23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhed bi agirê Newrozê germ bû

Li bajarên Serhedê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Gel serê sibê berê xwe da qadên Newrozê û bi pêxistina agir û gerandina govendê hatina biharê pîrozkirin. Wekî Newrozên din di Newrozên Serhedê de jî mijara sereke Ocalan bû.

Li Wanê Newroz li rex Keleha Wanê hat pîrozkirin û gelê Wanê tevahiya qadê tijekirin. Di qada Newrozê de bênavber dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Pîrozbahiya ku bi sed hezaran kes bi kincên xwe yên herêmî tevlî bûne, bi axaftina vekirinê ya Komîteya Amedekar dest pê kir û bi stranên ku hunermend Azad Bedran got berdewam kir. Bi yekdengî stran hatin gotin û coşa li qadê derket asta herî jor. Piştî stranên Bedran agirê Newrozê hat pêxistin. Jin û ciwanan demekê xwe di ser agir de avêtin.

Wanê rêya çareseriyê nîşan da

Seroka Komeleya Jinan a Starê ya Wanê Serap Guvenç bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê da. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku rêya çareseriya demokratîk, aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di Îmraliyê re derbas dibe û wiha got: “Rêya çareseriya demokratîk, aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn di Îmraliyê re derbas dibe. Em vê dizanin. Dewlet jî vê dizane. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabe. Ev mesele bi rûniştina li ser mese ya bi maxatab re çareser dibe. Li senaryoyên din negerin mxatabê vî karî birêz Ocalan e.”

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di pîrozbahiya Wanê de axivî û anî ziman ku ji bo kurd statû bidest bixin divê yekitiya xwe pêk bînin û her wiha got ku navnîşana aştiyê Îmrali ye. Aydenîz wiha got: “Tecrîda tê wateya şer û tune hesibandina gel. Pêwîst e demildest tecrîd were rakirin.”

Gever wekî her tim serhildêr e

Li Gever û Colemêrgê Newroz bi coşeke mezin û girseyî hatin pîrozkirin. Li Geverê pîrozbahî li Stada Yenî Şehîrê hat pêk hat û bi sedan welatî di şefeqê de berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Îsal ji her salê zêdetir ciwan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamenterê HDP’ê Saît Dede got ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan e.

Li Colemêrgê qad têrê nekir

Li Colemêrgê Newroz li Otogarê hat pîroz kirin û ji ber ku eleqeya gel ji bo Newrozê zêde bû qad têrê nekir û gelek kes li derveyî qadê man. Li navend û gundên derdoran bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkun û Hasan Ozguneş di axaftinên xwe de hikûmet rexne kirin û balkişandin ser berxwedana kurdan.

Bila MHP were girtin

Li Agiriyê Newroz qada li rex Stadyûmê hat pîrozkirin. Gelê Agiriyê saetên serê sibê herikîn qadê û agir geş kirin. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr anî ziman ku heta niha gelek partiyên kurdan hatin girtin lê paşve gav nehat avêtin. Siyasetmedar Sirri Sakik di pîrozbahiyê de axivî û got ku MHP dijberiya gelan dike û divê were girtin.

Li Bazîdê jî bi hezaran Newroz pîroz kirin. Piştî pîrozbahiyê ciwanan dest bi meşê kirin û bênavber dirûşma; ‘Bê serok jiyan nabe’ berz kirin.

Pîrozbahiyên li Mûş û Bedlîsê

Pîrozbahiyan Newroza Bedlîsê li Qada Bajar ya Tetwanê pêk hat. Parlamenter Celadet Gaydali û Habîp Eksîk beşdarî pîrozbahiyê bûn. Gel kincên kurdî li xwe kirin û li dora agir govend gerandin.

Newroza Mûşê li Qada Îstasyonê pêk hat. Gel têra dilê xwe govend gerandin û dirûşm berz kirin. Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiyê de axivî û anî ziman ku bingeha pirsgirêkan tecrîd e û ger tecrîd were bidawîkirin dê pirsgirêk çareser bibin. Koçyîgît xwest deriyên Îmraliyê bên vekirin  û bi Ocalan re hevdîtin pêk were.