25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Serî hildin’

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ên nayên berdan û girtiyên cezayên wan qediyane û nayên berdan li Baroya Wanê di roja 13’emîn de berdewam dike. Îro rêveberên Platforma Şaxan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê serdana malbatan kirin û piştevaniyê kirin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Mûrat Atabay axivî û da zanîn ku ew piştevaniya malbatan dikin û li ser girtiyan jî hiqûqek dijminane tê sepandin û xwest dewlet demildest dev ji vê hiqûqa dijminane berde.

Dayika girtî Îrfan Subay, Behîce Subay jî axivî û diyar kir ku lawê wê bi cezayê girankirî yê heta hetayê hatiye cezakirin û li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê tê ragirtin û wiha got: “Lawê min 17 salî bû û bi hincetên siyasî hat girtin. Heft sal in di zindanê de ye. Li gel ku delîlek şênber jî der barê wî de nîne dîsa jî girtin û cezakirin. Ez tenê ne ji bo lawê xwe ji bo tevahiya girtiyên siyasî di çalakiyê de me ku werin berdan. Divê tevahiya gelê kurd li ber vê zilmê serî hildin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Êdî em naxwazin xebera mirina girtiyan bibihîzin. Em dixwazin girtî werin berdan.”