Pêncşem, December 2, 2021

Şerê kurd û kurd dê tenê xizmeta dijminan bike

Êrîşên dewleta tirk yên li ser xaka Herêma Federal a Kurdistanê berdewam dike. Di van rojên dawî de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ber bi qadên gerîla ve hêza xwe xistiye nav liv û tevgerê û li hin cihan xwe li nêzî  çeperên gerîlayan bi cih kirine.

Têkildarî vê mijarê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan aşkera kiribû ku rewş metirsîdar e û bang li hemû partiyên her çar parçeyên Kurdistanê kiribû ku ji bo rewşê û şerê kurd û kurd rû nede bikevin nav hewldanan.

Der barê vê mijarê de Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr axivî û wiha got: “Ji bo miletê kurd li gel şerê birakujiyê ezmûnek tehl heye. Şer tenê xizmetê ji Tirkiye û wan welatên ku ji kurdan re dijminatiyê dikin re, dike. Lewma em  daxwaz dikin ku herdu alî bi riya medya û berpirsan aştiyê çêbikin. Ji bo aramkirina rewşê bi hev re rûnên.”

Her wiha Rêzan Şêx Dilêr da zanîn ku wan ji bo lêkolînkirina binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser jîngeh û xwezaya herêmê komîsyonek taybet ava kiriye û ragihand ku li ser êrîşên dewleta tirk ji bo Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî were parlamentoyê wê îmzeyan kom bikin. Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku wê şerê kurd û kurd tenê xizmeta dijminê gelê kurd bike.