spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê Israîlê li Rûsyayê ye

Serokwezîrê Israîlê Naftali Benet îro serdana Rûsyayê kir û li bajarê Sotçî bi serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn re rûnişt. Li gorî agahiyên ku bi çapemeniyê re hatine parvekirin herdu aliyan dosyayên li ser mijarên Sûriye û Îranê nîqaş kirine.

Pûtîn der barê hevdîtinê de got ku têkiliyên Israîl û Rûsyayê her ku diçe bêtir bi pêş dikevin û wiha got: “Me bi hevre gelek pirsgirêk û mijarên Rojhilata Navîn guftûgo kirin û bi taybetî em li ser mijara Sûriyeyê û şerê li dijî komên çeteyan rawestiyan.”

Putîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Gelek berjewendiyên herdu welatan ên hevbeş hene.”

Naftali Benet jî pesnê Pûtîn da û got ku di dema serokatiya wî de têkliyên bi Israîlê re zêde bûne û Pûtin wekî hevalbendekî hêja ê Israîlê binav kir. Benet bal kişand ser bernameya nukleerî ya Îranê jî û wiha got: “Em bihêvîne ku em ê karên hevbeş bikin, bi taybetî di warê xebatên ji bo  rawestandina bernameya pêşxistina nukleerî ya Îranê de.