19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Şerma mêşê’ li çîrokên kurdî zêde bû

Mehmet Çakmak bi pirtûka xwe ya ‘Şerma Mêşê’, pirtûkek din li çîrokên kurdî zêde kir. Pirtûk ji 130 rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanên Payîzê ve hatiye çapkirin.

Pirtûka Mehmet Çakmak bi tevahî ji 11 kurteçîrokan pêk tê. Ev pirtûk berhema Mehmet Çakmak ya sêyemîn e. Temaya çîrokên di Şerma Mêşê de cih digirin, zêdetir ji karakterên ku xwe li keviya jiyanê girtine û îdiaya wan a mezin tune ye pêk tê. Her çi qas di çîrokan de bûyerên gelek mezin nehatibin nivîsandin bixuyê jî em ferq dikin ku bûyer tu carî ji me dûr nîn in.

Em bixwazin jî nexwazin jî bi awayekî em di navê de ne. Gelekên çîrokan li bajarê Amedê derbas dibin û di van çîrokan de bandor û resmê bûyerên ku qewimîne bi awayekî xwe didin der. Hin çîrok jî ji hûrgiliyên jiyana hundirîn, yanî ji girtîgehan hatine sêwirandin. Çîrokên girtîgehan zêdetir li ser kêliyên jiyanî radiwestin. Ew kêliyên ku êdî mirovên ji derve bêyî ku haya wan jê hebin dijîn.

Beşek ji Şerma Mêşê: “Nema dizanîbû çi hest bike… Diviya bida dû wê kîn û rika wan salên dûdirêj, yan jî li bîranînên xwe yên zaroktiyê vegeriya û bi dilê xwe yê biçûk bavê xwe hembêz bikira. Li zilam nêrî, qet nedişibiya bavê wî ew kes. Mirovekî nexweş, lewaz, bêtevger li hember wî di xeweke nediyar de bû. Lê bavê wî yê di bîranan de, ew ê ku bi wê bejn û bala xwe ya tenik, bilind; ne ev kes bû.”