20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Kazakistanê diyalogê red dike

Serokê Kazakistanê Kasim Tokayev da xuyakirin ku ew dê tu caran diyalogê nekin û xwepêşandêran wekî kujeran binav kir. Her wiha ferman da hêzên ewlekariyê ku bêyî hişyarî dikarin xwepêşandêran bikujin. Tokayev di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ma em dê çi diyalogê bi teroristan re bikin? Divê em wan tune bikin.”

Her wiha Tokayef di daxuyaniya xwe de ji bo piştgirî û şandina hêzên leşkerî spasiya serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn kir.

Tokayef beriya niha jî derbarê xwepêşandêran de wiha gotibû: “200 hezar çeteyan êrîşî bajarê Almatayê kiriye.”

Ji aliyekî din ve Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Antony Blinkin di daxuyaniyeke çapemeniyê de wiha got: “Dê Kazakistanê bi zehmetiyeke mezin re rû bi rû bimîne, ji ber desthilatdariya Rûsyayê û belavkirina leşkerên wê li Kazakistanê, her wiha divê mirov ji dîrokê dersan derxîne, artêşa Rûsyayê piştî ku derbasî welatekî dibe derketina wan ya ji wî welatî gelekî zehmet dibe.”

Muxtar Abliyazov ku yek ji serêşên muxalefetê ye û niha li Fransayê dijî, helwesta hikûmeta Kazakistanê rexne kir û wiha got: “Pergala ku piştî rûxandina Yekitiya Sovyetê û heta niha tê meşandin ber bi dawî de diçe û ev tiştê ku dibe şoreşa gel e, gel tev bûye yek û nerazîbûna xwe ya li dijî vê pergalê tîne ziman.”

Ji aliyekî din ji bilî Rûsyayê daxuyaniyeke din a piştgiriyê ji Çînê jî ji bo desthilatdariya Kazakistanê hat. Serokê Çînê Şi Cinping pesnê serokê Kazakistanê û destwerdana tund a hêzên dewleta Kazakistanê da û wiha got: “Ew destwerdan û sekna serokê Kazakistanê ji ber hisa wî ya zêde ya berpirsiyariyê ye.”

Ji aliyekî din ve DAY û  gelek welatên Ewropayê bang li desthilata Kazakistanê kirin ku serî li tundiyê nede û rêbazên mafên mirovan binpê nekin.

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyanî û axaftinên serokê Kazakistanê gelekî dişibin daxuyaniyên hemû rejîmên beriya niha yên ku nerazîbûnên gelan li welatên wan çêbûn. Daxwazên gelan qebûl nakin û wan wekî terorîst binav dikin. Gelek ji wan desthilatdaran li welatên din jî  ji bo serhildanên gelan û daxwazên wan bitemisînin, hin kesên radîkal û tundîparêz dixin nava xwepêşandêran û daxwazên rewa reş dikin û derveyî hiqûqê nîşan didin.