24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê Îran û Israîlê qeyrana Libnanê kûrtir dike

Di demên dawî de li ser medyaya dijîtalê gefên Îran û Israîlê li hemberî hev zêdetir bûne. Vê carê jî ji ber çekên ku Îranê dide Hizbulaha Libnanê qeyran kûr dibe.  Beriya demekê balyozxaneya Îranê ya li Libnanê tweetek weşand û tê de wêneyê keştiyeke Îranê hebû. Di tweetê de wiha hatibû nivisandin: “Îran, ji bo veguhestina petrola xwe guh nade astengiyên Amerîkayê. Li gorî wê parvekirina ew gemiya petrolê bû û berê wê li Libnanê bû.

Piştî wê di cih de wezareta Enerjiyê ya Libnanê daxuyaniyek da û got “Me ji Îranê petrol nexwestî ye.”

Piştî wê malpera IntelliNews ya Israîlê da xuyakirin ku Îranê bi keştiya Arman 114 petrol veguestiye Libnanê. Di parvekirinê de hat gotin ku Hizbulaha Libnanê bi karên lojistk radibe û petrola Îranê vediguhêze Libnanê da ku li wî welatî wekî rizgarkarê aboriya welat were binavkirin û xelkê Libnanê zêdetir bi xwe ve girê bide.

Lê piştî wê, derkete holê ku keştiya Îranê Arman 114 neçûye Libnanê. Çûye Banyasa Sûriyeyê. Li gorî pispor dibêjin her çendî Amerîkayê dikaribû hin ambargoyan li ser tevgera banka û pereyên Îranê bike jî lê di warê ambargoya li ser firotina petrolê nikaribû baş pêşiya Îranê bigire.

Hêjayî gotinê ye niha metirsiya Isral û DYA’yê herî zêde ji çekên Îranê yê pêşketî ye ku radestî Hizbulaha Libnanê dike. Ev herdu welatan wan çekan ji xwe re wekî gefekê li dijî berjewendiyên xwe yên li hermê dibînin.

Ji xwe gelek caran Israîlê bêyî ku behs bike êrîşî keştiyên Îranê dike. Îranê bi riya milîsên alîgirê xwe êrîşî bargehên DYA’yê ên li Sûriye û Iraqê dike.

Ji aliyekî din ve hewcedariya Libnanê ya bi sotemî û petrolê gelekî zêde ye û di nava qeyranek aborî ya dijwar de derbas dibe. Lewre heke ev şerê deryayê yê di navbera Israîl û Îranê de mezin bibe dê qeyrana Libnanê jî bêtir dijwartir bibe.