Sêşem, Nîsan 20, 2021

Serkeftina jinan

Yasemîn Elban

Ev demek e em ketine serdema pêvajoya 8’ê Adarê. Çima dibêjim pêvajo? Lewra 8’ê Adarê êdî ji bo jinan jî, ji bo serdestan jî bûye pirsgirêkek mezin. Bûye nakokiyek antagonîst. Ango kêşeyeke zor û zehmet. Bûye mijara tekoşîn û berxwedanê. Jin çiqas li ber xwe didin û doza mafê xwe yê xwezayî dikin, serdestiya mêranî jî ewqas jop û mertalên xwe tûj dikin û li hember wê berxwedana jinan xwe radikêşin.

Serdestiya hişmendiya mêranî bi wê hêşmendiya xwe ya hezaran salan çiqas bixwaze bide meşandin jî, roj bi roj li hember jinan kozikên xwe winda dike û roj bi roj hêz û erka wê lawaz dibe. Bawer im ku dê ji vir û bi şûn de hîn bêhtir winda bike û jin wê her sal bêhtir pêş ve herin. Rast e, jin van salên dawî bi taybetî welatên wekî Tirkiye, Îran û her wekî din belkî zêde tên kuştin, lê ev yek bi awayekî zelal tê xuykirin ku êdî rewşa jinan, berxwedan û tekoşîna jinan hatiye guherandin. Jin êdî tenê parastinê nakin, jin êdî îro hatine radeya doza wekhevî û azadiyê.

Di sala 1857’an de 8’ê Adarê ji ber ku jinên kedkar mafê xwe yê xwezayî xwestin, bi hovîtî 129 jin hatin şewitandin. 53 sal bi şûn de xatûna bi navê Clara Zetkîn ji bo ku ew bûyera xembar neyê jibîrkirin 8’ê Adarê roja bîranîna wan îlan dike û ev yek tê pejirandin. Lê heta roja îroyîn jî ev roj ji hêla hişmendiya serdest a mêranî ve zêde nehatiye pejirandin û hîn jî ev doz bi sernavê 8’ê Adarê bi gef û gur bi zor û zehmetî didome. Heta serkeftin û wekheviyê dê bidome jî û bi ser jî bikeve. Divê di vê der barê de şik û gumana tu kesî tunebe.

Îro wekî ku Karl Marx gotiye: “Tenê fêmkirin û têgihîştina dinyayê têrê nake, divê dinya bê guherandin.” Jin tenê rewşê fêm nakin. Dilê wan heye ku dinyayê jî biguherînin. Dilê jinan heye ku reng û dengê dinyayê, rewş û timtêla dinyayê bikin reng û rewşa bihuştê. Dixwazin cîhanê bikin baxê îrem. Dixwazin dinyayê wekî navê xwe bikin rengê jînê, rengê keskesorê.

Sal bi sal, roj bi roj guherîn çêdibe, dinya diguhere, zagon diguherin, fikir diguherin, urf û edet diguherin. Jin jî diguherin, jin çiqas diguherin, mêr jî diguherin. Lewra her çiqas neyê dîtin û neyê pejirandin jî loqomotîfa jiyanê jin in. Jin dinyayê diguherînin û dê biguherîne…

Ji 1857’an heya niha gelek guherîn çêbûn, mirov pêre pêre bi guherînê nehese jî lê gava mirov li rewşa jinan a beriya 50 salan dinêre mirov dibîne ku jin bindest bûne, hele hele mafên keçan qet tunebûye. Keç bi emrê biçûk, pirî caran dihatin firotin. Ger zava ji gund bûya qelenê wê zevî bû, lê zava ji gundekî dûr bûya qelenê wê pere bû.  

Mafê keçê tunebû ku heya şeva xewletê zava bibîne. Ew bi qedera xwe ya nenas ve rû bir û dima. Ka gelo zava yekî kal e, kor e, keçel e an topal e. Ji xwe ji bo keçikê pirsgirekeke mezin jî şeva xewletê bû, keçika hîn zarok, hîn xeşîm bi kesekî nenas re li ser çiftexasê spî û qerqaş… 

Piştî ku keçik dibû bûka malê, erê, navê bûkaniyê li ser bû, lê çi bûk çi hal! Ew bi fermî dibû koleya malê. Heya wextê razanê bê sekin kar û barên malê dikirin. Xesû, xezûr, tî, û dişê jî ew biçûk dikirin û heqaret lê dikirin. Mêrê bûkê, çi wext kêfa wî bixwesta beleheq, belesebep li jina xwe dixist. 

Gava bûka malê zarok bianiya, hemla wê keç bûya, ew biçûk dikirin û kîjan gotinên nexweş hebûn jê re dihatin gotin. Eger du yan jî sê hemilên wê keç bûna, vê carê mafê wan hebû ku hêwiyê bînin ser. Berê halê jinê ev hal bû… 
Jinê tim li ber xwe da; bi sebir bi hêza xwe ya piçik piçik ve, çawa ku deriyekî pola bi derziyekê kun bike, mafê xwe girt û bi ser ket. Îro li hemû dinyayê jin hev digirin û piştgirî didin hev.  

Lê jinê di vê demboriyê de, li hemberî vê neheqî û bindestiyê serî rakir, li ber xwe da, bi sebir têkoşiya mafê xwe bi dest xist û bi ser ket. Îro roj, jinên xwende û şareza, li her qada jiyanê cih girtiye, bûne serokê şaredariyan, serok û hevserokên partî û rêxistinan; bajar û welatan bi rê ve dibin. Jin bi hunera xwe, bi hunermendî û bi deng û awazên xwe, dinyayê dixemilînin. Jin bûne nivîskar, hespê xwe di nav wêjeyê de dibezînin; bûne avahîsaz avahiyan saz dikin; bûne wekîl parlamentoyan dihejînin; bûne bijîşk jiyanê didin giyaneweran; jin wekî her carê bûne mamoste, dinyayê hînî mirovahiyê, hînî zanist û jiyanê dikin. 

Mixabin tevî van serkeftinan jî, li gelek deveran jin hê jî tên kuştin û tundî li wan tê kirin. Berê, bav û birayan jin ji ber namûsê dikuştin. Lê niha gelek ji wan êdî şareza ne, xebatkar in, xwedî pîşe ne, aboriya xwe bi destê xwe xistine, li hemberî neheqiyê serî radikin, bi çarenûsa xwe qayil nabin, bi hêza xwe hesyane û dikarin çarenûsa xwe biguherînin. Vê carê jî ji aliyê mêrê xwe yan jî dergistiyên xwe ve tên kuştin.  

Divê êdî serdestiya mêrane vê baş fêm bike; berê jinan li ber xwe dida ku hîn bêhtir nehqî li wan nebe, lê îro rewş guheriye. Îro jin li ber xwe didin û têdikoşin ku wê sazûmanî, cendere û serdestiyê biguherînin. Jin êdî dixwazin dinyayê biguherînin.

Di van rojên pandemiyê de, me ji ajnasan gelek bûyerên nexweş bihîstin. Lê ji bo vê yekê jî hêvîdar im; yekbûn, hevgirtin û piştgiriya jinan dê pêşî li van bûyeran bigire û fikrên van mêrên li ser jinan cebrê dikin biguherînin.

Çawa ku jinan navê jînê, navê jiyanê hildaye ser xwe, dê vî navî li hemû mirovahiyê belav bikin û dinyayê biguherînin. Ev hêza jinan heye. Jin wê afirîneriya xwe dîsa berdewam bikin û dinyayê ji bo mêran jî xweş û geş bikin. Lewre mêr hevjînê jinan e.

Ez bawer im, jin dê dest bavêjin mêran û wan jî ji wê bîra reş û tarî derxînin û rengê keskesorê bidin wan. Dê mêran ji vê pergal û hişmeniya ceberût û zalim azad bike û bîne ser dîwarê mirovahiyê. Ev sebir, hêz û vîna jinan heye. Sedrestiya mêranî belkî hîn jî ev yek fêm nekiriye, lê wê fêm bike û wê bê ser tasê, bê ser agosê. Bila her kes vê bizanibe û bila her kes ji vê bawer bike.

Belê, jin dixwazin dinyayê bi rengê xwe biguherînin. Rengê jinan, rengê jiyanê ye. Lewre rengê jinan ne rengekî ji rêzê ye. Rengê jinan ne rengekî hêsan e. Ger jiyan di dinyayê de tişta herî girîng be, rengê jinan jî rengê jiyanê ye. Madem bingeha dinayayê li ser afirandinê ava bûye, jixwe rengê jinan rengê afirandinê bixwe ye. Wê demê divê hemû mirovahî bipejirîne ku divê dinya bi rengê jinan bê xemilandin. Lewre ew rengê eşqê ye, ew rengê dayikê ye…