25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şewata li Dêrsîmê 10 roj in nehatiye vemirandin

Li herêma Bestayê ya Şirnexê agir bi derdora gundê Mêhrînayê ket. Agirê ku ji ber bombardûmana hewayî ya helîkopterên artêşa tirk doh bi daristanê ket hîn jî nehatiye vemirandin.

Herêma ku şewat lê heye bi hinceta ‘qedexekirî ye’ destûr nayê dayin ku şewat bê vemirandin.

Dêrsîm

Li navçeya Xozadê ya Dersimê şewata ku ji ber operasyona leşkerî ya li gundên Danzî, Kûrûkaymak û Koçerî rû da û doh li gundê Ûzûnçeşme belav bû 10 roj in dewam dike.

Şewata ku ji bo vemirandinê tiştek nayê kirin bi dehan hektar qada daristanî şewitandiye. Hat ragihandin ku xelkê herêmê dixwaze şewatê vemirîne, lê belê leşker nahêlin.

Walîtiya Dersimê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku ji ber nikarin xwe bigihînin qada şewatê, nikarin şewatê vemirînin.