20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerm: Xezalên tirsiyayî û awirên li Rojava

Şêrko Janzêm

Sîdar Jîr piştî çîrok û teoriyê vê carê bi cureya romanê li pêşberî xwînerên xwe ye. Romana Şermê di eslê xwe de romaneke kurt e, ligel ku kurt e jî ji me re behsa gelek serpêhatiyan dike û me ji meseleyekê dibe meseleyeke din.

Berî ku ez derbasî naverokê bibim ez ê bi çend xalan behsa mijarên teknîkî bikim;

Ziman, di romanê de du ziman hatine bikaranîn; yek zimanê romanê bixwe ye ku zimanekî sade ye û li gor mijara xwe hatiye fesilandin; zimanê din zimanê nameyê ye ku ew ziman têra xwe giran û felsefîk e.

Vebêjer, bi giştî kesê/a sêyem e lê di hin cihan de dibe kesê/a yekem.

Ji hêla redaksiyonê ve hin xeletiyên li ber çav hatine kirin (mînak r.37); di gelek cihan de hin hevok nehatine veqedandin lê wek ku paragraf ji nû ve dest pê bike.

Berg serkeftî ye. Berî xwendinê wateya xwe zêde nade der lê piştî xwendinê li gor naveroka romanê û resmên di mejiyên me de saz dibin, dibe xwedî wate.

Honandina bûyeran, bûyerên romanê bi giştî nîvco dimînin û xwîneran dixe nav meraqekê. Derbasbûna bûyerekê ji bo bûyereke din, pir nerm e. Carinan mirov hîs nake ku bûyer guheriye, bûyer wek avê diherikin.

Karakter; Şermîn, Nesrîn, Şêrdil, Xaltîka Dilşa, Serhed, Semra, dê û bavê Şermînê ne.

Di destpêka romanê de em pêrgî rewşeke psîkolojîk tên ku Şermînê bifikar li ser paldankekê rûniştiye û ev rewşa Şermînê ber bi şîzofreniyê ve diçe. Lê piştî ku em çend rûpelan dixwînin û hêdî hêdî xwe bera nav romanê didin bi şûn de, rewş aram dibe, ew gengeşeya psîkolojîk zelal dibe û jiyaneke stabîl dest pê dike. Nivîskar xwestiye di ser jiyaneke rasteqîn re civakek û karekterên îdeal biafirîne û her wiha ji heq hatiye der. Karekterên romanê hemû îdeal in, karekterên xerab tune ne. Her kes ji hev hez dike û li hember xerabiya desthilatdaran ji hev re bûne star. Di bingeha bûyerên romanê de hez heye û di her karekterê (ez dibêjim karekterê ji ber ku karakterên sereke jin in) de derdikeve pêş.

Karekterên sereke du jinên (Şermîn û Nesrîn) di civakê de xwedî rolên mezin û serkeftî ne lê her wiha du jin in ku li gor vê civakê “ji rê derketine”. Ji ber ku Şermîn û Nesrîn li gor normên civakê tevnagerin, tenê dijîn, şerabê vedixwin û bi sînorên civakê li ber wan daniye nameşin. Nivîskar bi îdealkirina karakteran jina îdeal a kurd derxistiye pêş. Bi vî awayî sînorên civakê îhlal kiriye. Dema ku karekter îdeal bin jiyana wan jî diguhere lê jiyana karekterên me jiyaneke rojane ye. Diçin kar tên malê, dixwin û vedixwin… lê ligel ku jiyana wan a kar û aborî baş e jî mirov hîs dike ku her tim bêzarbûnek ji jiyanê heye; ev bêzarbûn ne ji ber monotonbûna jiyanê, ji ber psîkolojiya bindestiyê ye.

Ligel van karekterên îdeal, nivîskar hişê xwe ji mêtingeriyê azad nekiriye di ser karekterên xwe re şermekê dixe stûyê serdestan. Dema Şermînê li ber dozger xwe diparêze, wiha dibêje: “Axaftinên min û wê wisa guhertine ku kevok kirine qaçax û terorîst û nizanim çi. Ev şerm e, şermeke ew ê zû bi zû ji rûyên reş ranebe.” Di vir de tiştekî ku bike yan jî tiştekî ku ji destê wê bê tune ye û bi van gotinan dixwaze dilê xwe li serdestên xwe rehet bike.

Şerma din jî şermeke şexsî/civakî ye; şerma Şêrdil e ku bi Nesrînê re radizê. Zendika xwe li mala wan ji xwe dixe û Şermînê bêhemdê xwe zendikê dibîne. Ji dema ku Şermîn wê zendikê dide wî û heta dawiya romanê şerma xwe ji ser xwe navêje. Lê şerma girantir şerma serdestan e ku her diçe zêde dibe.

Dema em li edebiyat û sînemaya cîhanê dinêrin bav her tim di rola serdestan de ye, desthilatdar e û zarokên wî jê ditirsin. Hin mînakên bav di edebiyata cîhanê û ya tirkan de; di romanên Franz Kafka de bav her tim desthilatdar e. Rûyekî wî yê hişk heye, rehm di dilê wî de tune ye. Di romana Hasan Alî Toptaş a bi navê ‘Çivîk Ber Bi Şîna Xwe Ve Difirin’ (Kuşlar Yasina gider) de jî bav dîsa xwedî roleke neyênî ye û di dawiya jiyana xwe de hinekî nerm dibe. Her wiha ev rewş di sînemayê de jî wilo ye di fîlma Nurî Bîlge Ceylan ‘Ahlat Agaci’ (Dara Exlatê) de jî dîsa bav serdest e. Lê di romana Şermê de ev tişt hatiye guhertin wek hemû karakterên romanê bav jî bavekî îdeal e. Bav li vir nerm bûye dilbirehm e. Ji zarokên xwe hez dike, bi ser wan ve ye heta berevajî civakê bi ser keça xwe Şermînê ve ye. Dema Şermîn digirî, xwe davêje himbêza bavê xwe û bavê wê hêsirên wê paqij dike. Di rastiyê de ev rewş dûrî civakê ye ku zarok û nexasim zarokên keç tim ji bavê xwe fedî dikin an jî ditirsin, ji ber rola ku civakê li bav kiriye hiyearşiyek xistiye navbera zarokan. Jixwe me di serî de gotibû, nivîskar karekterên îdeal afirandiye û bingeha roamanê bi hezê honaye.

Di romanê de du metafor hene ku yek kevok in û ya din jî xezal in. Kevok di civaka kurdan de xwedî cihekî biwate ye. Her kes nikare kevokan xwedî bike, ji ber ku baweriyeke batil heye ku dibêjin kevok li hin kes û malan nayên. Em di vê romanê de jî dibinîn dema tişteke xetere yan jî ne ji rêzê diqewime kevok difirin. Xezal, di mîtolojiya Sumeran de mîna tavê tê pênasekirin. Di çanda kurdan de jî xezal cihekî girîng digire. Li ser xalîçeya li mala bavê Şermînê xezalek û karxezalek heye û bavê wê dema ku nû xalîçe anîbû ji Şermînê re gotibû yek tu yî yek jî diya te ye. Lê di ya ku bavê wê bi xwe di girtîgehê de çêkiriye de, cudahî heye. Em li gotinên bavê wê binêrin bê ka çi cudahî tê de çêkiriye, ‘Şermînê bavê te li hefsê tiştekî wekî vê xalîçeyê çêkir. Lê Xwedê wekîl, ji bilî nêrîna ew a dawîn min gelekî şibandibûyê. Li ev a me, tenê rûyê xezalê li bakirî ye û karik diçêre. Min berê herdûyan jî zîvirandibû…’ wek ku tê zanîn xezal nazik in û zû ditirsin. Di xalîçeya orjînal de karxezal diçêre, xezal jî li derdorê dinêre. Lê di ya bavê Şermînê çêkiriye de serê her duyan rakiriye.

Em dikarin vê bibêjin her ku mirov mezin dibe tirs û xofa ji jiyanê jî zêde dibe. Di xalîçeya orjînal de karxezal yanî Şermînê li ba diya xwe bû tirsa wê tune bû lê di ya ku bavê wê çêkiribû de, êdî tirsê dora her duyan jî dorpêç kirine.

Dema mirov bi giştî li romanê binêre destpêk û dawî heman sahne ye. Nivîskar bûyera dawî aniye li serî vegotiye û em di dawiya romanê de tên serî. Her wiha di destpêk û dawiya romanê de, dûmaneke reş heye ku her tiştî şolî dike heye.

Di destpêkê de berê Şermînê li êvarê ye û li ser paldanka xwe ya darîn e; ji zîqzîqa paldankê ahengek çêbûye. Di dawiya romanê de jî Şermîn li cihê xwe rûniştî ye;

‘Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana
Û berê awirêm Şermînê li rojava…’

*Şerm, Sîdar Jîr, 2021, Weşanên Lîs,