25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokkamarê Tûnisê meclis feskir

Ji ber polîtîkayên pandemiyê û nelirêtiyên li Tûnisê demeke dirêj e xwepêşandan tên li darxistin. Piştî van alozî û xwepêşandanan serokkomarê Tûnisê Kaîs Saîd, der barê parlamentoyê de biryara feskirinê da.

Serokkomar Saîd li Qesra Karthageyê bi hêzên leşkerî û hêzên ewlekariyê re civîneke li dar xist û biryar girt. Saîd ragihand ku wezîfeyên parlamentoyê hatine rawestandin, destnedayîna parlementeran hatiye rakirin û serokwezîr Hişam el-Meşişi ji wezîfeyê hatiye girtin.

Saîd piştî parvekirina biryar da zanîn ku Destûra Bingehîn a Tûnisê rê nade betalkirina parlamentoyê, lê  wî ji bo rewşa heyî ji xala 80’yemîna makezagonê sûd girtiye û vê biryarê daye. Dî heman demê de Saîd xwe wek serdozgerê welat jî îlan kir. Der barê feskirina meclisê de Serokê Partiya Ennahda û serokê meclise Raşid el-Gannuşî bertek nîşan da û wekî darbe pênase kir. Saîd di hilbijartina sala 2019’an de di tûra duyemîn de ji sedî 72.7 deng girtibû û bûbû serokkomar.

Navenda Nûçeyan 