Sêşem, Nîsan 20, 2021

Şerê hişê mirovan û yê çêkirî

Bifikire!

Ji nişka ve telefona te kilît dibe û naxebite. Ne dikarî telefon bikî, ne dikarî înternetê bi kar bînî û ne jî dikarî agahiyên tê de kombûyî bi kar bînî. Her wiha înterneta malê jî qut dibe û telefon an jî kompûterên li malê yên din jî nikarî bi kar bînî. Destê te bi kîjan amûra elektronîkê dikeve, yan jî gava dengê te dibihê her tişt erka xwe betal dike.

Ji ber neçarî dixwazî biçî kar û tengasiyan li wir hel bikî. Lê bi awayekî elektronîk erebe venabe, bi kilîta destan vedikî, lê vê carê jî erebe bixwe naxebite. Zeman nemaye û dixwazî bi otobêsa navbajêr bi rê bikevî. Gava şênî lê siwar dibe her tişt asayî ye, lê dema tu hewl didî ku siwar bibî deriyê otobêsê ji xwe ber tê girtin. Yekî din tê ji wî re vedibe, careke din tu hewil didî dîsa asê dibe. Bi texsiyê diceribînî û gava tu nêz dibî, hemû derî ji xwe ber kilît dibin û ajovan jî nikarin ji te re vekin.

Li ser vê neçar dimînî, diqehirî û vedigerî malê. Mixabin vê carî jî deriyê apartmanê venabe ku biçî xaniyî xwe. Bangî mirovên malê dikî, yan jî li hin kesan re temî dikî ku şêniyên malê agahdar bikin û bên ba te. Belê haya te jê çêbûye ku tiştên elektronîk bi destê te kar nakin. Lewma tu hemû şîfre û agahiyên xwe didî hevala xwe ku hesabên te yên elektronîkî veke û lêkolînan bike, yan jî hinekan, hin ciyan agahdar bike. Lê e-name naxebite, hesabên medyaya civakî yên wek înstagram, twîtter, facebook û hwd asê bûne û venabin. Ji xwe browserên wek chrome, edge, fîrefox … jî naxebitin. Dikevî şikê berê xwe didî bankê. Li wir jî xuya dibe ku hesabê te betal bûye û nayê bikaranîn. Her wiha diçî marketê ku li wir jî kart naxebite û nikarî hesab bidî.

Tik û tenê yî. Hiş û mejî tevlihev bûye, derûnî xerab e û bêçare yî. Tenê bi mirovên der û dora xwe re dikarî, rû bi rû bibî û têkilî deynî. Li ser vê yekê lava dikî ku li hin cihan bipirsin, lêkolînan bikin ku ev bela û aşûte li ku, çawa û çima pêk hatiye?

Belê, piştî demekê ji te re tê gotin ku “sûcekî te heye û lewma, li gorî qanûnan hemû hesabên te hatine asêkirin û heyanî pirsgirêk çareser nebe, têkiliyên te û yên navgînên elektronîk hatine qutkirin. Bi riya hişê çêkirî tu bi her awayî hatî dorbêçkirin. Bi riya kamerayan, sînyalên GPS, LTE, GSM, teknolojiya 5G û yên wek vê şopa tiliyan, pêlên deng, rengê rû û laşê te tê tespîtkirin û tu bi ku de biçî yan jî dest biavêjî çi navgînê, ew bi xwe berê tên asêkirin. Gava tu jê dûr bikevî jî bi asayî, wek her gavêdixebitin.”

Li ser vê difikirî ku xetere çêbibin û ji xwe dipirsî; gelo min baca salane nedaye? Min kirêya xanî yan jî deynên cuda nedane? Dibe ku bi erebeyê sûcekî trafîkê kiribe? An jî li malê der barê serwerên siyasî de gazincên xwe kiribe û ev jî bi riya telefon û navgînan hatibe bihîstin? Belkî jî beşdariya çalakiyeke civakî bûme ku ji hêla rayedaran ve nehatibe pejirandin, tiştek qewimîbe? Her çi dibe bila bibe lê kêmasiyek û sûcek heye!!

Belê ev senaryoyek e, lê bi vî awayî têra xwe senaryo, agahî hene. Jixwe tê zanîn ku bajarên bi riya hişê çêkirî/serwext (smartcîty) li der û hundir her tiştî dikarin kontrol bikin, bibînin û destnîşan bikin. Bi vî awayî gelek nîqaş hene ku êdî divê qanûn, siza, dadwerî li gor vê bê sazkirin. Ji xêncî hin îstîsnayan dibe ku pergala dadweriyê veguhere ser vî hîmî.

Kesekî ku li gor pergalê tevnegere, divê ji mafê beşdariya aborî bê dûrxistin, têkiliya danûstandinên di ser riya elektronîk re bên asêkirin. Hemû hesab, qeyd û têkiliyên wî ji bo demekê bên betalkirin. Xwendekar be, mafê perwerdeyê bê asêkirin û têkiliya wî ya bi navgînên elektronîk û hişê çêkirî re bê qutkirin. Têkiliya kesan bi robotan, kompûteran, TV’an, telefonan û hwd re bê birîn. Divê ji navgînên hatûçûnê, danûstandinên xizmetguzariyê, kargehên karûxebatan jî bêpar bimînin.
Ev vê metirsiyê dide ku pergala agahdariyê û danûstandinan bi riya hişê çêkirî bê kontrolkirin û ev serdestiya şaristaniya mirovahiyê bike qurbanê maşîneyan. Her wiha tê gotin ku wê li dewsa dewletan kargehên monopol ên wek google, mîcrosoft, facebook… an go şirketên Sîlîcon Walley serweriya xwe radigihînin. Ev wek dîktatoriyeke nû tê bilêvkirin.

Gelo hîç hêvî nîn e?

Fîlozofê alman Rîchard D. Precht û gelekên wek wî xweşbîn in. Ew dibêjin ku hişmendiya mirovahiyê ya kolektîf û pêwîstiya civakîbûnê her gav serweriyê dide destê mirovahiyê û maşîneyan jî dike berdest. Tengasiyên heyî ji ber teknolojiyê nîn in, ji ber kêmasiyên mirovan bixwe ne û ev tengasiyên şaristaniya me ne.