25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SES’a Amedê bal kişand tundiya li ser xizmetkaran

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê li ber nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî daxuyanî da çapemeniyê. Kedkarên tenduristiyê pankarta “Li dijî mobîngê bi SES’ê re xwe bi rexistin bikin” vekirin û dowîzê “Mobîng suc e, bêdeng nemînin”, “Ji zext û mobîngê re bes e” û “Di tenduristiyê de ji her cureyê tundiyê re bes e” rakirin. Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak axivî û anî ziman ku ji ber sedema Covîd-19’yê gelek zehmetiyan dijîn û wiha got: “Em ji aliyê hempîşeyên xwe ve bi mobîngê re rû bi rû dimînin. Rêveberên nexweşxanê zextan li kesên jêra xwe dikin. Ji ber vê yekê kedkarên tenduristiyê dest ji kar berdidin.”

Hevserokê Şaxa SES’ê Şîyar Guldîken jî daxiyanî xwand û diyar kir ku  pergala li gorî performansê ku li wan tê ferzkirin, tenduristiyê hildiweşîne û wiha got: “Keda xebatkaran nabînin çavkaniyên welêt pêşkêşî hevkarên xwe dikin.

Guldîken, bal kişand ser rewşa xebatkarên nexweşxaneya dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî û wiha lê zêde kir: “Cihê xebatkarên vir her tim li gorî kêfa xwe diguherînin. Le ser xebatkaran tundiyê pêk tînin. Midûra Xizmeta Tendûrîstiyê Asli Biçak, tundiyê li endamên sendîkayên me dike. Di destên me de belge û wêne hene. Em ê li dijî van kiryarên Aslî Biçak ên derqanûnî gilî bikin û şopikarê dozê bin.”

Endamên SES’ê bi dirûşmeya “Bijî SES Bijî KESK û bijî rexistina tekoşinê” belav bûn.