Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

Serhildana 12’ê Adarê

Hozan Emîn

Piştî salên 2000’î rêjîma Sedam Huseyîn li Iraqê li ser destê hezên hevpeyman bi serokatiya Amerîkayê hat hilweşandin. Di encama wê de li başûrê Kurdistanê herêmeke federal hat damezirandin û sala 2003’yan parlamento hat damezirandin. Bêguman ev ne li gor kêf û xweşiya erebên nijadperest û rêjîmên wekî Sûriye û Tirkiye û Îranê bû. Her yek li gor rewşa xwe li hember kurdan bi awayekî tevgeriyan. Xwestin ku ew hewa azadiyê ya ku bi ser kurdên Iraqê ve hatî bandora xwe li kurdên di nav sînorên wan welatan de neke.

Di 12’ê Adara sala 2004’an de li bajarê Qamişloyê di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de maça futbolê hat lîstin. Lê dema lîstikvan û gel derbasî stadyumê bûn, komên nijadperest ku ji berê de ji aliyê rejîma Baas ve hatibûn erkdarkirin, dirûşmên li dijî gelê kurd ‘Hilweşin rêberên kurdan û bijî Sedam Hisên’ berz kirin. Li gel dirûşman jî bi keviran êrîşî kurdan kirin. Polîs û leşkerên rejîmê hemwext êrîş pêk anîn û hemû deriyên stadyumê girtin.

Endamên rêjîma Sûriyeyê dest bi êrîşa li ser cemaweriya Qamişloyê kirin. Divê alîgirên tîma Fitiweyê di beşa mêvanan de cih bigirin, lê rêjîma Sûriyeyê bi zanebûn ew tev li alîgirên tîma Cîhadê kirin.

Dema alîgirên tîma Fitiweyê û Cîhadê bi hev ketin, hêzên rêjîmê bi fermana parêzgerê Hesekê Selîm Kebûl, yekser mudexele kirin û bê ser û ber gule li beşa alîgirên klûba Cîhadê reşandin. Ev tişt di dîmenên ku dezgehên çapemeniyê di wê demê de belav kiribûn diyar bû. Di encamê de 9 kesan ku di nav de 2 zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahî belav bû, bi sedan ciwanên kurd berê xwe dan stadê, tevî ku hêzên rêjîmê nehiştin derbasî stadê bibin, ji ser dîwaran derbas bûn û piştgirî dan birayê xwe yên di nav stadyomê de  û bi vî awayî pevçûnan rû da. Berpirsê parêzgeha Hesekê di wê demê de Selîm Kebûl bû, ferman da ku gule li kurdan bireşînin, ji ber vê yekê hejmarek sivîlên kurd şehîd û birîndar bûn.

Piştî van êrîşan gelê kurd li rojavayê Kurdistanê û hemû bajarên Sûriyeyê yên ku kurd lê dijîn daketin kolanan û nerazîbûna xwe li dijî rejîma Baasê anîn ziman.

Fêkiyê wê şoreşê

Di sala 2011’an de bi destpêka bûyerên li Sûriyeyê yên di bin bandora ‘Bihara Erebî’ de, gelê kurd beriya her kesê amade bû ku tev li serhildanê bibe. Deverên xwe ji rejîmê paqij kirin û li dijî komên çete û tundîparêz berxwedaneke bêhempa dan meşandin. Bêguman destkeftiyên ku niha li rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin jî mirov dikare wan wekî fêkiyên wê serhildana gel bi nav bike.

Xuya dibe ku îro kurdên rojavayê Kurdistanê piştî 16 salan ji wê serhildanê xwedî vîn û xweseriyeke taybet in. 16 sal di ser serhildana Qamişloyê re derbas bûn û navê Stada 12’ê Adarê ya ku rêjîma Sûriyeyê hewl dida ew biguherîne stada fîtneyan, xistin û windakirina kurdan. Lê belê niha bi hewldana rêveberiya xweser stad bû cihê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.