajoyê de Tirkiyeyê jî ku xwe wek welatekî nêzî Yekitiya Ewropayê (YE) dît û dest bi reformên hiqûqê, pergal û demokrasiyê kir û xwest ku hiqûq, mafê kesan û saziyan di warê aboriyê de misoger bike û bi ewle bike. Di vê pêvajoya globalîzmê de, Tirkiyeyê aboriya xwe bi xêra piçek demokrasî û serdestiya hiqûqê hinek pêş xist. Lê mixabin piştî 2015’an Tirkiyeyê hêdî hêdî dev ji nirxên YE’yê berda û niha di qeyraneke demokrasî, hiqûq, aborî û civakî de ye.

Ji ber ku paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” wek ku Max Weber aniye ziman exlaqê serhildêr û ruhê kapîtalîzmê baş analîz dike û bi kûrahî dinirxînê, ji bo demokrasî, hiqûq û aboriyê wek derman e. Ev derman jî, di nav neteweyeke demokratîk de tenê dikare ruhekî ji xwe re çêbike. Di neteweya demokratîk de serdestiya hiqûqê jî misogeriya, ewlehkariya aboriyeke ku parvekirina dahatê bi edalet e û parvekirina aramiyê ye. Çarenûsa pirsgirekên makro yên Tirkiyeyê ku qeyranan derdixe holê û bi van qeyranan xwe diafirîne, di serdestiya hiqûqê û demokrasiyê de ye. Serdestiya hiqûq û demokrasiyê jî exlaqê neteweya demokratîk ku di heman demê de exlaqê serhildêr e, pêkan dibe. Polîtîkayên ku demokrasî û serdestiya hiqûqê binpê dike aboriyê jî tengav dikin. Polîtîkayên ku dibin sedema tengavî û qeyranan, karê kesên “aqilsivik, bargiran”in.

Gotinek ji Gotinên Pêşiyên Me

Aqilê sivik barê giran: Ji bo kesên ku di biryarên xwe de bê bingeh û agahî, bi lez û bez tevdigerin û barê xwe giran dikin, derdora xwe tevlihev dikin, derdora xwe geremolî, gemarî dikin tê bikaranîn.