Rojnameya Heftane

Şerê Tarîtî û Ronahîyê; EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ!

Gelek caran berhemên hunerî/edebî dibin zar û ziman û bîra welat û neteweyan. Hinekî din zorê bidin “xwe” rasterast dikarin bi rehetî bibin nasnameyek xurt jî… Ev taybetîya huner û wêjeyê, di kûrahîya zemên de ji mirov re dibe per û bask û ber bi “ronahî”yê ve dibe.

Romana Yildiz Çakar a bi navê “EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ” jî êşa birîna me ya bi sedsalan e, tenê qalik girtîye lê qet baş nebûyê bi wêrekî bi me dide hesîn. Wekî gelek nivîskaran Yildiz Çakar jî bi ferhenegeke xas a jinane romana xwe honandiye. Bi ferhenga jinane re, xwîner neçar dihêle ku li tevzîyên êşa jinan ho vedin û bi taybetî jî ev rê me dibe ser mêlava jinên Kurd ên Êzidî… Ew jinên ku heftê û sê ber ji ber wan çûyî. Bi her berekî re, çerxa felekê me ber bi qîrîneke bêxwedî ve dibe.

Lehenga sereke ya romanê Şemsîxanê; “Şemsa felekê ya melekê hê jî em nizanin lê hûrî û perîya bi xwe ruhê li Şengalê ye ew.” Şemsîxanê di dengê xwe de difetise… Bi xwe re xwîner jî difetisîne. Yildizê digel hemû êş û azarên jinên Kurd (Jinên Kurd ên Êzidî) jî jinan wekî çirûskeke jiyanê derdixe pêş; “Çi cara amojnê destê xwe davêt tiştekî xwişînî jê dihat. Min hîç nedizanî, ava di robaran de ew qas awazxweş e, gava di stûyê jinê de bin.” (rp.97) Yildiz Çakar rêya ku diçe welatê Eldorado*  di Şengalê re derbas dike û welatê Eldoradoyê jî li deşta Mûsilê şên dike. Ji bilî Şemsîxanê yên ku wî welatî av didin jî Dêya Xasê, Dêya Mêyan, Samîra û Keleşo yê ku bi ronahîya bêhna jinên Êzidî mezin bûye…

Di wêjeya/edebîyata cîhanê de, berhemên wêjeyî li hemberî sêdaran tim bûne wekî sîdaran û qewm ji neheqîyê parastine, di nîrê qirkirinê de gihandine nifşên piştî xwe… berhema Yildiz Çakar EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ jî  her çiqas ji alîyê teknîkî ve hin tiştên/têgihên mîna li ser hûr nebûbin hebin jî dikare me û fermana destpêka qirnê bîst û yekan bigihîne qirnekî din. Lewma jî xwîner bixwaze nexwaze ev roman û romanên wisa bêhemdê wan xwîneran dikin siwarên “Hetdban**” ê û xwe didin ref û rex Şerfedîn… Ev hest dike ku xwînerên ku hay ji dîroka welatê xwe hebin bikevin pey derbên sur-real ên dîrokî. Yildiz Çakar her çiqas bi du “vebêjar”an roman ‘sêwirandibe’ jî bala xwîner ango xwendevan tim li nigê şikandî yê Hedban e(!)

Yildiz Çakar bi vê romanê, di ser şêr, teyr, mar û hwd gelek metaforan re, çanda resen a Kurdan li ber çêv radixe. Xurtbûn, xwedîtî, aîdîyet, tirs, hovîtî, azadî û aramî tevlihev e…

Ji metaforn wêdetir û ji bilî civaka Kurdan û bi taybetî jî Kurdên Êzidî hemû mirovahîyê di destpêka qirnê bîst û yekan de şerê rastîn ê “Ronahî” û “Tarîtîyê” dît. Yildiz Çakar beşeke biçûk a welatê xwe bi vê şêweyê “daye vegotin”.

Jinên xas dikarin welatekî biafirînin. Mêrên xas dikarin welatê ku jinên xas afirandiye biparêzin gelo? Ev jî pirseke sereke ye di romana Yildiz Çakarê de(!)

Romaneke ku bi ferhengeke jinane daye ser şopa simên hespa Derwêşê Evdî û xwe digihîne roja me. Ji romanê jî em têdigihîjin ku piştî heftê û sê fermanan ji bo ya heftê û çaran û bi heft şervanên “mîtolojîk” di ristên Cizîrî de jî nayê dîtin olan didin, li ser rêka ku ji bihuştê ber bi bihuşta vê jiyanê ve, ber bi Şengalê ve hespên xwe dibezînin. Çûyîn û hatin, mirin û jiyan, têkçûn û serkeftin/azadî, tarîtî û ronahî di nava rûpelên pirtûkekê de olan didin û Yildiz Çakar haya dinyayeke bêdeng bi dengê “mê” pê dixe; Ev rê naçe bihuştê!

*Eldorado: welatê xeyalî

** Hedban: Hespa Derwêşê Evdî

* EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ, Yildiz Çakar, Roman, Weşanên Lîs, 2019