Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê nexşeya bajarên ku herî zêde vakayên koronayê tên dîtin parve kir.
Nexşe bi hejmara pêketiyên dîroka di navbera 17-23 tirmehê hat xêzkirin. Li gor nexşeyê şewba koronayê li Stebnbol bi rêjeya 88.19, li Enqereyê 69.13 û li Îzmîrê jî bi rêjeya 33.43 tê dîtin.
Di heman nexşeyê de hat diyarkirin ku di navbera hefteyekê de korona herî zêde li bajarê Amed, Sêrtê, Bedlîs, Gîresûn û Idirê zêde bûye.