16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokên baroyan serdana malbata Şenyaşar kirin

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta edaletê di roja 91’emîn de  didomîne. Serokê baroya Amedê Nahît Eren, serokê baroya Rihayê Abdullah Oncel û geleke parêzer çûn serdana malbata Şenyaşar.

Emîne Şenyaşar diyar kir ku kurê wê Adîl Şenyaşar 3 sal in ku girtî ye û wiha got: “Kurê min di hicreye de bi tena serê xwe dimîne. Nêzî 4 meh in em nobetê digirin. Çima kes dengê me nabîhise? Çima kurê min hêj girtiye? Ez dixwazim beriya mirina xwe kurê xwe bibînim.”

Ferît Şenyaşar jî di serdana parêzeran de bal kişand ser binçavkirinên wan û got ku ew di çalakiya xwe de bi israr in û wiha axivî: “Çavê dayika min yê çepê ji sedî 70 nabîne. Ji bo tedawiyê li benda birayê min yê girtî ye.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got ku doz ji bo me girîng e û ev tişt anî ziman: “Derbarê dosyayê de me xwest em bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re hevdîtin pêk bînin lê li cihê xwe nînbû. Em parêzer û serokên baroyê yên din de di nava piştevaniyê de bin.”