Rojnameya Heftane

Çandnasî û Kurdolojî

Çandnasî wek qadeke xebatên înter-dîsîplîner piştî salên 1970’yan û bi şêlûbûna sînorên navbera qadên cîyawaz ên zanistî ket rojeva akademîk. Çandnasî îro xwedî bergeheke fireh e û ji…

Zarok lîstikên xwe bi xeyalên xwe dixemilînin

Dema zarok tê gotin, tişta ku destpêkê tê bîra mirov lîstik û paqijiya dil e. Haya zarokan ji pergala kapîtalîst tune ye û di nav wê de qirêjî nebûne; ji ber vê jî ew bedewiya jiyanê bixwe…

Serê salê

Aysel Tabak

1’ê çileyê we hemû cîhanê êdî di nav kurdan de jî wek sersal hatiye qebûlkirin. Lê ev edet ji bo kurdan hê gelek xav e. Em dikarin bêjin di nav kurdan de bêhtir ciwan vê sersalê pîroz dikin. Piraniya mezinên kurdan hê jî vê rojê wek edeteke xirîstiyanî dibînin, lewma jî pîrozkirina vê rojê wek guneh qebûl dikin.

Sersala gelê kurd a gelerî ku ji aliyê piraniya kurdan ve tê qebûlkirin 21’ê adarê, yanî Newroz e. Lê li hin deverên Kurdistanê di navbera hefteya dawîn a kanûnê û hefteya duyemîn a çileyê, bi xisusî 13’ê çileyê wek sersal tê pîrozkirin.

Mînak li Êlihê (Batman) 13’ê çileyê bi navê Serê Salê li gundan tê pîrozkirin. Li deverên wek Dêrsim, Çewlik (Bîngol) ku piraniya kurdên elewî kevneşopiyeke bi navê Gaxan heye. Gaxan, ji dawiya kanûnê heta hefteya duyem a çileyê didome. Li bakurê Tirkiyeyê, li devera Deryaya Reş ev kevneşopî bi navê “Kalandar” tê pîrozkirin. Wisa dixwiyê li van deran ji ber xelqên rûm û gurcî ev edet bi cih bûye.

Wateya 13’ê çileyê çi ye?

Merivan ji bo ku jiyanê û xwezayê baş fam bikin, jiyan û karên xwe bi rêk û pêk bikin demê li gorî salan, demsalan, mehan û rojan dabeş kirine. Di jiyana cotkariyê de dabeşkirina demê û plansazî, ji bo kar û barê hewce û girîng bû. Ji ber vê pêwîstiyê merivan salname amade kirine. Salname li gor tevdanên rojê an jî heyvê hatine amadekirin. Kurdan jî di wextên cuda de salnameyên cuda bi kar anîne. Yek ji wan salnameyan jî salnameya juliyen e. Sersala 13’yê çileyê li gorî salnameya Juliyenê hatiye qebûlkirin.

Ji berê de ji ber bi dawîbûna salê û hatina sala nû merasîmên gelêrî an jî olî hatine kirin û wek sersal hatine pîrozkirin. Niha jî ji ber ku li piraniya cîhanê salnameya Gregorian bi kar tînin sersal jî li gor vê salnameyê 1ê çileyê tê qebûlkirin û şeva ku 31’ê kanûnê derbasê 1’ê çileyê dibe tê pîrozkirin. Ev edet di nav kurdan de jî hedî hêdî bicih dibe.

Sersala kevin an jî gelêrî ya 13’ê çileyê li hin deverên Kurdistanê hê jî tê pîrozkirin. Her wiha li gelek deverên cîhanê ji aliyê gelên ji hev cuda jî tê pîrozkirin. Li gor cîhan û gelan nav biguhere jî bingeha vê kevneşopiyê yek e. Li hin deverên ku ev kevneşopî hebûye an jî hê didome.

Rûsya niha jî bi navê “Novy stariy god” (sersala kevin) her sal di êvara 13’ê mehê de pîroz dikin. Berê Sovyetê li Rusyayê ev roj sersala fermî bû. Gava dewleta Sovyetê ava bû ji ber hin sedemên mueyyen rûsan jî salnameya xwe guhert. Ji salnameya Juliyenê derbasî salnameya Gregorianê bûn. Ji ber vê sersala fermî jî guherî, bû 1’ê çileyê. Lê gel di şeva 13’ê çileyê de bi navê “Sersala Kevin” vê rojê wek sersal pîroz kiriye û hê jî ev edet didome. Di êvara 13’ê çileyê de xwarinên taybet çêdikin, dixwin û vedixwin. Hin tişt ji bo vê rojê qedexe ne. Mînak di vê rojê de kes deyn nade kesî. Heke deyn bide li gor baweriya wan ew sal dê bê bereket derbas bibe.

Li Abxazyayê bi navê “Axirnixuya” tê pîrozkirin. Li gor baweriya wan di vê rojê de dinya ava bûye lewma serê salê ye ji bo wan. Di vê şevê de goştê bizin û dîkan dixwin û şerabê ku teybet ji bo vê şevê ye vedixwin. Ji bo bereket û cansaxiyê dia dikin.

Her wiha li Ûkrayna, Yewnanistan, Romanya û li welatên Kafkasyayê heta li Afrîkayê jî hatiye pîrozkirin. Li Tirkiyeyê ji ber miletên rûm, ermen û miletên din ên xirîstiyan ev kevneşopî di nav gel de belav bûye. Mînak li bakurê Tirkiyeyê, li deverên Deryaya Reş ev kevneşopî ji ber xelqên rûm û gurcî di nav gel de bi cih bûye. Li van deveran ev edet bi navê “Kalandar” hatiye pîrozkirin û hê jî didome. Peyva “Kalandar” ji peyva latinî ya “calandae” tê û tê wateya 1’ê mehê. Di zimanên rojavayî de jî “Kalandar” an jî “Kalender” bi wateya salnameyê tê bikaranîn.

Dîroka serê salê

Tê bawerkirin ku pîrozkirina sersala 13’ê çileyê bi hezaran salan paş ve diçe. Hin kes dibêjin ku bingeha vê kevneşopiyê heta yewnaniya kevnar diçe. Di derheqê vê de du fikir hene. Li gor dîtina yekem bingeha vê sersalê meha “Gamelion” e ku di vê mehê de xwedawendên yewnanan Zeus û Hera bi hev re zewicîne. Ev periyoda meha Gameliyonê rastî navbera 15’ê çileyê û 15’ê sibatê tê. Sersal jî salvegera deweta wan bû. Ya din jî, dibêjin di vê meha Gamelionê de ji bo rûmeta xwedawenda şerabê Diyonîsosê şahiyek bi navê “Lenia” hatibû lidarxistin û sersal salvegera vê şahiyê bû. Bingeh çi dibe bila bibe lê wateya sersalê şahî, bereket û vejîn girîng in.

Di serdema Romayê de sersal bi navê “Kalende” bi şahiyên cur bi cur dihat pîrozkirin. Ev kevneşopiya “Kalende” piştî Romayê di serdema bizansiyan de jî didome lê bi motîfên xiristiyanî dikeve şiklek din. Bi têkilîyên xelqên xiristiyan û misilmanan bi demê re li deverên misilmanan jî belav dibe û her wiha dikeve çanda kurdan jî.

Kurd çawa pîroz dikin?

Awayê pîrozkirina Serê Salê li deverên kurdan ji hin aliyan ve dişibin hev ji hin aliyan ve cuda ne. Lê di nav kurdan de bi piranî ciwan û zarok pîroz dikin. Zarok û ciwan xwe dixin şiklên cur bi cur, ruyên xwe boyax dikin an jî tenî di rûyê xwe didin û di nav gundan de mal bi mal digerin ji bo şêniyên malê ji bo sala nû temeniyên xweş û baş dikin. Piraniya temeniyên zarok û ciwanên ku diçin ber deriyê malê li gor rewşa wê malê diguherin. Mînak, eger di wê malê de bûkek nû hebe dibêjin “Serê salê binê salê xwedê kurek bide bûka malê” an jî keçek ezeb hebe dibêjin “Serê salê binê salê xwedê qismetek baş bide keça malê”. Xwediyên malê jî çi li ber destên wan hebin didin zarok û ciwanan. Exleb xwarin û fêkiyên hişkirî wek gûz, mewij, sêvên hişkkirî, tûyên hişkirî… Hin caran jî pere û noqilan didin.

Hin gotinên serê salê

Serê dîk bi kulav e,

binê dîk bi kulav e

Xwedê kurê vê malê bike zave

 

Serê salê binê salê

Xwedê bihêle gir û hûrê vê malê

 

Serê salê binê salê

Xwedê bûkek bide vê malê

 

Serê salê binê salê

Xwedê kurekî bide vê malê

 

Kerku merku

Xwedê zarokekî ji we ra têx nava pû

 

Hûkê mûkê

Xwedê qîza vê malê bike bûkê

Lê li gor rewşa sîyasî van salên dawî ev gotinên ji bo sala nû jî diguherin, temenî û xwestek ji bo rewşa welat jî tên ziman. Wek “Serê salê binê salê xwedê azadiyê bixe vê/î axê/welatî”. Em dikarin bêjin ku berê exleb li gundan dihate pîrozkirin lê van salên dawî êdî ji aliyên şaredarî, partî û komeleyên kurdan ve bi hin şahî û merasîmên wek şano, konser jî tê pîrozkirin. Serokên şaredarî û namzetên kurd jî tevlî van şahiyan dibin.

Qaqindosk, sersal, Gaxan, Kalik…

Di nav kurdan de li gorî deveran ji bo serê salê navên cuda hatine bikaranîn. Wek navên Gaqindosk, Kalik, Gaxan… Di derheqê Gaxana ku li Dêrsim, Çewlik û li deverên din ên ku kurdên elewî dijîn pîroz dikin, endamê Komaleyên Dêrsimê mamoste Cemal Yucel ji me re axivî. Li gor gotinên mamoste Cemal Yucel pîrozbahiya sersala Gaxanê li devera Dêrsimê me li nivîsa xwe zêde kir.

“Kevneşopiya Gaxanê bi çalakiyên cur bi cir dihat pîrozkirin. Ji ber ku wê çaxê salnameyek teqez tunebû li gor hefteyan ev çalakî pêk dihatin. Dîrokek teqez tunebû lê di hefteya dawiya meha kanûnê û hefteya yekem a çileyê de tê pîrozkirin. Bi zazakî bi navê “Sena Sona, Sena Nûweye” tê pîrozkirin. Yanî bi maneya dawiya sala kevin û destpêka sala nû tê pîrozkirin. Di bingeha van pîrozbahiyan de tesîra olê heye. Xwarinên ku jê ra “loqme” û “niyaz” tê gotin, dipêjin û belav dikin. Ev çalakî yanî belavkirina loqme û niyazan li gor baweriya olê ye.

Gaxan di hefteya dawî ya kanûnê û hefteya destpêka çileyê de tê pîrozkirin lê exleb rastî roja çarşemê tê. Roja sêşem û çarşemê rojî tê girtin, roja pêncşem û înê jî xwarinên li gor çanda me çêdikin. Xwarina ku di van rojan de tê çêkirin em jê ra “şerekut” dibêjin. Ji hevîrî tê çêkirin. Hevîrê li ser sêlên kevirîn di binê sêlê de dipetin. Xwarinek din “niyaz” e. Ew jî ji ar û rûnî tê çêkirin. Piştî pehtina van xwarinan milet derdikeve serê banan, li cem xwarinan çira pê dixin.

Zarok xwe dixin şiklê kalik û pîrikan, rûyê xwe tenî diken û li nav gund digerin. Diçin li malên cînaran skeçên ku jê ra “fadîke” tê gotin dilîzin. Şêniyên malê xwarinên ku çêkirine (niyaz) didin van zarokan. Ew jî piştî berhevkirina van xwarinan bi hev re parve dikin, dixwin.

Edetek din jî êvara înê xwarinek bi navê “sîrukut” dihat pehtin. Sê çiqil darên hûr diavêtin nav vê xwarinê. Yek ji bo cansaxiyê, yek ji bo perwerdeyê yek jî ji bo kesên ezeb qismet bû. Ji kê re derketana, ew gelek şa dibû.

Ev edet van salên dawiyê ji aliyên rêxistin û komeleyan ve li bajaran jî didome. Îsal li Duzgun Baba çalakiyek pêk hat, û loqme hat belavkirin. Komeleya çanda Dêrsimê jî îsal Gaxan li Stenbolê pîroz kir.”

Sersal di jiyana mirovan da her wext ciyek girîng girtî ye. Her çi qas bi me wisa tê ku çanda me tenê teybetiya me ye jî lê ne wisaye. Di pêvajoya demê de gelek milet hatine bal hev, dan û sitandina çandî aborî û hvd çêkirine. Çanda sersalê jî bi têkilîyên miletên ji hev cûda ketiye nav hemû cîhanê. Û kevneşopîyên nû bi yên kevin ra didome. Wê bidome jî.