24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêxo: Eger piştgiriya hêzên navdewletî nebe DAIŞ’ê çawa êrîş pêk anî?

Di şeva 20’ê çile de komek endamên DAIŞ’ê ku gelek welatên cîhanê ew xistine lîsteya terorê li Hesekê êrîşî Girtîgeha Xiwêranê kir. Di êrîşê de gelek endamê DAIŞ’ê yên li vir girtî reviyan. Piştre HSD’ê li dijî endamên DAIŞ’ê li Hesekê dest bi operasyonê kir û şer derket. Di şer de bi dehan DAIŞ’î jî hatin kuştin. Nêzî 17 endamên HSD’ê di şer de jiyana xwe ji dest dan. Şervanên HSD’ê di operasyonê de bi dehan DAIŞ’î girtin. Piştî êrîşa DAIŞ’ê Rojnameger Zîwer Şêxo têkildarî êrîşên DAIŞ’ê yên li Hesekê nirxandin kir.

DAIŞ’î 3 carin êrîşî Hesekê dikin

Şêxo anî ziman ku ev cara sêyemîn e li dijî girtîgeha Hesekê êrîş pêk tên û wiha got: “Heta niha li Hesekê 3 caran çeteyên DAIŞ’ê li dijî girtîgeha ku endamên wan lê girtî ne êrîş pêk anîn. Ev senaryo û plana Serçeteyê DAIŞ’ê Mehemed El Ewad bû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê mehek berê bi operasyonekê serçeteye DAIŞ’ê El Ewad girtin. Serçete derket pêş kamera û ev plana xwe aşkere kir. Ev êrîşa ku di 20’ê mehê de pêk hat, plana ku mehek berê serçete Mehemed El Ewad aşkere kiribû pêk hat. Di navbera 80-100 çeteyan de bi 2 maşineyên bombebarkirî plan kirin ku êrîş bikin. Maşîneyek ji aliyê HSD’ê ve hat teqandin. Bi maşîneya yekemîn armanc kirin ku deriyê girtîgehê hilweşîne û kesên fedaî derbasî zindanê bibin û xwe bi teqînin. DAIŞ ne li bendê bû ku şervanên HSD’ê di çend kêliyên destpêkê de mudaxale bikin. HSD’ê di kêliyên ewil de li Hesekê li dijî êrîşkaran şerekî dijwar pêş xistin. Hemû tax xistin kontrolê. DAIŞ ne li benda vê yekê bû. Di plana DAIŞ’ê de erebeya sêyemîn jî hebû. Ereba sêyemîn tijî çek bû. Armanc dikirin ku çeteyên ji girtîgehê derketin çekê bide wan. Amadekariya her tiştî kiribûn. Lê ji ber şervanê HSD’ê bi lez girtîgeh dorpêç kirin û rê li pêş êrîşan girtin plana wan pûç bû.”

Tirkiye, Iraq û OSO çek ji wan re şandin

Zîwer Şêxo bal kişand ser sûcên Serçeteyê DAIŞ’ê Mehemed El Ewad û wiha lê zêde kir: “Serpêhatiyên wî pir girîng in. Ev wekî fermandarê yekem êrîşî Kobanê kiribû. Vî kesî tabûrek taybet ji bo girtîgeha Hesekê çêkiribû. Tenê karê vê tabûrê xelaskirina girtiyên DAIŞ’ê yê girtîgeha Hesekê ye. Dema Fermandarê DAIŞ’î Mehemed El Ewad di 25’ê kanûna 2021’an de hat girtin li xwe mukur hat. Digot. ‘Heta me maşineyên teqemeniyê amade kir, heta çek ji Iraq, Tirkiye û aliyê OSO ve derbasî cem me bû, demek pir dirêj derbas bû.’ Başe eger ji bo plana ewil demek dirêj derbas bû, çawa plana duyemîn di nava mehekê de xistin meriyetê? Divê em li ser vê yekê rawestin Ev eger destekek xurt û hêzek navdewletî ku Tirkiye, Iraq û Rûsya ne di navde ye nikarin bikin. Ku ne ji vê hêza li ser axa Sûriye piştgirî daye wê nikarîbû ev êrîş pêk anîbûya. An jî DAIŞ’ê xwe pir xurt kiriye û plana wê ya yekem neket pratîkê plana duyem pêş xist. ”

Her kes xwe ker dike

Zîwer Şêxo bal kişand ser hewldanên heza qada siyasî-dîplomasî û leşkerî û wiha  got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriye çi HSD dibe û çi hêza siyasî û dîplomasî her tim di hemû daxuyaniyên xwe de bang li hezên navdewletî dike. Dibêje ev bombeyek zindî ye. Mayînek ku kengî li ku biteqe ne diyare. Lê bi rastî tu hêzên navdewletî guh nade vê meseleyê. Her kes xwe li dijî vê talûkeyê ker dike. Wekî ku bi zanebûn dixwazin herêmê dîsa vegerînin rewşa 2014’an heye. Em ji bîr nekin ku DAIŞ’ê li şûna hin dewletan ve hêzek alternatif a karê qirêj kir. Dema DAIŞ’ê êrîşî Serêkaniyê kir, êrîşî Şengalê û Kobanê kir, heta êrîşên 2014’an armanca wê ew bû ku kurdan ji herêmê vala bike û demografiya herêmê biguherîne bû. Plana Tirkiyeyê ya guhertina demografiyê û qirkirina kurdan bû. Lê DAIŞ li Kobanê têk çû. Hêzên navdewletî neçar man ku piştgiriyê bidin HSD’ê. Hêzên navdewletî yên dixwazin carek din DAIŞ’ê zindî bikin û têxin tevgerê hene.  Eger 78 dewletên koalîsyonê biryar bidin ku van çeteyan bibin welatê xwe darizînin an jî dadgehek navdewletî an li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê an jî li deverek din ava bikin û wan derxin pêşberî dadgehê ev pirsgirêk dê bê çareserkirin. An jî divê ji bo van girtiyan zindanên ewlehiya wan bilind bê avakirin û dewletên wekî Amarîka, Fransa, Belçîka û Danîmarka tedbîrên ewleniyê bistinin. Çima ev dewlet ew qas xemsar nêzîk dibin. “

Dê rewş ne wekî berê be

Şêxo herî dawî bal kişand ser talûkeya DAIŞ’ê û wiha bi dawî kir: “Piştî vê êrîşa DAIŞ’ê ya dawî dê rewş ne wekî berê be Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Hesekê hêzên Iraqê ketin nava tevgerê. Tiştên li Hesekê pêş dikevin Iraqê dikin hedef. Lê heta niha ne Iraqê, ne welatên ereb û ne jî hêzên navdewletî ji bo ev bûyer dubare nebe, tu gav neavêtine. Zindîbûna DAIŞ’ê hem ji bo tevahiya herêmê û hem jî ji bo tevahiya cîhanê rewşek talûke ye. DAIŞ’ê ji helwesta DYA’ye ha lawaz hêz girt. Helwestek bêtir xurt a hêzên navdewleti lazim e.”