25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêx Ednan Ilêwî: Ên mizgeftan hildiweşînin bê bawarî ne

Şêx Ednan Ilêwî ji Weqfa Al El-Beyt a Herêma Tebqayê, Têkildarî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li ser mizgeftan axivî û diyar kir ku pêxember ferman da ku em bi dilovanî bi hemû din û baweriyan re danûstandinê bikin.”

Şêx Ednan Ilêwî da zanîn ku kiryarên artêşa tirk, zilm in û wiha axivî: “Zilma serokkomarê tirk ê desthilat aşkere ye. Lê ne tenê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zilmê pêk tîne, li dijî welatên ereban ên din jî zilmê pêk tîne. Artêşa xwe şand dewletan da ku welatiyan wan qetil bikin, destdirêjiyê bikin û diziyê bikin. Ev jî li gorî qanûnên xwedê û sineta pêxember Mihemed binpêkirin e.”

Ednan Ilewî da zanîn ku sûcên Erdogan û artêşa wî pêk tînin, dûrî pîvanên îslamê ne û ev lê zêde kir: “Banga îslamê dikin û îdia dikin ku ji neteweya Mihemed in, lê ev kiryar ne li gorî xebatên pêxember in û em sûcên artêşa tirk şermezar dikin.”

Ilêwî anî ziman ku artêşa tirk hewldana qirkirina gelê herêmê dike û isbata vê yekê jî êrîşên li ser Kobanê yên çend rojan berê ne û wiha dewam kir: “Dewleta tirk di çêkirina van balafiran ku dewleta sêyemîn a cîhanê ye serbilind e. Bi van balafiran jî gelek mirov qetil kirin, ji wan zarokên kêmî 6 saliyê bûn ku lingê wî hate qutkirin. Dê li pêş xwedê pirsa wê were kirin.”

Şêx Ednan Ilêwî hedefgirtina artêşa tirk ji mizgeftên navçeyên Zirgan û Til Temirê re di 30’yê kanûna 2021’an de ku di encamê de welatiyekî nimêj dikir û birîndar bû, şermezar kir.

Şêx Ednan Ilêwî di axaftina xwe de bang li keksen alîgariya siyaseta Erdogan dikin,kir û wiha got:”Ma gelo hûn li zarokên koçber, birîndar, sewal û çandiniya ji ber qutkirina avê hişk bûne, nanêrin? We fetweya vê yekê da. Ma gelo hûn nabînin malên xwedê tên hilweşandin?”