Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

 “Şevek Şîzofren” Tirsê Bi Êşê Dinixumîne

Ji destpêka mirovahîyê heta vê serdemê afirandin piştî êşekê dest pê dike. Ji figûrên li şikeftan bigirin heya berhemên hunera modern/nûjen ku em bala xwe bidinê jêderka wan yan jî bingeha wan hemûyan yek e. ÊŞ. Hemû berhemên sereke ku îro jî di asta “jorîn” de em dinirxînin, hemû jî bermayî û “kelepûra êşê” ne… Ev berhem çi bi nivîskî û çi jî bi zargotinî bin qet xem nake, encam heman tişt e.  Hemû di rehên bedena civakê re hatine parzûnkirin û piştî wê parzûnkirinê bi kodên wê civakê xwe gihandine asta jorîn…

Di vê biwarê de, di edebeyîyata Kurdî(Kurmancî- Bakur) de, romana Îrfan Amîda ya bi navê Şevek Şîzofren mînakeke gelek di cih de ye. Nivîskar di vê romanê de, gelek tiştan/têgihan/hestan bi kodên gelekî xurt/zindî vedibêje. Her çiqas gelek têgihên wekî xayîn, îxanet, têkçûn, neçarî, bêçaretî, nezanî, erotîzmeke ji êşê zayî û gelekên tiştên din rasterast tîne bîra me xwîneran jî, di bingeha xwe de û li jêr hişî, bi awayekî giştî Amîda di romanê de zêde guh nade van. Ya ku wekî puxte danîye pêşberî xwîneran ev e: Derb e! Derbek heta tu bibêjî xurt e. Derbeke heta tu bibêjî cih girtîye… Derbek li bindestîyê ye, derbek li bindestîya “xwe” ye.  Di Şevek Şîzofren de, li tu derê romanûs ne li pey wê yekê ye ku derba xwe li serdestan bixe. Ji ber yên ku serdestan wekî dermaleyekî li ber derê xwe xwedî dike bindestî bi xwe ye. Lewma jî di jêrzemîna romanê de ew derb heye. Di dîyalogên di navbera lehengan de jî vê yekê xweş bi cih dike. Di romanê de sembola serdestîyê serdar Cengiz e û serdestîya xwe bi wêrekî vedibêje. Lê bindest, Qado çi dike? Nivîskar di vê derê de bi gelek rê û rêbazan Kotan û Zoro yanî du kûçik derxistiye pêş… Bindest ji ber  tirsên cur bi cur hay ji êşa xwe nîn in.

Di hemû dîmen û sehneyan de, Kotan û Zoro anku du kûçik dibin leheng, çi aşkere û çi jî nuximandî.  Sehneyên di romana Îrfan Amîda de, bi awayekî gelekî nûjen û bi zîrekî xwînêr li hişê xwe û yê “bindestan” hay dike. Dest bi sehneyekê dike, naqedîne bi ser ya din ve diçe. Dîmen anku sahne li pey hev qetqetî xuya dikin, lê tiştekî wisa nîn e. Heger nivîskar bixwesta hukim li metnê bike ew ê bi rehetî hemû tişt “têkûz” û gelekî jî “asayî” bikira. Lê divê neyê jibîrkirin ku ew sahne herka hişî ya leheng in û leheng bi xwe di nava çûn û hatinan de ye. Hişê wî ne zelal û têkûz e. Xwîner jixwe wê pevgirêdanê di ser rewşa şîzofrenîk re dixwîne û dibîne. Ew pevgirêdan êdî ji xwîner re hatiye hiştin.

Di her sehneyekê de, xwîner bêhtir têdigihîjin ku qebûlkirina bindestîyê, tirsê kêlîk bi kêlîk wekî gilokekê di dil de mezin dike. Her ku mezin dibe digihîje wê radeyê ku bindest êdî ne tenê ku ne bi destê xwe ye, her wisa êdî ne bi hişê xwe ye jî…

Di destpêka romanê de nivîskar bi vê hevoka nuxmandî kodeke gelekî xurt a romanê dide mista xwîneran; Divê tu pê bidî hîskirin ku tu xwedî yî. Divê tu kûçikan bêxwedî nehêlî. Zû har dibin. Serbixwe tevdigerin. Ku kûçik zanibin ew kûçik in û tu xwedî yî, her û her sadiq in. (rp, 25) Jêderka derblêdanê û girêka romanê ev hevok e.

Tirs, xwedî, bêxwedî, sadiq, har, serbixwe û yên êdî xwîner xwe bi xwe dinivîsin yek bi yek rêz dibin… Û belkî jî Şemsê û Şêxo wekî hêvîyekê mîna şevreşkan li tenişta tirsê bi cih dike ku ew  ne “sadiq” in…

Gelekî hêsan e ku wêjekarek berî her tiştî gelek gotinên qerase ji serdestan re bike. Bi vê yekê nikare di civakê de tu tiştî biguherîne. Ji ber ku bindestî serdestîyê xwedî dike, xurt dike… Ev yek encax êşê li êşê zêde bike. Lewma jî Îrfan Amîda “êş bi êşê nenixumandîye.” Êş estetîktir kiriye. Êşa ku estetîk dibe jî wekî bivirekî avdayî ye. Nivîskar bi wî bivirê avdayî li bindestîyê daye. Bindestîya ku serdest pê dijîn. Lewma jî Şevek Şîzofren derbek li bindestîyê ye. Bi wê derbê serdest diferihe, har dibe, dîn dibe… Bi her derbê re êşa bindest wekî avê zelal dibe. Nivîskar wê êşê av dide… Wê êşê di ser serê tirsê re dihezikîne, tirsê bi êşê dinixumîne. Kêlîka ku bindest netirse destpêka têkçûna serdêst e. Piştî wê kêlîkê hemû şev û rojên serdest dibin şîzofrenî.

“Şevek Şîzofren” bi vê yekê harmonîyek hunerî ye. Di romanê de bicihkirina lihevhatî ya têgihên paradoksî vê harmonîyê di jêrhişê xwendineke edebî de bi cih dike.

Bi awayê herî puxteyî, Şevek Şîzofren bi hişê xwe yê xurt derbeke xedar li hişê bindestîyê dixe.

 

*Şevek Şîzofren, Îrfan Amîda, roman, Weşanên Lîs, 2018