Rojnameya Heftane

Serxwebûn an ligorxwebûn bû!

Mem Avba

Demek e di navbera hikûmeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de danûstandin û bazariyên li ser ‘madeya 140’ tên kirin lê bi nepenî û hinekî jî şermokî! Baş e çi ye ev xala 140?

Piştî DYA’yê sala 2003’yan destwerdan li rejîma Sedam Huseyîn a Baasê kir, pêvajoyeke nû li Iraqê dest pê kir. Iraq a demeke dirêj li ser hişmendiya yekdestî, navendîparêziya hişk ku pala xwe dida serdestiya erebtiya sunnî, bi destwerdana Amerîkayê re serobino bû. Piştî pêvajoya qeyran, şerê navxweyî û têkbirina sîstema Baasê, sala 2005’an bi referandumekê ‘Destûra Bingehîn a Iraqê’ hat qebûlkirin û kete meriyetê…

Mixabin li Rojhilata Navîn, nexasim jî li Iraqê, geşedan wiha bi hêsanî çênabin. Çimkî ev destûra hatî çêkirin -bi giranî DYA be jî- li ser pêşdîtin û berjewendiyên hêzên derveyî hatibû birêkûpêkirin. Ji bo wê, di qadê de rewş li hev nehat. Ango hem ji ber berjewendiyên zilhêzan, hem jî enî û hêzên iraqî gelemşeyên Iraqê yên siyasî, îdarî, aborî, leşkerî, cografî, demografî hwd çareser nebûn.

Ji ber nakokiyan statuya herêmeke fireh a ji Mûsil, Neynewa, Şêxan, Hemdaniye, Tilkêf, Zûmmar, Şengal, Kerkûk; wîlayeta Selaheddîn, Dûzxurmatû, Xaneqîn, Diyala, Mendelî, Bedre hwd nehat zelalkirin.

Çimkî nakokiyên dîtir hebin jî ev herêm, ji dîrokê ve axa Kurdistanê ye lê belê di serdema rejîma Baas’ê de Sedam bi polîtîkayên Kembera Erebî, Enfal hwd xwestibû van herêman ji kurdan xalî bike, gelheya erebî lê serwer bike.

Piştî destûra Iraqê ya sala 2005’an tê çêkirin, ev herêm weke herêmên binakok tên diyarkirin û qewl tê dayîn ku ‘heta sala 2007’an li van deveran aramî çêbibe, xelkê ji erdê xwe hatiye dûrxistin vegere ser mal û milkê xwe û gelhe bê hejmartin paşê bi referandumekê statuya van deveran bê diyarkirin.’ Lê mixabin ji ber hesab û berjewendiyên takekesî û siyasî ne hikûmeta Kurdistanê bû xwedî hewldaneke wiha, ne jî hikûmetên navendî yên Iraqê. Ev herêm her tim di destê hêzên navneteweyî û herêmî de bûne qurbanî û amûrên bazara berjewendiyan!

Li şûna ku rêveberiya başûrê Kurdistanê van mijaran çareser bike, ji pirsgirêkên gelê kurd re bibe bersiv û şert û merc ava bike ku vegerin ser axa xwe ya dîrokî, careke dîtir ev herêm neanîn bîra xwe jî. Carna ji ber hevsengiyên herêmê û lawaziyên hêzên iraqî aliyê kurdî mecal dîtibe hin deskeftiyên ku gel bi dest xistî li ser wan siyaset kiribe jî mixabin nebûye xwedî stratejiyeke encamgir ku bandoreke erênî li ser pêşeroj û çarenûsa gelê kurd bike.

Heta pêvajoya DAIŞ’ê herêm di nav alozî û qeyranê de hat hiştin. Bi DAIŞ’ê re ev herêm an bi giştî yan jî bi giranî ket destê wê. Bi destwerdana Tevgera Azadiya Kurdistanê, pêşketina hestên neteweyî û tifaqa hêzên leşkerî yên kurd, ev herêm piranî hat rizgarkirin. Ji bo kurdan şanaziyek bû bêguman!

Piştî DAIŞ ji herêmê hat derxistin û lawazkirin, dîsa hesabên biçûk û berjewendiyên takekesî yên aliyên kurdî derketin pêş û gel hat paşguhkirin, jibîrkirin!

Li ser van geşedanên erênî yên ji bo gelê kurd hin aliyên xêrnexwaz û tarî aqilê serdest ê başûrê Kurdistanê araste kir ku ‘referanduma serxwebûnê’ pêk bîne! Di serî de dewleta tirk, ev provakasyoneke hêzên dagirker û mêtingeran bû.

Çimkî her ku diçû gelê kurd li çar aliyên welêt dibû xwedî destkeftî û ber bi serkeftinê ve diçû. Dagirkerên Kurdistanê Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye lawaz bûn û nikariyan pêşî li vê pêşveçûna azadî û serxwebûna kurdan bigirtina. Lewre kurd anîn provakasyonê. Ligel ku konjonktura demê qet ne guncav bû, dîsa li ser hişyarî û şîretên Tevgera Azadiyê, rêveberiya başûrê Kurdistanê birayara ‘referanduma serxwebûna Kurdistanê’ girt. Bêguman ev mafê kurdan ê herî rewa ye û divê kurd bibin xwedî dewlet û serbixwe jî bibin lê bi hest û giyaneke neteweyî…

Jixwe pêvajoya piştî wê tê zanîn. Ji nîvî zêdetir axa Kurdistanê ji destê kurdan derket, kurd li herêmê bi qasî 50 sal zêdetir paşde çûn!

Niha jî bi hatina serokwezîr Mûstefa Kazimî re ev mijar ketiye rojevê û weke rojeveke sergirtî tê gotûbêjkirin. Li aliyekî ev mijar tê rojevê, li aliyê dîtir Iraq di dîrokê de cara yekem e heta Zaxoyê vedigire! Jixwe em qala dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr nakin jî..!

Wisa diyar e ku ji dîrokê ders nehatiye derxistin; mijareke ewqas nazik û tevlihev, ewqas teng tê destgirtin! Li aliyekî rewşa parçeyî û binakok a hêzên kurdî a navxweyî, li aliyekî dîtir xistina rojevê ya madeya 140, ji xapandineke bêencam wêdetir naçe.

Êdî lukseke kurdan nîne ku takekesî tevbigerin, pev biçin, nakokiyên nerast bixin rojeva gel ku xizmeta dagirkeran bike. Li çar aliyên welêt gelê kurd, nirx û destkeftiyên wan di dorpêç û êrîşa qirkirinê de ne. Lewre divê weke hemû mijarên dîtir mijara xala 140 jî bi hest, aqil û berjewendiyên neteweyî bê nirxandin.