Rojnameya Heftane

Şewbeyeka Nû, Cîhaneka Kevn

Pieter Bruegel the Elder, Serkeftina Mirine, 1562

Constantine P. Cavafy, di helbesta xwe ya bi navê “Li Benda Barbaran” (1904) de digot, “Em ê çi bikin bêyî Barbaran / Ji alîkî ve ew gel çareseriya me bûn.” Zimanê helbestê Yewnanî bû. Yewnaniya hemû biyaniyan bi peyva “barbar” pênase kiribû. Lê ziman li xwe vedigeriya û xwe jî rexne dikir di helbestê da.

Di romana “Çola Teteran” a Dino Buzzati da jî li benda Barbaran in. Kelehek li sînorê Başur li hemberî Barbaran hatiye lêkirin, lê Barbar nayên.

Buzzati jî wek Cavafy ji çanda Deryaya Spî tê ku bi sedan salan xwe wek navenda şaristaniyê dihesiband. Fernand Braudelê bi emrê xwe ji herduyan biçûktir digot diyardeyên çanda mirovatiyê li dora vê deryayê hil bûne.

Vê gola xwemalî, okyanûsa şermoke xwe li navbera sê bejahiyan pîj kiribû. Hemû împaratorî yan li dorê avabûn, yan xwestin xwe bigihînin peravên wê. Barbar jî.

Barbar hatin û heya sînorê Deryaya Spî û devê Atlantîkê çûn, ew neqeba Ereban jê re “babu’l-mendeb” (deriyên mirinê) digotin.

Barbar çi kes bûn? Gelo Hûn, Mogol û Tirkên ji Nîveka Asyayê bûn? Yan Erebên keştiyên xwe şewitandin û xwe mecbûrê serfiraziyê kirin? Yan Med û Persên xwe li nav sîteyên Yewnaniyan xistin? Ne Kelt û paganên cîranên Cemsera Bakur bin?

Gava Barbar hatin û xwîna germ a ji serikê rimên xwe yên dozdemovik dilopiya di çemên qurrê yên Ewropa de şuştin, gotin “vae victis” (weyl li têkçûyan)!

Ewropayê wek bejahî û şaristanî xwe bi tirs û xetereya hatina Barbaran honand. Lê piştî ew hatin û xwe pîj kirin, Ewropiyan deriyên dêran girtin, simya çû û kimya hat, dûkel bi ser keştiyan ket. Dû re dest bi “paqijkirina hundir” kirin.

Erebên Endilûsê girtibûn derxistin, dû re Cihûyên Seferadî û Osmaniyên doşirme. Ev bejiya xwe li ser kapîtalîzm, exlaqê Protestaniyê û tirsa hebûna Barbaran ava kiribû, çû di mala wan de bi ser barbaran ve girt. Bi sedsalan heyî û dewlemendî kişandin şikefta xwe. Piştî demekê dît ku barbar nemane. Îca dê çi kiriba? Êdî ne wextê Barbaran bû, diviyabû tirsek dî bihata dîtin.

Barbarên nû, di şiklê şewbeyêkê de hatin.

Di dema barbaran de jî hatibûn.Veba û kolera bi eslê xwe ji derve bûn. Êdî deriyên Ewropayê li Balkanan, li ser çemê Tunayê, yanê li Rojhilatê Ewropayê bûn. Babu’l-mendebên nû.

Îro jî ber derê van deriyan wek Ewropaya esasî nayê dîtin. Demek dirêj, di serdema Şerê Sar de wek “Deriyê Hesinî” hat bi nav kirin. Di lansmana lehengên gelêrî/xiyalî de jî diyar e; yên li pişt Deriyê Hesinî û Balkanan simbolên xof û rêbiriyê ne, yên Ewropaya Rojava simbolên evîn û romantîzmê!

Covid-19 jî ji derve hat. Dişibe veba û kolerayê. Ewropiyên min û te, pêşî gotin bi destê barbaran hatiye çêkirin. Dû re xistin stûyê mişk û koremişkan. Paşî gotarên xwe yên 10-15 sal berê derxistin bê çawa roja îro dîtine. Tebîetê wê ye, divê her tiştî bizane!

Tirsa ji derve hatî, wek barbaran e, xwediyê heman fonksîyonê ye. Vê carê ji wê Çîna ku Hejar Mukiryanî digot “Selam ey hêza selama Çîn” hat. Bi rêya Endilusa berê, Yewnanîstana Cavafy û Îtaliyaya Buzzati hat naverasta bejahiyê. Vê carê peravên Deryaya Spî bûn deriyên mirinê.

Vê carê, xwemalî dê kelehên xwe yên nû li peravên Deryaya Spî ava bikin. Vê carê sînor dirêjtir bûne. Lê vê carê Ewropa jî mezintir e, Amerîkaya Bakur jî lê zêde bûye.