19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhatî û sîren?

“Ji James Joyce û vir ve em dizanin ku mezintirîn serhatiya jiyana me, kêmasiya serhatiyan e. Ulyssesê ku li Troyê şer kiriye, piştî ku behrê derbas kirine vegeriyaye mala xwe, wî xwe bi xwe keştiya xwe ajotibû berpirsyarê wê bû û li ser her giravê jî xwedan destikek bû, na bêguman ew ne awayê ku em jiyana xwe pê dijîn. Axir rêwîtiya Homeros êdî di hundirê me de ye… Girav, behr, sîrenên ku hiş û aqil ji serê me dibin û Îthakaya ku gazî me dike. Van rojan ew êdî tenê dengê hebûna me ya hundirîn in.” (Mîlan Kundera, “Pirtûka Ken û Jibîrkirinê,” Kovara Zarema rexne û teorî, payîz-2014.) Em di serî de dest pê bikin; tesbîta ku dibêje “mezintirîn serhatiya jiyana me, kêmasiya serhatiyan e” ma kêmasiya serhatiyan dikare bibe ‘serhatî’?

Belê. Em jin vê serhatiya ku bi giranî, sînor û şikestinên xwe dibe “serhatiya” herî dilşewat û “ne serhatî” baş dizanin. Lew serhatiyên me nîn in. Em di helwestên xwe yên herî têkoşer de jî kedîkirî ne, dema ku em dixwazin zîrek û jêhatî bibin jî em dişibin mêran! Lew çavên me yên bêserhatî, ji bilî serhatiya mêran a dewletokî tu serhatiyek azad û baskbilind nedîtine. Loma jî hem em, hem dîrok, hem jî roja me, deyndar in. Deyndarên li hemberî jinê. Lê em çawa li hemberî xwe deyndar in? Lewra piştî demekê em hemû bûn masiyên li nav masîdankê (akvaryum) û me oqyanûs ji bîr kir. Di her hest, peyv û helwesta me de masiyên masîdankê hene ne yên sewdaser û azad ên li oqyanûsan û serhatiyên bê ser û bêr.

Ji ber vê yekê em ne Ulysses (Udysseys) in ne jî keştî, serhatî û vegera me ya efsanewî heye. Lê belê em dîsa jî rêwî ne, waye diyar e ku em ê ji tevî çolsehra û deryayan derbas bibin, bi ba û bahozan re bibin dost û rastî sîrenan jî bên! Îja çi! Ji bo ku şukur em ne mêr-ne Ulysses in, sîren xwişkên me ne, hemû cin û periyên deryayî, wan lehengên jin jî…

Loma em bi şans in, dê ev keştî li tu derê asê nemîne û em neçar nemînin guhên xwe bi şimayan bixitimînin û xwe ker bikin da ku dengê sîrenan neyê me. Tew em bi xwe sîren in jî. Tevî hêza xweza û kulîlkan, a bahoz, zanîn, hestiyarî, serhatî, wêrekî û firtoneyan bi me re ye. Star jî, Îştar, Înanna, Vesta, Kleopatra, Mestûrexana Erdelanî, Feyrûz, Adîlexan, Besê, Zîlan û Arîn jî bi me re ne. Bes em qefesên kedîkirinê bişkînin û firtoneya dil û mêjiyê xwe rakin. Lew “tenê dengê hebûna me ya hundirîn” ku nivîskar dibêje ji Ulysses maye têra me nake. Em bi xwe rê, rêwîtî, serpêhatî û tevger in. Nema disekinin…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê