Rojnameya Heftane

Şerê DYA û Îranê kûr dibe

Mehmet Şahîn

Bêguman dewleta herî bi fikar jî dewleta Iraqê bi xwe ye ku bûye qada şerê Îran û Amerîkayê. Dibe ku ev êrîşa Amerîkayê rê li ber gelek geşedanên nû vebike

Di serê sala 2020’an de ango di 3’yê çileyê de, di berbanga sibehê de fermandarê Parazvanên Şoreşê Hêza Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî hat kuştin.

Wekî ku tê zanîn demeke dirêj e Amerîka û Îran di Rojhilata Navîn de li dijî hev têdikoşin. Yek ji armancên Amerîkayê ya sereke ya hatina Rojhilata Navîn dorpêçkirin û bêbandorkirina Îranê ye. Yekane armanca Îranê jî şikandina dorpêça ser xwe û bêbandorkirina Amerîkayê ye. Lewre ev çend sal in Rojhilata Navîn bûye qada lîstika kişikê ya Amerîka û Îranê.

Seferetxane hat şewidandin

Îranê balafira Amerîkayê ya bêmirov xist, êrîşê qada niftê ya Siûdî kir, êrîşê baregeha leşkerî kir û leşkerek amerîkî da kuştin û herî dawî bi alîgirên xwe sefareta Amerîka ya Bexdayê dagir kir û seferetxane şewitandin.

Bêguman Amerîkayê jî hemleyên Îranê bê bersiv nehiştin. Yek bi yek bi awayekî herî giran bersivandin. Bersiva herî dawîn piştî kuştina leşkerekî amerîkî pêk hat. Amerîkayê di navbera sînorê Iraq û Sûriyeyê de êrîşê baregehên Hîzbulahê kir û 25 şervanên Hizbûlahê kuştin û nêzîkî 50 kes jî birîndar kirin.

‘Dê berdêl giran be’

Îranê bi dagirkirin û şewitandina sefaretxaneyê bersiv da Amerîkayê. Piştî vê hamleya Îranê dora hemleyê hatibû Amerîkayê. Rayedarên Amerîkayê gef li Îranê xwarin û gotin dê berdêl giran be.

Amerîkayê di demeke kurt de bersiv da Îranê. Fermandarê Hêzên Qudsê yên Parazvanên Şoreşê Qasim Silêmanî û fermandarê hêzên Heşdî Şebî Ebû Mehdî El Muhendîs û çend hevalên xwe li balafirgeha Bexdayê bi fuzeyên Amerîkayê di wesayîtên xwe de hatin kuştin.

Yekîneyên veşarî hene

Qasim Silêmanî ji bo Îranê kesek gelek girîng bû. Fermandarê ew hêzên taybet bû ku parazvaniya şoreşa îslamî ya Îranê dikin. Wekî generalê xeyalet û şûrê Îranê yê li Rojhilata Navîn dihat pênasekirin. Hemû operasyonên Îranê yên derveyî welat bi plansaziyên wî û bi pêşengiya wî pêk dihatin. Hêzên paramîlîter ên ku li dijî dewletên din, an ji bo destwerdana nav dewletên din dihatin bikaranîn hemû ji hêla wî ve dihatin birêxistinkirin û ji hêla wî ve dihatin birêvebirin. Milîsên li dijî dewletên Siûdî û Yekitiya Mîrekiyên Ereban şer dikin, Şerê navxweyî yê Yemenê, Hizbûllaha Lubnanê, milîsên ji bo piştigiriya Esad li Sûriyeyê şer dikin, Heşdî Şebî yên Iraqê hemû bi Qasim Silêmanî ve girêdayî bûn. Bêguman ev tenê yên xuyayî ne. Belkî bi dehan yekîneyên wî yên veşarî hene.

Lewre kuştina Qasim Silêmanî bi rastî jî bersiveke gelek giran bû. Bertek û nirxandinên piştî vê hemleyê derketin holê nîşan didin ku gelek kes ne li benda bersiveke wisa giran bûne. Di nav wan kesan de senatorê amerîkî jî hene. Hinek senatorên amerîkiyan bertek nîşanî vê hamleya Trump dan û wî bi “bêberpirsiyarî” tawanbar kirin û gotin, “Trump Amerîkayê dixe nav şer”.

Iraq bû qada şer

Dewletên Rojhilata Navîn di nav tirs û fikaran de pêvajoyê dişopînin. Bêguman dewleta herî bi fikar jî dewleta Iraqê bi xwe ye ku bûye qada şerê Îran û Amerîkayê. Dibe ku ev êrîşa Amerîkayê rê li ber gelek geşedanên nû vebike. Dibe ku rê li şerekî nû yê ku hemû dewletên Rojhilata Navîn eleqedar dike vebike û Rojhilata Navîn bike gola xwînê.