Rojnameya Heftane

Şêxo û nexweşiya koronayê

Li gundekî beriya Mêrdînê mirovek ji umreyê nû vegeriyabû lewre jî gumana ku ew jî bi nexweşiya koronayê ketiye hebû. Ekîbeke tindiristiyê çû mala wan û piştî ku testa wî kirin derkete holê ku ew bi nexweşiya koronayê ketiye. Ekîbê jê re got divê em te bibin bajêr di nexweşxaneyê de razînin.

Şêxo ji wan re got tamam ezê bi we re werim lê hema nîv seatê muhletê bidin min karekî min ê girîng heye heta hûn çawa xwe vexun, ezê karê xwe biqedînim û paşê emê biçin nexweşxaneyê. Şêxoyê me ji malê derket û piştî seatekê vegeriya. Ekîba tenduristiyê jê re gotin tu li ku ma heyra wele me got qey te ji tirsa nexweşiyê re firar kiriye.

Şêxoyê me got wan: Na heyra baweriya min xurte û ez ji mirinê natirsim. Tenê min got di vê nexweşiya bê derman de mirin jî heye û min xwest ku ji gundiyan tevan xatirê xwe bixwazim û min got li min helal bikin. Lewre ez li gund tevî geriyam û mal bi mal min xatir ji wan xwest û got heqê xwe helal bikin. Ekîbê jê re got: kuro malmîrat te çi kir, me yê te bi tenê têxista karantînayê niha divê em gund tevî bixin karantînayê.