Wednesday, Çile 26, 2022

Şeş pêşengên şoreşa jinan

Ji zindanê heyanî ber bi çiyayên azad, kêlî bi kêlî vegotina têkoşîna Sakîne Cansiz , dîrokeke ji agir e. Sarayê, ji çiya û xwezaya Kurdistanê hez dikir; bi ahengiya xwezayê, ber bi peravê ava Zê diherikî dil û ruhê wê yê zîz û nazenîn. Di dendika çanda dîrokê de, li pey hêza jinan a xwedawendî ketibû. Li şopa şaristaniya şoreşa jinan dipirsî…
Pergala desthilatdar heyîna xwe li ser tundî, kedxwarî û derewan birêxistin kiriye. Bi kolekirina ‘neteweya’ jinan re pênc hazar sal in mîna dêwê heftserî ji nirxên jinan dixwe. Li dijî jinan di nava şerê qirkirinê de ye. Her cara ku binkeftinê dijî, li jinan dixe û êrîşî pergala jinan dike. Bi komkujiyan bersiv dide jinên xwedî rêxistin ên têkoşer. Komkujî, navê lanetê ya wî zilamê zikreş ê fesad e. Mêrê hesûd/desthilat her ku winda dike, lewaz dibe, bi êrîşan dixwaze ji jinan tolê rake. Ji lewra hêzbûna jinan, lewazbûna pergala serweriya mêrên hesûd in.
Sara, Rojbîn û Ronahî di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê, di encama plangeriya bêbext de hatin qetilkirin. Neyarê jinên azadîxwaz xwe li ber xeta serkeftinê ya li dijî hişmendiya mêtinger têdikoşe, ranegirtin û bi vê komkujiyê bersiv dan hêviyên çareseriyê yên meseleya kurd.
Di şexsê Sarayan de, peyama komkujiya tevgera jinên kurd hat dayîn. Her wiha bi vê komkujiyê re hat xwestin ku rêxistinbûyîna jinên kurd ji holê bê rakirin û xeta azadiyê tesfiye bibe.

Berxwedana li dijî teslîmiyetê

Di ser komkujiya Parîsê re ku ji aliyê MÎT’a tirk ve hat kirin, 8 sal derbas bûn. Endamên MÎT’a tirk ên ji aliyê PKK’ê ve hatibûn girtin, li xwe mikur hatin ku komkujî bi plana MÎT’ê hatiye kirin. Bi mikurhatina wan re aşkera bû ku komkujiya Parîsê, li Enqereyê hatiye plankirin û kujer Omer Guney jî pêl tetîkê kiriye. Komkujî bi fermana serçeteyên dewletê pêk hat.

Sakîne Cansiz, di dîroka têkoşîna azadiyê de cara yekem sala 1979’an li Xerpêtê ku di encama  operesyonekê  de hatibû  binçavkirin, li hember xiyanetkar Şahîn Donmez derketibû. Dewletê cara ewil ku li ser koma ‘şoreşgerên Kurdistanê ‘ ango Apociyan li Xerpêtê oparasyon pêk anîbû, di vê oparasyonê de
Sakîne Cansiz jî di nav de komek şoreşger û endamên PKK’ê tên binçavkirin. Di nava komê de xiyanetkar Şahîn Donmez jî hebû. Şahîn Donmez; ew kesê ku di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdîstanê de wekî xiyanetkerê yekem tê zanîn. Donmez, li midûryeta Xerpêtê ya polîsan bêyî ku şeqamekê-silehekê bixwe teslîm dibe û bi rola îtîrafkariyê radibe. Di îtîrafên xwe de navê Sakîne Cansiz jî dide û dixwaze herkes mîna wî  teslîm bibe, li ber xwe nede.

Lê li hemberî teslîmkariya Şahîn Donmez, Sara li ber xwe dide û hemû îtîraf û derewên wî vala derdixe, qabûl nake û li hember disekine. Li ber vê berxwedana  Sakîne, Şahîn Donmez dîn û har dibe. Bi hêrs tevdigere; bi îtîrafên pûç êrîşî Sarayê dike. Şahîn Donmez, xiyaneta ku kir di serî de li hemberî xwe Sakîne Cansiz dibîne û dixwaze ji Sarayê tola ‘çima tu ewqasî li berxwe didî’ hilîne.

Pîvanên azadiyê

Sakîne, di dîroka têkoşîna  azadiyê de şerê xwe yê yekemîn li hemberî xiyanetkar û îtîrafkar Şahîn Donmez meşandiye. Sakîne Cansiz, di tevgera têkoşîna azadiyê ya jinên kurd de weke jineke têkoşer, wêrek, zana, xwedî ezmûn û pêşeng dihat naskirin. Xisleta wê ya jiyanê, gelekî bi hêz bû, çalak bû, hestên xwe perwerdekiribûn. Şêwazê jiyana wê, her mînak bû! Çêker û afirêner bû. Tevî asoya xwe bi jiyanê re diherikî. Lêhûrbûyînên wê kûr bûn; şerê wê yê azadiyê mezin bû! Fikr û ramanên Sarayê rêgez û pîvanên xeta azadiya jinan bûn. Li gorî her demê guhertin û veguhertin ji bo wê hinceta têkoşînê bû. Cihê ku Sara lê bû, li wir têkoşîn û jiyana rast hebû. Hemû têkoşîna wê li dijî jiyana şaş bû. Jiyana Sarayê, her wextê ji heskirin û evînê tije bû. Sakîne, di jiyan xwe de tu carî valatî qebûl nedikir. Ji bo wê her kêliyek jiyanê, pir bi wate bû. Her tim şerê wê li dijî jiyana koletiyê bû. Wate bi şerê Sarayê dixemilî. Jiyan li ba wê pîroz bû. Nepeniyên (sirên) jiyana Sarayê di metoda têkoşîna wê de veşartî bû. Bi şerê xwe jiyan mezin û xweşik dikir.
Bi Sarayê re hevaltîkirin, jiyîn zehmet bû, ji bo ku meriv bikaribe pêre bijî; hêz, dîsiplîn û cîdiyet neba nedibû! Jiyana wê her aram bû; loma tevgera wê her awarte bû. Fikrên Sarayê, herikbar bûn. Mîna pêlên Avaşîn, diherikî dilê hevrêyên xwe! Herikîna ramana wê, di mezinbûna tevgera azadiyê ya jinên kurd de xwedî hêza pêşketinê bû. Hewla wê veguhertinên nû, anîn. Jiyan bi sekna Sarayê dihat hembêzkirin; pênase ew bû! Cihê Sara, di  tevgera azadiyê de gelek taybet bû. Bedewiya wê bi têkoşîna azadiyê re heval bû…

Roja 9’ê Çileyê bû roja têkoşînê

Di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn, hevrê û şagirtên Sakîne Cansiz di têkoşîna azadiya jinan de lewaz nebûn, li her qadê ji kujêrên wê hesap pirsîn. Navê 9’ê çileyê ‘bû roja têkoşînê’ ya jinên kurd…

Ji bo azadiya jin û civakê Sara, di dîroka têkoşîna azadiyê de hertim çavkaniya îlhamê bû.
Em weke jinên kurd û hevrêyên Sarayan, ji bo têkoşîna azadiya jinan mezin bikin, em ê di rêya Sêvê, Fatma, Fîdan, Pakîze û Leylayan de ber bi şoreşê ve bi wêrekî bimeşîn…
Çima sê, sê û sê jinên şoreşger, têkoşer, siyasetmedar û damezrînerên şoreşa jinan bûn armanca komkujiyan? Çima ew jinên narîn, xweşik/bedew û rû biken ji nişkave ji ber çavên me winda dibin? Windakirina her jinekê, bi xwe re hezar bedewiyên xwezayê qetil dike. Jin, bi têkoşînê xweşik dibe, her ku bedew dibe narîn û estetîze dibe. Di serpêhatî û azmûna şerê azadiyê de, xwe gihandina bextewarî, jîngiha jiyana jinan, bi ronahiya eşq û evîna şoreşê pêkan e…

Hedefgirtina jinên pêşeng

Desthilatdar bi êrîşên piralî dixwazin jinan çavtirsandî bikin, bitepisînin û bêhêz bikin. Qetlîama Parîsê bi pisporî hat kirin. Hêzên hegemon ên cîhanê rêya vê êrîşê ya komkujiya Parîsê ji kujeran re paqiş kirin û bi ‘erêkirina’ wan pêk hat!
Hedefgirtina jinên pêşeng, di çarçoveya plangeriya antî-jin de pêk hat. Hişmendiya patrîarkal bi kuştina jinên pêşeng ên têkoşer, armanc dike ku rê li ber pêşketinên şoreşa jinan bigire. Hedef eciqandina vîna jinan e. Kul û xema şaristaniya serwer ew e ku jinan, bêpêşeng û bêrêxistin bike. Ji lewra mîzginiya ji nûve şînbûna şoreşa jinan a li ser xaka dayikniştîman, rê li ber azadiya jinan vedike. Ev yek rêxistina jinan a xweser bi hêz dike. Jin, bi tama azadiyê hesiyan; êdî dem dema avakirina ‘şaristaniya neteweya demokratîk e’. Xewin û xeyalên, Sakîne, Sêvê, Fîdan, Fatma, Pakîze û Leylayan îro bi şoreşa Rojava re herikî ruhê têkoşîna jinên cîhanê û mezintir bû…