25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serê salê û binê salê 

Adar Şaman

Bi xeyalên zaroktî, pîrozbahiyên sersalê; heyamên berê sersal bi xeyalên kelecaniya zaroktî û bi kenê li ser lêvên wan vediguhezîn şahiyê. Xeyalên sala borî yên pêknehatî, bi bayê zivistana sar difûrî û dibû bingeha xeyalên sala bê. Her sala ku derbas dibe, ji bo sala nû hêvî û bendewariyên hîn mezintir pêk tîne. Her sala ku derbas dibe bi xwe re nûbûnekê jî tîne. Bi demê re guhertin û veguhertin bi pêş dikeve. Ya girîng ew guhertinên bingehîn encamên hizirandinên kûr ên ruhî û nefsî ne. Ew jî di nav demê de xwe ji nû ve diafirînin. Bi wateyeke din; sersal, nûbûna aramiya ruhî, hestan û mezinkirina baweriya ji xwe ye.

Heçî zarokên kurdan bûn, berê li gundan di şeva sersalê de, komek zarok li hev kom dibûn, amadekariyên xwe dikirin û dema ku şevê kirasê xwe yê reş û tarî li deşt, gelî, çiya û gundan radipêça, koma zarokan dest bi gera nav gund dikirin û ji serî heyanî binî li gund digeriyan.

Koma zarokan ji deh-pazdeh kesan pêk dihat; temenê wan ji şeş, heft, heşt û heyanî deh-dozdeh salan bû. Zarokên gund li hev kom dibûn û di nav xwe de zarokek ji bo bibe qirdik hildibijartin, ew zarok xweşik dixemilandin, kirasekî dirêj lê dikirin, rûyê wê/wî tenî dikirin, tûrikekî gulîvankirî bi milan ve dikirin û mal bi mal dest bi gerê dikirin. Ev koma zarokan her mala ku diçûn ber deriyê wê, li derî dixistin, bi hev re dîlan digirtin û ev stran ji xwediyên malê re digotin: “Dem û dem, nîska qedem, serê salê û binê salê xwedê zarokekî bide kebaniya malê, kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê û behra qirdik virde bînê. Qirdiko; li  te nemawo, te teniya sêlê li xwe dawo û te bela gundiya li me dawo!” Zarokan ji xweyiya malê,  genim, savar, hêk, mewîj, hêjîr, kizwan, inab, gûz û hwd. tişt dixwestin. Xwediya malê jî li gorî dilê wê çi bi xwesta, yan jî piyana xwe li binê embara genim dixist û piyanek genim vala dikir tûrikê qirdikê rûbitenî.

Zarok her mala ku diçûnê xwediya malê ew vala venedigerandin. Çiqas hindik bûya jî nedigot nadim ango nîn e. Mal jî, tev di destê jinan de bû. Çeltê-tûrikê li milê qirdik ji bo genim bû û tenê genim dixistin tûrikê qirdik. Zarokên din jî her yekî/ê tiştek dixist tûrikê xwe. Her çendî herî û baran bûya jî dîsa li pêş gera sersalê ya zarokan nedibû asteng û heyanî derengiya şevê li nav gund digeriyan…

Piştî gera zarokan bi dawî dibû, diçûn maleke feqîr, hemû tiştên hatibûn komkirin datanîn ber destê xwediya malê û ew jî li gorî zanebûna xwe ji wê re dibûn alîkar û xwarin çêdikirin. Hinek zarok jî diçûn pîrka beşonek dilîstin. Li herêma Mêrdîn û Botanê lîstika pîrka beşonek  pir tê hezkirin û zarok dema bi ser piyan diketin malbatên wan ew fêrî vê lîstikê dikirin. Li hinek deverên din ên Kurdistanê jî lîstika “holika zarokan” heye. Zarok ji kinc û paçan konekî vedidin û jina herî pîr a wî gundî di binê wî konî de limêj dikir û piştre yek bi yek ew zarok maç dikirin. Ew  konê zarokan ji hêla her kesê/î ve pîroz dihat dîtin.

Îca em dîsa vegerin ser babeta xwarinê bê ka encama wê bû çi? Kebaniya mala herî feqîr ku zarok lê kom bûbûn xwerin çêdikir, sifre datanî, tevî zarokan zikê xwe têr dikir û her yekê/î ji xwe re hêkek digirt û diçûn mala xwe. Xwarina zêde dima jî ji wê mala xizan re dima. Hêka zarokan a kelandî di destê wan de û tevî hêka xwe radizan.

Giregir û mezinên gund jî ji bo sala nû plan û xeyalên xwe parve dikirin. Heger sala borî nebaş derbas bûya û ne li gorî kêfa gundiyan bûya wiha digotin; mala xwedê ava ku ev sal zûka di ser me re derbas bû. Hemû hêviyên xwe ji bo sala nû mezin dikirin û sondên giran ên serfiraziyê dixwarin…

Bi vî awayî dîwana gund, heyanî derengiya şevê jî dihate gerandin, meselokên berê yek bi yek diştexilîn û henekên xwe bi serpêhatiyên xwe yên dema borî dikirin. Ew zebeşên ji bo serê salê hatibûn veşartin, di sersalê de derdixistin û li ber dîwanê digerandin. Tê zanîn ku kurd bi pesindayîna çîrok, serpêhatî û dîroka xwe tên nasîn.

Di gerandina dîwanên gund de, jin xwedî gotina xwe bûn û giraniyeke jinan hebû. Ji ber ev dîwana dapîr û bapîran gelekî dihate hezkirin. Jinên temenê wan mezin, her gotineke wan ezmûnek bû û cihê wan li serê dîwanê bû. Êl û eşîr li dora wan kom dibûn. Kul û gazinên civakê tev li cem dapîran kom dibûn. Weke çavkaniya hêza çareseriyê li wan jinên zana dihat mêzandin. Loma ew bêtirs bûn!

Heçî ciwan bûn, xwe ji dîwana mezinan dûr dixistin û tevî hevalên di temenên xwe de li maleke cihê kom dibûn û sersal bi hev re pîroz dikirin.

Mirov sersalê, li gund-cih û warê xwe li dîwana dapîr û bapîran, li ber soba daran û li welatê xwe Kurdistanê pîroz bike xweş û şahî ye, lê em li xerîbiyê sala nû pêşwazî dikin. Felek xayîn e…

Sersala kurd û Kurdistaniyan her wiha mirovahiya pêşverû pîroz be!