25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Ehwaz û Xozistanê mezin dibe

Li başûr rojavayê Îranê şêniyên Xozistanê ji ber tunebûna avê û nerazîbûnên xwe yên li dijî hikûmetê derdikevin kolanan û li hemberî vê rewşê çalakiyan li dar dixin. Di van xwepêşandanan de 5 xwepêşandêr û polîsekî jiyana xwe ji dest da. Gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji herêmê bi dest xistin sedema van xwepêşandanan ne tenê meseleya avê ye,  gelek pirsgirêkên din jî hene. Wekî tê zanîn niştecihên Xozistanê bi gelemperî ereb in, lê faris li wir ji bo memûrtiyê bi cih bûne û wekî din li wir lor jî dijîn. Xozistan di nav sînorê Iraq û Îranê de cih digire û di dema Şerê Kendavê de pir hat texrîpkirin.

Ava Xozistanê dibin bajarên farisan

Ava Xozistanê zêde ye lê dewlet bi bendavan avê dibe bajarên navendê. Li Îranê hunermend û rewşenbîran ji bo ava vexwarinê kampanyayek dan destpêkirin lê êdî sûda wê kampanyayê jî tune ye.

Mesele tenê ava vexwarinê nîne. Li Xozistanê zevî hişk bûne û sewalkar nikarin ji bo sewalên xwe avê peyda bikin. Êdî hem cotkar hem jî sewalkar ji ber tunebûna avê nikarin debara xwe bikin. Kesên ku derdikevin kolanan ji bo nerazîbûnên xwe yên li hemberî desthilatdariyê bînin ziman çalakiyan li dar dixin.

Xozistan ji aliyê çavkaniyên binerd ve jî gelekî dewlemend e, ji wir mazot û neft tê derxistin lê tu sûda wan ji şêniyên Xozistanê re tune ye. Dewlet wan berheman derdixe û dibe bajarên farisan. Ji bilî wan ji ber ku hişkesalî heye berhem pir buha bûne. Mînak goştê mirîşkan her meh 2-3 caran buha dibe.

Heya niha di xwepêşendanan de gelek ciwan hatin qetilkirin û dewletê hêzên xwe yên ewlehiyê li Xozistanê bi cih kir da ku ciwanan binçav bikin.

Aloziya li herêmê didome

Gelê ereb û lûr li qadan çalakî li dar xistin û daxwazên xwe anîn ziman. Têkildarî çalakiyên li herêma Ehwaz û Xozistanê pêş dikevin nivîskarê Rojnameya Welat Saman Şahabî nivîsek nivîsî. Şahabî di quncikê xwe de diyar kir ku rayedar bi pergal zextan dike û dixwaze li ser gel serdestiyê pêş bixe. Şahabî, bi bîr xist ku Rejîma Îranê bi piranî ji bo helandin û koçberkirinê zextan li ser gel dike û ev rêbazeke şer e. Şahabî, da zanîn ku ev polîtîkayên rejîmê dibe sedem ku carek din gel dakeve kolan û qadan û çalakiyan li dar bixe û wiha got: “Zêdeyî 10 roj in li bajaran çalakiyan dest pê kiriye. Bi sedan kes beşdarî van çalakiyan dibin. Bi dirûşmeyan daxwaza avê dikin.”

Şahabî, anî ziman ku di roja duyem de li herêma Ehwazê di çalakiyan de hatin binçavkirin û wiha got: “Di çalakiyan de gelek kes birîndar bûn. Roja din li ser rêya Ehwaz zarokek bi navê Mohmedmensur Kroshat di êrîşê de bi guleyê jiyana xwe ji dest da. Ev bû sedem ku çalakî bêtir belav bibe. Ev çalakî li 11 bajar û navçeyan belav bû. Di 9 rojan de 8 kesên di çalakiyan de bi guleyan jiyanên xwe ji dest dan. Çalakiyên nerazibûne li bajarê Esfehan û Bûşeherî belav bû. Dirûşmeyên “Hilweşe rejim, mirin ji bo Alî Xamineyî” berz kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê