spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serê salê di bine salê de veşartiye

Lezgin Akdeniz-Bilal Gezer

Li navçeya Sûra Amedê çandeke dîrokî ji nû ve tê vejîn. Jin bi xweşikbûna mêran, mêr bi xweşikbûna jinan tên xemilandin û wek hêviya jin û mêran tê nexişandin. Ji vê çandê civakek azad tê velidandin. Di serdemeke ku çandên gelan ên dîrokî ji aliyê desthilatdaran ve bi rê û rêbazên cuda tê tunekirin de çand xwe diparêze. Civakên azadîxwaz dest ji çanda xwe ya dîrokî û civakî bernadin. Bi vê armancê hêmanên xwe yê çandî ji nû ve zindî dikin.

Yek ji van çandan jî çanda pîrozkirina serê salê ye. Kurd jî xwedî çandeke taybet a serê salê ne. Ji ber wê bi reng û ahengên xwe bi rihê destpêkekê nû bi coş û kelecan mezin şahiya sere salê li dar dixin. Tovên hêviyê direşînin. Ji van şahiyek jî kosegerî ye.

Di vê şahiyê de jin dikevin şûna mêran, mêr dikevin şûna jinan û di nava gel de digerin. Coş û kelecana şahiya xwe bi gel re parve dikin. Îsal jî li Sûra dîrokî ya Amedê jin, mêr û ciwan ketin kolanan û bi vi avayî serê salê bi gel re parvekirin û rastî eleqeyek mezin hatin. Cardin bi hev re dîtin ku serê salê di binê salê de veşartiye ango roja me di dîrokê de veşarti ye.