Thursday, July 29, 2021

Şerê wêrisên Telebanî

Hisên Omer

Yek ji serokên kurdan û Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî hêj nû jiyana xwe ji dest da, wêrisên wî  yên rewa û ne rewa dest avêtin mîrateya wî ya madî û manewî. Lê kesekî ji wan guh neda mîrateyên wî yên siyasî û neteweyî yê ku li şûna xwe hiştiye. Ew rêber û tekoşerekî ku li dijî dîktatoriyeke herî kujer xebat û tekoşîneke bê hempa dabû.

Herdu kurên Celal Telebanî yên ku li kolanên Londonê mezin bûbûn, ji her kesî bêtir destê xwe avêtin vê mîrateya madî û desthilatiyê bêyî ku guh bidin mîrateya wî ya siyasî, neteweyî  û rêbaza wî ya siyasî. Wan navê bavê xwe ji bo bidestxistina berjewendiyên siyasî bikar anîn û serî li  hemû rê û rêbazan dan da ku vê hêzê ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî bikar bînin.

Di vê pêşbirkê de wan ev rê û rêbazên xwe li dijî rêhevalên bavê xwe jî bikar anîn. Berê Celal Telebanî di dema desthilatiya xwe de ne wekî malbata Berazî rê li ber malbata xwe vedikir û desthilatî wekî wêrisiyê bikar dianî. Bafil û Qubad dûrî siyasetê mezin bûn. Ew wekî her kesî asayî dijiyan. Ev yek ji xwe cudahiya wî bû ji rê û rêbazên siyaseta PDK’ê yên ku giranî didin ser desthilatiya eşîr û malbatê.  Bafil û Qubad yên ku li kolanên Londonê mezin bûn haya wan ji jiyana çandî û civakî ya Kurditsanê tune bû. Tu hêvî tune bûn ku ew rojekê cihê xwe di nava siyasetê de bigirin.

Dema ku Telebanî jiyana xwe ji dest da, rêhevalê wî yê herî guncav dihate dîtin ji bo rêveberiya partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bike, Berhem Salih bû. Her kesî wiha guman dikir ku Salih dê cihê Telebanî bigire. Lê ew guman zû ferikîn bi derketina hin rûyên nû yên ciwan di nava malbata Telebanî de.

Di wê navberê de stêrka kurê birayê Telebanî Lahur Cengî geş bûbû. Lahur Cengî ji saziya ewlekariyê hatibû û xwedî xîtabeteke tund bû li dijî PDK’ê. Lahur her nerazîbûna xwe li dijî malbata Berzanî dida xuyakirin ku wan dest daniye ser hemû mal û milkên Kurdistanê. Her wiha navê wî di dema alîkariya Yekîneyên Parastina Gel de jî bêtir kete rojevê. Bi taybetî jî li Kobanê di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de helwest û navê bêtir hate bihîstin.

Bang û nêrînên Lahur Telebanî û rexneyên wî yên ji desthilatiya malbata Berzanî re, bêtir nêzî xwestek û daxwazên alîgir û endamên YNK’ê bû. Bi taybetî jî ev yek li gorî daxwaz û nêrînên ciwanên YNK’ê bû.

Bi vê yekê ew ji xezûrê xwe yê siyasetmedarê jîr Mele Bextiyar bêtir derkete pêş û bi vê yekê ihtîmala ku ew şûna apê xwe Celal Telebanî dagir e bêtir derkete pêş.

Bi vê yekê an jî piştî ku stêrka wî geş bû êdî di nava partiya YNK’ê de jî gelek siyasetmedaran di eniya li dijî Bafil Telebanî de cih girt û heta gelekan ji wan milê xwe da milê PDK’ê û tevli kampanya reşkirina Lahur Cengî bûn.

Her aliyê ku ji geşbûna stêrka Lahur Cengî ditirsiya cihê xwe di vê eniya li dijî wî de girt û zarokên Telebanî li wî sor kirin. Wekî ku bêjin ma li şûna wî bêtir mafê te ye ku tu bibî wêrisê bavê xwe.

Di serî de Qubad Telebanî gelek ji van kesan di bin siya desthilatiya PDK’ê de ma û xwedî li mîrasê bavê xwe derneket. Qubad Telebanî niha Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Berzanî ye û ji ber bêhelwestiya wî, tu kesan ji YNK’ê hêviya xwe pê ve girê nade. Wî nikarîbû li  irsê bavê xwe, rê û rêbazên wî û sekin û helwestên wî xwedî derkeve.

Bafil Telebanî jî ji xwe ew bi hêza laşê xwe de ketiye. Wekî her Bodîgardekî yê li kolanên Londonê mezin bûye, singa xwe dinepixîne û haya wî ji siyasetê tune ye.  Tevî vê cahiltiya wî ya di warê siyasetê de jî daxwaza wî ya desthilatdariyê gelekî zêde ye. Ew bi kurtasî dixwaze wekî Raboyekî lê bi şekil û şemalê kurdî hêza xwe li ser her kesî ferz bike. Dixwaze bi pevçûn û çêr û xeberan di rûyê her kesî de bisekine. Car caran vê bêrêziya wî gihişt asta ku tiliyên xwe li kalê zarokên xwe Mele Bextiyar jî bihejîne.

Bê guman hikûmeta tirk jî bi çar çavan li van pêşketinan dinêre. Gelek caran aşkera helwesta xwe li dijî partiya Telebanî aniye ziman. Bi taybetî jî ew ji sekin û helwestên Lahur Telebanî gelekî aciz in. Bi taybetî jî hewlwesta YNK ya li dijî destwerdana başûrê Kurdistanê.

Tiştê ku herî zêde tirkan ji Lahur Cengî û baskê wî yê siyasî aciz dike ku ew di şerê li dijî PKK de milê xwe nadin milê PDK û xwedî helwesteke cuda ne. Tirkiye dixwaze ku bi derxistina şerekî birakujiyê di navbera kurdan de hemû armancên xwe pêk bîne û ew yek bibe wekî stareke siyasî ji bo rewakirina van êrîş û operasyonên li dijî PKK’ê.

Tevî helwest û daxuyaniyên partiya YNK ên li dijî destwerdana artêşa tirk Qubad Telebanî yê ku xwe avêtiye bin siya PDK’ê û xwe bi kursiyê desthilatiyê ve zeliqandiye, di vê mijarê de ne xwedî helwest e û wekî partiya xwe nafikire.

Ji aliyekî din ve Îranê jî şerê Lahur Telebanî dike ji ber ku şik û gumanê rayedarên îranê hene ku wî agahî dane Amerîkayê û destê wî ji alî agahiyên istixbaratî de di kuştina Qasim Silêmanî de heye. Her wiha Îranê jî naxwaze ku YNK yeke xwedî helwest û bi hêz hebe. Lê dixwaze YNK yeke ku bê rol û misyon di bin siyas herdu kurên Telebanî Qubad û Bafil de bimîne.

Lahur Cengî jî ne wekî apê xwe xwedî azmûneke siyasî û jîr e, ew î dikaribû di demeke kurt de gelek dijminan ji xwe re çêke û tev di eniyekê de li dijî wî cih bigirin. Lahur Cengî mirovê herî nêzî aqilane ku dikaribû rola apê xwe Celal Telebanî berdewam bike. Lê mixabin di bin desthilata wî de, gelek ji xizm û bira û derdorên wî tevli karên gendeliyê bûn û vê yekê jî bandoreke mezin li ser pêşeroja wî ya siyasî kir.

Tevî hemû plan, xef û dafkan ev derdorên ku nikaribûn di saziya Telebanî de vê sekin û helwesta wî, rol û misyona wî tune bikin, dê giraniya xwe bidin ser tunekirina mîrasê ku li şûna xwe hiştiye. Lê ez bawerim ku dê xeyalê Telebanî di ser serê wan re bigere û tirs û xofa vegera wî her di dilê wan de be.