19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şeva Yelda

Şaswar Mame

Li Kurdistanê û gelek welatên Rojhilata Navîn her sal di 21’ê kanûnê de şeva Yelda tê pîrozkirin. Ev cejin ku li hinek herêman Şeva Çile (Şevçile) jî jê re tê gotin, tê wateya şeva herî tarî û dirêj di salê de li Kurdistanê. Di heman demî de destpêka demsala zivistanê ye. Terza pîrozkirina şeva Yelda li gor gel û baweriyan diguhere, lê meriv dema bala xwe bide hemûyan yekbûna koka wê dibîne. Şeva Yelda niha zêdetir li rojhilat û başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin. Piştî ku roj diçe ava û cihê xwe ji şevê re dihêle, malbat li dora sifreyek ku bi gelek xwarin, vexwarin, fêkî û çerezan hatiye xemlandin kom dibin. Piranî jî ew xwarin û vexwarin in ku di herêma ku lê dijîn de tên berhemanîn; mînak hinar, gûz, tirî, mewîj, hêjîrên hişk û şêrînahî. An jî hemû berhemên di bihar, havîn û payîzê de ji bo zivistanê hatine komkirin. Her wiha di vê şeva tarî de mûm tên pêxistin. Pirtûkên helbestên klasîk cihê herî bi heybet li ser sifreyê digirin. Li cem kurdan herî zêde dîwana Nalî di şeva Yelda de tê xwendin. Bi taybetî jî helbesta wî ya bi nav û deng “Şewî Yelda”:

Şewî Yelda ye, ya deycur e emşew

Ke dîdem dûr le to bênûr e emşew?!

Dilim wek hakimî me’zûle, qurban!

Xelatî weslî toy menzûr e emşew

Dilîş mayil be dîdey to ye, boye

Le min wehşî u remîd e u dûr e emşew

Ke toy şay keç kulahî dîde mestan,

Çi bakim qeyser u fexfûr e emşew?!

Le xew helsawe, ya aloz e çawit?

Hemîşe waye, ya mexmûre, emşew?

Suruşkim neqşî çawî to dekêşê

Cêgem ser darekey mensur e emşew

Musulmanan depirsin halî Nalî

Le kuncî bêkesî mehcûr e emşew

Tevî xwendinê helbestan stran jî tên gotin. Amûrên wekî tembûr, bilûr, dutar û sêtar cihekî girîng digirin. Her wiha di vê civatê de gelek axaftin li ser mijarên curbicur tên kirin. Li hinek herêman saziyên çandî bernameyek berfireh ji bo pîrozkirina vê cejnê saz dikin û gelek kes bi rengên xwe yên gelêrî tev li dibin, lê zêdetir malbat di nav xwe de Şeva Yelda pîroz dikin.

Yelda çandek hevper e di nav gelên dêrîn ên axa Mezopotamya û çiyayên Zagrosê de; gelên bawermend bi mîtrayîzmê ku dîroka wê vedigere berî bi hezaran salan.

Peyva Yelda bi eslê xwe peyvek suryanî ye. Tê wateya jidayikbûnê. Li gor baweriya mîtrayîzmê di vê şeva tarî û dirêj de Mîtrayê xwedayê roj û ronahiyê ji dayik dibe.

Mirovên dêrîn ên li ser vê axê berî hezaran salan li pey dîtina rê û rêbazên curbicur bûne ji bo jiyanê. Ji bo xweparastin û peydakirina debara xwe li derdora çiya û newal û deştan belav bûne.

Mirovên wê çaxê li gor lêgerînên xwe hêdî hêdî  kûrtir bûne û zêdetir li pey zanîn û hînbûnê bûne. Tevî ku ji bo cilûberg, xwarin û vexwarinê çavê wan li erd û avê bûye, lê gavek mezintir davêjin û berê xwe didin esman jî. Berê xwe didin esmanê ji bo fêmkirin ji xweza û stêrknasiyê ne ji bo lavakirin û îbadetê. Mebesta wan ew e karûbarên xwe li gor xwezayê û şertûmercên xwezayê bi pêş ve bibin. Jixwe kar û jiyana wan ku xwedîkirina ajal û çandinî bûye, bi her awayî girêdayî xwezayê bûye.

Lêgerînên mirovên li ser vê axê û berhemên vê lêgerînê hêdî hêdî di çarçoveya sîstemeke hizrî de kom dibin. Piştre wekî Mîtrayî tê bi navkirin. Tu dikarî îro bibêjî Mîtra, Yarsan, Êzidî an her bawerî û çandeke din ku ji vê kokê tê. Di vê çandê mîtrayî de, piştî ku mirovên wê demê li pey heqîqet û zanistê lêkolîn û têkoşanên mezin kirin, ji bo parastina xwe û nasîna xweza û stêrkan sîstemek ava kirin ku îro em dûr bi dûr jê re dibêjin Newroz û Çileyê zivistanê.

Naveroka peyama mîtrayîzmê ev e: Meriv bi berfirehî li derdora xwe binêre û sîstemek ji bo birêvebirina jiyana xwe ava bike ku hem xwezanas be hem jî mirovparêz.

Şeva Yelda dibe ku bi zahîrî cejnek sembolîk be, lê bi naverok gelek watedar e. Bi taybetî lêgerînên mirovên wê demê li pey fêmkirin ji xwezayê, hînbûna zanist û xwerêxistinkirinê gelek balkêş e. Ev ramanên wan bûye bingeha avakirina hizreke hevbeş ji bo komkirina eşîrên Mad û avakirina fedrasyona Medyayê.

Ev lênêrîn û xwerêxistin ku di astek bilind a fêmkirina mirovatiyê de ye, li ser axa welatê me ava bûye û ber bi dinyaya îro ve belav bûye, lê ev belavbûn ne bi darê zorê û ne bi zebrê şûr û tîran bûye.

Ev belavbûn di encama kêrhatin û girîngiya zanist û ramanên mirovên mîtrayî bûye. Niha ger em bi çavek berfireh li dinyayê binêrin, çanda mîtrayî pir geş xuya dike.

Bi taybetî piştî ku mîtrayîzm derbasî împaratoriya Romayê dibe û wekî ola fermî tê pejirandin, mîtrayîzm zêde ber bi Ewropayê ve belav dibe. Gelek sembol û hêmanên çandê bi xwe re dibe û bandor li çand û gelên din dike.

Ev bandor ewqas mezin bû, piştî ku baweriya xiristyanî di împratoriya Romayê de cihê mîtrayê digire, ev çand wenda nabe û derbasî ola xirîstyaniyê dibe. Heta niha jî rengên zanista stêrknasiyê û cejnên ev gelê dêrîn li Kurdistanê di salname û pîroziyên dinyaya îro de aşkera ne. Li navê mehên September, October, November û December yên vê serdemê binêrin ku koka wan a latînî ye vedigere ser meha Heftem, Heştem, Nehem, Dehem. Sedema vê jî ew e di wê çaxê de li Romayê jî meha yekê ya salê Newroz (Xakelêwe) ya me bûye. Ji ber vê ye heta îro jî September wekî meha Heftem reng vedide û November dibe Nehem. Bala xwe bidinê hûn ê bibînin Nehem (Noyem) – Novem, Dehem (Deyem) – Decem çiqas nêzî hev in.

Jixwe hûn dizanin piştî serhildana ola xiristyanî salnameya Julian ber bi salnameya Gregorian ve guherî. Bi vî awayî şeva Yelda ji şeva jidayikbûna Mîtra derbasî şeva jidayikbûna Îsa bû. Ji ber pirsgirêkên di salnameya Gregorian de rojbûna Îsa ji bilî ku bikeve şeva yekê ya salê yan di heman wexta rojbûna Mîtra de bimîne, dikeve 25’ê kanûnê. Yanî koka cejna rojbûna Îsa ji çanda mîtrayîzmê û heman Şeva Yelda ya gelên dêrîn a axa Kurdistan û Mezopotamyayê tê.

Şeva Yelda ya Mîtra û mîlada Mesîh (Rojbûna Îsa) li we pîroz be.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê