16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê parlamentoya Iraqê hat hilbijartin: Wê ji niha û pêde çi bibe?

Di 10’ê cotmeha 2021’ande li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêkhatin, piştî wê di 30’ê kanuna 2021’an bi biryara ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih, parlamentoya Iraqê duh civiya.

Duh piştî hilbijartinên pêşwext yên Iraqê cara yekem parlamentoya Iraqê civîna xwe ya dema nû lidarxist. Piştî ku di çarçoveya Hemahengiya Şieyan de navê 88 parlamenteran hate pêşkêşkirin û weke koma herî mezîn a Parlamentoyê xwe nîşan da, di heman demê  Koma Sedir jî ku 76 parlamenterên wê hene xwe weke yekem kom dibîne, lewma parlamenterên herdu aliyan berê xwe dan dika parlamentoyê.

Parlamenterên herdu aliyan li derdora Serokê Demkî yê Parlamentoyê kom bûn û alozî derket. Ji ber aloziyê Serokê Parlamentoyê tûşî bêhntengiyê bû û rakirin nexweşxaneyê.

Piştî wê civîn carek din dewam kir, di dengdana ji bo serokê parlamentoyê de Mihemed Helbûsî 200 deng bi dest xist. Mihemed Meşhedanî jî 14 deng anî û 14 deng jî vale bûn. Mihemed Helbusî bi piraniya dengan cara duyemîn bû Serokê Parlamentoya Iraqê.

Di hilbijartina serokatiya Parlamentoya Iraqê de Hakim Zamlî bû cîgirê yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê. Parlamenterê PDK’ê yê Kerkûkê Şaxewan Abdullah jî bû cîgirê dûyem yê serokê parlamentoya Iraqê.

Ji îro û pêve wê çi bibe?

Li gorî yasaya Iraqê, divê di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê ji nûve were hilbijartin. Piştî rejîma Baasê, li gorî peymana di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, divê serokkomar ji Herêma Kurdistanê were hilbijartin.

Heya niha bi sirê ve, Celal Talabanî, Fuat Mahsum û herî dawî jî Berhem Salih bûne serokkomarên Iraqê.

Li Herêma Kurdistanê jî li gorî lihevkirina di navbera PDK û YNK’ê de, divê serokkomar ji YNK’ê be. Lê tevî vê jî gelek caran PDK ji bo serokkomartiya Iraqê namzet nîşandaye.

Wê kî bibe serokkomar?

Li gorî peymana di navbera partî û herêman de, heya niha jî YNK’ê namzetê xwe yê serokkomartiyê diyar nekiriye. Lê rayedarên YNK’ê dibêjin, wê carek din namzetê wan Berhem Salih be.

Li gorî endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rizgar Hacî Heme ku di 21’ê Kanuna 2021’an de daxuyanî dabû, heya niha jî namzetê wan yê serokkomartiyê Berhem Salihe û dixwazin Kurd bi hev re biçin Bexdayê.”

Wê hikumet çawa were avakirin?

Piştî ku di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê hate hilbijartin, wê serokkomar koma herî mezin ya parlamentoyê ji bo avakirina hikumetê wezîfedar bike.

Tevî hîn jî aloziya li ser koma herî mezin a li parlamentoyê dewam dike, lê danûstandina di navbera aliyên Şîe û Suniyan hîn jî dewam dike.

Li gorî civîna duh ya parlamentoyê Hemahengiya Şieyan navê 88 parlamenteran hate pêşkêşkirin û weke koma herî mezîn a Parlamentoyê xwe nîşan da. Lê Koma Sedir jî ku 76 parlamenterên wê hene xwe weke yekem kom dibîne.

Encamên hilbijartinên 10’ê Cotmeha 2021’an

Tevgera Sedir ku bi serokatiya Muqteda El Sedir e 73 kursî bi dest xist.

Partiya Teqedûm ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî jî 37 kursî bi dest xist.

Dewleta Yasa ku Nurî Malikî rêbertiya wê dike, 33 kursî bi dest xist, tifaqa El Fetih ku alîgirê Heşdî Şeebî ye, 17 kursî bidest xistiye.

Partiya Demokrat a Kurdistan PDK’ê jî 31 û Yekîtiya Nîştiman Kurdistan YNK’ê jî 19 kursî bi dest xist.

Çavkanî: Rojnews