Rojnameya Heftane

Seydayê Êşa Peyvê û Peyva Êşê

Di wêjeya Kurdî da problema sereke vebirr e, bi raya min. Em di nav nifşan de ji têkiliya bertek û şopandinê zêdetir vebirrê dibînin. Ne tenê nifşên li pey hev tên, piraniya endamên heman nifşî jî hevdu nasnekirine. Wek mînak, Berken Bereh û Arjen Arî di sala 1996an de hevdu nasîne. 17 sal piştî Tîrêjê…

Di wêjeya gellek zimanan de diyar e: Nifşên nûrabûyî yan li hemberî nifşên berê radibin yan têgihiştina hunerî ya nifşên berê dişopînin. Yek nûjenî ye, yek domandina nerîtê (tradition). Octavio Paz dibêje, redkirina nerîtê jî domandina nerîtê ye. Yanê herdu vebijêrk jî ayîdê heman wêjeyê ne. Lê di serdema nûjen da hemû nifşên wêjeya Kurdî bi tena serê xwe bûn. Her tiştî bi tena serê xwe û ji nû ve afirandin! Seyr e. Trajîk e, lê derfetek e jî!

Kê digot em divê nifşa berê jî daxilî nifşa 90î bikin di helbesta Kurdî da? Heke wisa bibe, ez û seydayê xwe, Berken Bereh, ji heman nifşî ne! Wek min li jorê gotî, derfetên dagirkeran û dîrokê ji me stendin, dikarin bibin derfetên me.

Dixwazim hilbijartina seydayan jî wek taybetmendiyeka wêjeya Kurdî diyar bikim. Çawa Jorge Luis Borges dibêje “her wêjekar seydayê xwe diafirîne.” Yanê hilbijartina seydayê/î, helwesteka aktîv e û li “me” tê. Berken Bereh jî gotiye: “me tu mîrate nîne bo nifşên nû / bi fikir em in keç û kurên xwe jî”

Wek şagirtekê wî, gava berê xwe didim poetîkaya Berehî, peyv û riste min divejînin. Dixwînim, dibînim û seydayê xwe diafirînim!

Pêşiya pêşî di poetîkaya helbestkêr da em keser û zanatiya jiyanê dibinin: “ne jiyam ji zivistanê û pê ve demsal / ev çend sal e rastî nêrgizekê nehatim.” Rastiyek niziliye ji jiyanê: “bi deste kîjan bayî digirim / riya min bi dojehê dikeve.”

Naqîre, nake qarewar, ne bi qadan, lê bi xwe ra dipeyîve: “hinekî lêvzuha / qiriktehl / xizan jî bûna / me nedida jiyana xwe / bi ya qralan // niha gîha jî hêşîn nayê / ji şerma xwe / çivîk hew bi tolazî difirin / û stêrk naçirûsin / li gundê me yê talankirî.”

Olanek e helbesta Berehî. Her li zarokatiya xwe digere. Li kû be vedigere welêt ku ew welat zarokatî ye: “piştî / pênc salên nefiyê / rêwî me / ber bi welêt. mîna mindalekî çar salî.” Zarokatî keser e di poetîkaya wî da: “ax giyanê min ê zarok / te karî her dem bibî / aşê êşa xwe.” Lê dizane ku çûne, çi tiştên heyî çûne, teriqî ne, belav bûne, terkeser bûne: “esmanê nîşaneya xewnên te bû / teriqî, çû.” Her çi hebû, “dibişirî di bêdengiya zarokatiyê de / stêrkek ma sêwî li bircên şeve.”

Li deng û bêhnên wendabûyî digere. Dibêje: “bêhna nanê tenûrê nayê ji kolanan.” Neteweya me êdî nanê xwe çênake û naxwe. Fredric Jameson gotina “allegoriya neteweyî” (national allegory) xistiye stûyê wêjekarên ji Cîhana Sêyem. Helbet nikarim wek munkîrên famekor bi carekê red bikim. Lê dixwazim peyîva “dij-kolonyal” daynim şûnê. Kê dikare bişaftinê evqas zelal binivîse?

Seydayê peyva êşê û êşa peyvê ye. Dinivîse, disicilîne hest û tiştên mayî: “ev demeke wisa ye / keda salekê bi xwe re bir / pirtûk reviyan taldeyên çiyayan / jiyan dîl ket / tenêtiyê kon vegirt li bajaran.” Dem diçe, dewran diçe, “bû salek / nane me tisî / koçka me xir û xalî / cam jî şikestî ma li ser dêrî.”

Ne tenê mal, xwezaya-xwezayî û xwezaya-çêkirî jî diguhere û Bereh wêneyê wê çêdike, bi rengên gewr û zerikî: “her tişt guherî li vir / zozana hêlîna qulingan / çemê qure û kubar / xetirêyên ku zikê şevê diqelaştin / bajarê ku maka evînê bû.”

Îca ew bi xwe li kû ye? Li vir e: “salê daweşandin hemû pelçimên xwe / xan û kulîlk û baniyên delal li pişt çiyê man / xarên min hê jî li hewşê bela wela.”

Meriv naxwaze gotinekê dayne ber an dawiya risteyên wî.

Ruhekî şoreşger e diherike di bin risteyan ra. Lê gava di hinava serkeftinê da dimeşe pê dihese ku têk çûye: “min digot qey rûxiyan hemû kelehên zordaran / şevê ji zû ve bar kiriye ji vî bajarî / xeşîmî hew tê bîra ferhengan.”

Hêvî li kû ye di poetikaya zanyarê êşê da? Li vir e, va dibêje: “bajarek diherike ber bi valahiya xwe / welatek ji nû ve tê bi nav kirin.” Yan dibêje: “li vir / wekî pêşmergeyekê ye heyat / bi her têkçûnê re / ji nû ve hiltê.”

Evîn zarokatiya zarokên nû ye di helbesta wî da: “çavên te du ewrên zarokwarî / du oqyanosên aram / her ku li min dinihêrî / biharek min dikişine nava xwe / baxçeyek tê pê ji dengen zarokan.” Herçî erotizm e, çiqas ayîdê îro be ewqas dermanê rabirdûyê ye: “tîna lêvên te ye ey serpêhatiya qidumşikestî / dicebirîne birînên birîna min.”

Dipirse siya êşê, dibêje, “ka te çi heye ku piştî te bêriya te bike!” Ya ji Berken Bereh mayî û dê bimîne, axaftina bi dilî ra ye; hûrik hûrik dibare, li dor baxçeyên payîzê digere û tê li deşta êşê divenişe.