23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şewba koronayê û bertekên li hemberî wê

Şewba koronayê ji xeynî bandora xwe ya biyolojîk rê li ber pirsgirêkên derûnî û tevgeran jî vedike. Girêdayî şewbê panîk, tirs, paranoya, depresyon, tevgerên egoîst, bertekên fobîk dikarin bên dîtin û ev jî wekî vîrusê dikarin belav bibin. Her kes di bin bandora van rojên zehmet de ye. Kesên ku ji bo debara xwe bikin derdikevin derve û dixebitin, kesên ku li malê aciz jî dibin, zarokên bêriya hevalên xwe dikin, tev di bin vê bandorê ne.

Şewba koronayê êdî wekî pandemiyê tê binavkirin û bi karesateke gerdûnî tê şîrovekirin. Ji ber ku ev nexweşî bûye gerdûnî, rîska wê ya kuştinê zêde ye û demeke dirêj e didome, em dikarin vê wek krîzê bi nav bikin. Gava qediya em ê jiyana xwe bi çi awayî bidomînin, hê em nizanin. Lê em dikarin li ser rojên niha bisekinin bê ka krîz çi ye, bertekên wê çawa ne û mudaxele divê çawa bin, binirxînin.

Krîz, bûyerek an bûyerên ku êrişî kapasîteya me dikin, li hemberî wê rêbazên me yên çareseriyê kêm dimînin û wekî demeke neyînî û neorganîze, dikare bê pênasekirin. Erdhej, lehî, bobelat, teqîna bombeyan, koçberî û hwd hin mînak in. Krîz ahenga me ya jiyanê xera dike. Aheng çi qasî xera bibe, avakirina ahengeke nû, derbaskirina krîzê jî bi qasî wê zehmet dibe. Şewb (peta) eynî wekî erdhejekê, lehiyekê yan şewatekê ji bo jiyana mirovan tehdîtek e. Loma dikare rê li trawmayên derûnî veke. Heta carinan bandora wan dikare girantir be. Ji ber ku karesatên wekî erdhej û lehiyan di nav çend çirkan an deqeyan de çêdibin û xelas dibin. Lê şewb dikarin bi mehan bidomin. Di malbatekê de dê yan bav, dikare jiyana xwe ji dest bide û tevî şînê talûkeya rîska mirina mirov bi xwe jî wexteke dirêj dikare berdewam bike. Ji ber vê yekê, pergala jiyanê bêhtir xera bikin, bandora wan dikare kûrtir be.

Mijareke girîng jî ev e ku wextên krîzê ne wextên asayî ne, loma hest û bertekên me jî çêdibe ku ne asayî bin. Em nikarin ji xwe û ji mirovan hêvî bikin ku wekî ku tu tişt nebûye, tev bigerin. Dibe ku pergala xwarin û xewê biguhere yan tehemûla kesan kêm bibe. Divê ev heya astekê asayî bên dîtin.

Tirs û fikar ji hev cuda ne

Sedema xemê û stresê ji bo her kesî dibe ku ne yek be. Tirsa her kesî ne yek e ku vîrus dê bigihêje wan û nexweş bikevin. Hinek ditirsin ku karê xwe ji dest bidin. Ji bo hinan rûniştina li malê îmtiyazek e û tirsa wan ew e ku dê nema bikarin debara xwe û ya malbatê bikin. Hinek dûrî dê û bavên xwe ne, tirsa îhtîmala nexweşiya wan û mirina wan streseke ji nexweşiyê mezintir e. Jin heke bi mêrekî êrişkar re li malê be, tirsa zirardîtinê ji ya vîrusa şewbê dibe ku girantir be. Zarokên hinekan astengdar in û tirsa wan ne nexweşî ye, lê fikara wan ew e ku gava nexweş bikevin dê kî li zarokên wan miqate be. Loma sedema xemê ji bo her kesî nikare yek be. Di vir de mudaxele divê li gorî hewcedarî û hesasiyetên mirovan be. Heta derfet hebe ji bo çareseriyê piştevaniya malbatê, hevalan, cîranan û kesên pispor di van rojan de gelekî girîng e.

Pêvajoya şewba koronayê îhtîmal e ku bibe sedema bertekên xerabûna stresê ya akût (nexweşiyên zû pê de diçin). Gava takekes bi mirinê re rû bi rû dimîne yan jî dibe şahidê/a mirinê yan jî bobelatên xerab an wan ji derekê dibihîze; hesta neçariyê, bêewlehî, tirs û endîşe pê re peyda dibe. Bi bandora bûyerê û tirsa mirinê ku dewam dike, çêdibe ku xew xerab bibe, xewnereşk zêde bibin, pergala xwarin û vexwarinê xera bibe, bêhtir qehrokî bibin, ramanên nexweş dubare bibin û takekes nikaribe xwe ji wan ramanan xelas bike û pê re jî pêşeroj ji wan re ne diyar bibe. Ev bertekên stresa giran heke hundirê 3 yan 30 rojan de derbas nebe, diqulibe nexweşiya stresê ya piştî trawmayê ku zêdetirî mehekê bi giranî dikare bidome.

Li şûna ‘dûrbûna civakî’, ‘dûrbûna fizîkî’

Hêjayî gotinê ye ku her kes li hember bûyerên zehmet heman bertekan nîşan nade. Bertek li gorî nexweşiyên derûnî ne ku berê jî hebûn, trawmayên berê, di wexta bûyerê de piştgiriya ku ji nas û mirovan hatiye girtin, xisara bûyerê li jiyana takekes û parvekirina hestan diguhere. Wekî ku tê dîtin hêza piştevaniya malbatî yan civakî tim wekî faktoreke erênî derdikeve pêşiya me. Ji bo pêşiya nexweşiyê bê girtin, gava têgeha ‘dûrbûna civakî’ (mesafeya sosyal) hate gotin, pisporên derûnnasiyê û civaknasiyê xwest têgehê sererast bikin û gotin bedêla ‘dûrbûna civakî’ divê ‘dûrbûna fizîkî’ bê gotin. Ji ber ku tam jî van wextan hewcedariya me bi kesên din heye. Mirov çi qasî di van rojan de rewşa hev bipirsin, alî hev bikin, hestên xwe yên wekî tirs û endîşeyê bi hev re parve bikin, ew qasî şensê wan zêde dibe ku xwe ji bandorên neyînî yên mayînde biparêzin.

Piştevanî bandora îzolasyonê kêm dike

Rewşa niha em tê de, ev zêdetirî sê heftayan e îzolasyon heye û li her dera dinyayê slogana ‘Li malê bimîne’ tê berzkirin. Em nizanin wê çi qasî bidome lê halê hazir rîska nexweşiyê berdewam e û tim nêzîk e. Hewce ye em vê qebûl bikin. Divê em pirsgirêkên xwe nas bikin û ji bo wan ji nasan, heval û hogiran piştgiriyê bixwazin. Ji bo ku zehmetiya van rojan kêm bibe, kesên di talûkeyê de ne, divê tenê nemînin. Hewce ye dewlet û civak xwe ji wezîfeyan dûr nexin. Mafên karkeran divê bên parastin, ji bo jin di malê de tehdeyê nebînin, sazî mekanîzmayan aktîf bikin, kesê xizan ji aliyê aborî ve bên piştgirîkirin, hurmet û rêzdarî ji bo kal û pîran bê nîşandan. Ji tirsa nexweşiyê û bandora îzolasyona fizîkî encax em dikarin bi piştevaniyê xwe bi qewet bikin.