19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê Sûdanê dest ji kar berda lê xwepêşandan didomin

Serokwezîrê Sûdanê Abdulah Hemedok piştî lihevkirina bi artêşê re vegeriyabû peywîra xwe. Lê ev yek ji alî gelê Sûdanê ve nehatibû pejirandin. Piştî ku xwepêşandanên gel dîsa dest pê kirin, Hemedok bi daxuyaniyekê istifaya xwe aşkere kir. Li gorî lihevkirina di navbera Hemedok û Artêşa Sûdanê de diviyabû Hemedok serkêşiya hikûmeteke teknokrat bike heta ku hilbijartin pêk werin.

Hemedok di kaneleke televizyonê de xîtabî gelê Sûdanê kir û wiha got: “Sûdanê di pêvajoyeke gelekî talûke re derbas dibe, min hemû hewldanên xwe kirin ku welatê me ber bi wêrankirinê de neçe. Lê min nikaribû ez pêşiya wê yekê bigirim. Lewre jî ez ji peywîra xwe ya serokwezîrtiyê istîfa dikim û rê li ber hemwelatiyên xwe vedikim ku vê pêvajoya ber bi dewlşeteke demokratîk de berdewam bike.”

Wekî tê zanîn roja 1’ê Çie li Sûdanê bi hezaran daketin kolanên paytext Xurtûm û bajarê Um Derman û dirûşmeya ‘Hêz ya Gelê’ qîriyan û bang li artêşê kirin ku destê xwe ji siyasetê bikişîne û wê siyasiyan re bihêle. Ciwanên Sûdanê li ser malperên medya dijîtal kampaya ‘Sala 2022 dê bibe sala (Berdewamiya şoreşê) dan destpêkirin.