19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şevzengilk 

Kenan Colemêrgî  

Demek ji demên benîademan, xwediya sê zarok, mêr û malekê, bo lêkdana teraş û êzingan diçe bin lateka çiyê, bo karê zivistanê têra xwe sotemeniyê lêk dide. Dengek ecêb tê, çi bibihe! Dengek ji lata çiyê tê!

Cara ewil ev deng weke bagerekê, sîrênê ji xwe tîne, paşê bi wê jinê re dest bi axaftinê dike.

Lata çiyê;

Hêê jinê! Bayên kur li serê min didin, bayê şine jî li çepê min dide, here ji gundiyên xwe re bibêje, yek ji we namîne, hûn dê qir bibin!

Jin matmayî dimîne û xofa xwe ji ser xwe diavêje û dibêje;

Çiya! Her tu yî me dihewînî, dê me bihewinî jî… Tu pêşiya me jî hebûyî, dê piştî me jî hebî. Te dît yên pêşiya me jî çi kirin, tu dê bibînî em û yên piştî me jî dê çi bikin. Ka bêje yên pêşiya me çi kirin ku em jî bikaribin xwe ji vê qirbûnê xilas bikin?

Lata çiyê;

Min jî heta niha qet tiştek wiha nedît, ez bawer nakim çiyayên dûr jî dîtibin. Ez heme û hûn hene heta niha kesek tiştek wiha nedîtiye!

Jin;

Heke gundiyên min çare ji min pirsîn û zarokên min, mêrê min ê kop… Ez dê çi bikim çiya, derman ha derman!

Lata çiyê;

Derd jî her hûn in, derman jî her hûn!

Jin piştî van gotinan bi tirs xwe li mala xwe dide. Tiştên çiyayî jê re gotî ji hemû malbata xwe re dibêje; bayê şine û bayê kur li hev dikevin, dê her berf bibare, heke em bi berfê nekarin, em ê qir bibin û bimirin.

Jin difikire û her difikire, dawiyê tiştek tê bîra wê, zengilka pezên xwe li serê çixleka darî vedike û diçe ser banî rast dike û diçikilîne.

Tê malê dibêje mêrê xwe, “her çend pezên me hebin hemûyan serjê bike.”

Dibêje bûkên xwe, “her çend êzing û teraş hebin binê kuçik hilkin û her goştê serjêkirî bipêjin.” Dibêje kur û keçên xwe, “her çend dengê zengilê biriya, bi ser banî bikevin, berfê biavêjin.”

Pê re baz dide diçe malên hemû gundiyên xwe, dibêje, “hal û hewal wiha ye, heke hûn tiştên bi gotinên min bikin hûn dê serfiraz bin lê belê heke hûn bi ya min nekin, hûn dê bi bin bikevin.”

Kes bi ya jinê nake. Hinek dibêjin, “ma qey em dîn bûne hemû pezên xwe serjê bikin, hinek dibêjin, “qey me keda xwe li erdê dîtiye kar û barê xwe yê zivistanê bo şevekê pûç bikin” welhasil û kelam, kes bi ya jinê nake.

Dibe şev, bayên kur li serê xanî didin, bayên şine li çepên malê dide, berf dest bi barîna xwe dike. Jin her çawa gotibe yên malê bi ya wê dikin. Her çend li banî dengê zengilê nehê û dibire, dizanin ku berf heya zengilê bariye, diçin berfê diavêjin, diwestin û tên xwarina xwe dikin û xwe germ dikin. Wê şevê heya sipêdê bêrawestan vê dubare dikin.

Dema sipêdê barîna berfê diqede, yên malê hemû diçin ser banî. Çi bibînin! Tiştek nemaye, her der di bin berfê de maye hemû kes di bin berfê de mane, qir bûne…

Ev çîroka şevzengilkê ye, bo ku yên li çiyayên Colemêrgê dijîn, bizanibin şeva şevzingilkê demek çawa ye, fêr û nîşaneyek e. Weke gelek serhatî û metelokan dixwaze tiştên ji xeletî û sistiya mirovan peyda bûne, bide pêşiya wan û weke gelek xeletiyên rojane bi ziman û zanîna mezin û dîtiyên me ku bîne pêşiya me. Mirov li ser dinyayê bi qasî ku hene, şer digel xwezayê dikin lê belê bi alîkariya xwezayê şer dikin.

Çawa bi alîkariya xwezayê? Weke di vê serpêhatiyê de, mirov (jin) ewilî pirsyara xwe li xwezayê (çiya) dike. Xweza jî mirovan hişyar dike. Bi çixleka darê û zengilkê jiyana malbata xwe xilas dike. Tiştek girîng jî heye ku ew jî digel xwezayê şer dike bi hişmendî û hêza xwe…

Rastiyek mirovahiyê heye. Ew rastî, rastiya kiryarên mirovan e. Mirov her çi bike wê tîne serê xwe, her çi kiribe ji hêza xwezayê sûd wergirtiye û her çi kiryarên şaş bike, dawiya dawî bi ya xwezayê dike, vedigere hêz û dilovaniya xwezayê.

Li van rojan dinya nêzîkî şeva zengilkê ye, ji hemû deveran tiştek gelek hêsan tê gotin, parastina xwe bikin, heke hûn nekin keseke din parastina we nake. Weke ku jin ji çiyê dipirse, “te yên pêşiya me jî dîtin, yên pîştî me jî dê bibînî, ka bêje çi ye derman, yên pêşiya me çi kirin?”

Çiya dibêje, ” heta niha min jî tiştek wiha nedîtiye, herin û xwe ji vê şevê biparêzin.”

Metaforek gelek mezin di nav vê axaftinê de heye ku li ser bûyereke wiha mirov dikare çend parastinên mirovahiyê jê bipirse. Xweza te (wek mirov) hay ji xwe tîne û hem jî hêza te dipîve digel te şer dike.

Weke bersiva çiyê dayî, qet tiştek wiha heta niha nebûye, here û parastina xwe bike.

Mirov, çû gihîşt malbata xwe û ya xwe bi malbata xwe da kirin, wan xwe xilas kir. Lê belê gundî bûne qurbaniyên tamahî û guhşoriyên xwe.

Hêviya me ew e ku êdî dengê wê zengilkê nebire, her û her dengê wê zengilkê bê.

*Şevzengilk, şeva zengilkê: Çile (kanûna paşîn-rêbendan) ye, şeva berê heyhotê ye. Ev bûyer êdî li ser axên Colemêrgê dibe nîşaneyek, şeva zengilkê, şevzengilk…

*Bayên kur: Bayê ji bakurî tê.

*Bayên şin: Bayê ji rojhilatî tê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê