Duşem, Tirmeh 26, 2021

Seyîdxan û Elîcan

Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Mem û Tajdîn, Siyabend û Qedê, birader in, bi bext in; tevan ji belayê re ferman xwendine. Sed sal berê Seyîdxan û Elîcan jî bi heman awayî, serî dane heman rêyê, birader in û bext in. Çarenûsê ji bo çareyê heya roja mirinê ew gihandine hev. Der barê biraderî, bext û egîdiya wan de dengbêjan bi dehan stran çêkirine.

Seyîdxan li herêma Mûşê ji gundê Qicix e, Elîcan jî li herêma Qereyaziyê ji gundê Hespreşê ye. Seyîdxan ji mala Ûsivê Seydo ye, Elîcan jî ji mala Bişar Axa ye. Qaçax û fîrarê destê Romê ne. Dengê rehmetiyê Apê Reso dû şopa wan dikeve.

“Weylo weylo weylo…

Ez nemînim ji mêran re

Lêxin bavên bavên mino lêxin.

Canfidayê Mala Bişar û Seydo lêxin.

Nîşan bigirin, qundaxê tivingan li erdê xin…”

Malbateke serhildêr

Bavê Elîcan, Hecî Axa li gel dewleta Osmaniyê, li hemberî Rûsan, li Milazgirê şer dike û tê kuştin. Elîcan bi xwe jî dema Mustafa Kemal alîkariyê jê dixwaze, yekîneyekê ava dike, li Çûkurovayê li hemberî Fransiyan şer dike. Di sala 1922’an de ji ber mêrkuştinekê tevî birayên xwe ve tê girtin. Ew di sala 1926’an de tê berdan lê Evdilbaqiyê birayê wî bernadin, ew jî ji kelehê firar dike û diçe digihêje serhildêrên Agiriyê.

Seyîdxan û birayên xwe jî dema şerê cihanê yê yekemîn de, li Kopê, li hemberî rûsan şer dikin û Dewrêşê birayê wan di vî şerî de tê kuştin. Seyîdxan jî wek Elîcan ji mêrkuştinê serê salên 1920’î heya sala 1926’an tê girtinê. Nasîna Seyîdxan û Elîcan bi vî awayî di girtîgehê de çêdibe.

Di dema serhildana Şêx Seîd de her du mêrxas jî ji dewa xwînê girtî ne. Dema ku tên berdan serhildan hatiye şikestin, jiyan li kurdan hatiye heramkirin, yên kuştî ji xwe kuştine yên mayî digirin û mişext dikin.

Dişînin girtîgeha Amedê

Ji ber wê Seyîdxan piştî ku tê berdan demekê diçe rojhilatê Kurdistanê, ba Smaîl Axayê Şikakî.  Haja dewletê jê çêdibe. Jê dev tehl in. Di sala 1927’an de li herêma wî yazdeh leşker tên kuştinê û bi wê hincetê Seyîdxan cara duyemîn tê girtinê, wî dişînin girtîgeha Amedê.  Apê Osman Sebrî wî li wir kurt be jî dibîne, wisa di bin heybeta wî de dimîne ku di pirtûka wî ya ‘Çar Leheng’ de lehengê duyemîn Seyîdxan e. Jê re deh sal ceza tê birîn, bê minet e, rûgeş e. Seyîdxan bi alîkariya Evdilmecît Begê Sîpkî di nav çend salan de tê berdan.

Di sala 1930’î de dewlet ji bo serhildana Agiriyê bişikêne dora çiyayê Glîdaxê dipêçe. Ferzende beg ji bo piştgiriyê bigire û eniyê fireh bike dikeve nav liv û tevgerê tê heremên wan, bi Elîcan û Seyîtxan re hevdîtinan çêdike, dewlet bi bîhîstinê dixwaze wan bigire. Xwe nadin dest Elîcan bi çend kesan dikişe geliyê Berazan, Seyîdxan jî dikişe warê Kendalan.

Ji bo dorpêçê bişikînin

Li gorî ragihandinên Osman Sebrî, Qedrî Cemîlpaşa û Hesen Hişyar li herêma lê ne ji bo dorpêça Agiriyê bişkênin wek bendavê pêşiya leşkeran digirin û çalakiyan li dar dixin.

Elîcan bi yekineya xwe bi ser gundê Qulixa de digire. Çar leşker û sê gundî tên kuştin. Dema derbasî gundê Çepê dibe bi hêzeke sed û pêncî kesî ve tên ser wî, Elîcan ji wan pazdeh kesan dikuje. Pêncî leşkerî dîl digire, çek û cebilxana wan berhev dike, wan berdide. Bi ser Lîzê de digire li dû xwe kuştiyan dihêle û dikişe. Dema ku Elîcan li Dehlikê ye Seyîdxan Teyfîqê birayê xwe jê re dişîne, dixwaze hêza xwe bikin yek. Ji ser vê di serê payîza sala 1930’î de, di gundê Sêgiran de her du xweşmêr hêzên xwe digihînin hev. Hêza wan dibe pêncî, şêst  şervanî.

Elîcan tê kuştinê

Dema li gundê Mela Xidiran in, bi hêzeke ji sed leşkerî zêdetir diavêjin ser wan, şerekî giran diqewime, ji leşkeran hema hema çaran yek tên kuştin, ji wan birîndarek heye. Seyîdxan û Elîcan diavêjin ser gundê Norkoxakê, dîl hene Medeniyê Hecî Musa Begê dîl digirin. Lê Medenî direve ji destê wan xelas dibe. Haja Medenî çêdibe ku ew li herêma Xaça Reş, di aqara gundê Wartaxê de ne. Ji leşkeran re xeberê dişîne xwe jî dide pêşiyê, tên ser Seyîdxan û Elîcan. Di vî şerî de “Siyarê Kulik, Bavê Mihemed Reşît”  Elîcan tê kuştinê.  Ew, Elîcan li wir dispêrin axê.

Bi kuştina Elîcan a bêwext re per û baskên Seyîdxan tên şikestin. Destebirakê xwe winda dike. Dil heye êdî xwe bigihînin çiyayê agiriyê. Lê leşker û mîlîs rê li wan dibirin, nahêlin derbas bibin.

Mîlîs lap har in

Diçin Qaz Goliyê, Geliyê Berazan, Çiyayê Bilîcanê, Gundê Melemistefayê, Qereyaziyê, Dutaxê û Cemalvêrdiyê. Derwîş Begê qatilê Geliyê Zîlan jî bi leşkeran ve li dû wan e. Lê ne bi tenê ew, mîlîs lap har in. Zekî Begê kurê Evdilmecît Begê mirovekî bi bext e. Der barê mîlîsan de wan hişyar dike, pir nakişîne di gundê Cemalvêrdiyê de şer diqewime, çend milîsên bijare tên kuştinê. Di vî şerî de piyê Mihê Xelîfe yê pizmamê Elîcan dişkê, wî bi şervanekî re di şikeftekê de bi cih dikin. Lê haja dewletê bi tewrekî çêdibe diçin, Mihê û hevalê wî digirin. Wan çend mehan di girtîheha Dutaxê de digirin, pey re dibin di aqara gundê Birûskê de dikujin.

Navê newalê dibe ‘Newala Xwînê’

Dervîş Beg ji bo pişta serhildêran bişkîne, gefan li gundiyan dixwe, nahêle kes alikariyê bike. Leşkerên Miralay Alî Kemal bi navê din Kemalê Dînik bi ser gundên Seyîdxan de digirin û gundên Qicixê, Resûlayê, Sêgirayê, Heftmexeloyê, Bostankentê dişewitînin, di newala çêlekan de du mîtralyozan girêdidin û ji wan gundan çil û heft mêran dikujin, ji wê şûndatir navê newalê êdî ‘Newala Xwînê’ dimîne. Jin û zaran jî bi xwe re dibin.

Bi zivistanê re Seyîdxan bi jin û zaran berê xwe dide binxetê. Leşker û mîlîs bi belediya Emînê Pêrîxanê di Çiyayê Narikê de pêşiya wan dibirin. Bi jin û zar in, naxwazin bikevin şer. Şêxê Dûderiya stariyê wan dike; jin û zaran li ba wî dihêlin, xwe jî wê zivistanê di çiyayê Sasonê de derbas dikin.

Bi biharê re diavêjin ser çend gundan û çend mîlîsan dikujiin. Dema li Çiyayê Bilîcanê ne Derwîş Beg bi hêzeke 300 siwarê tê ser wan. Çavê wî şer naxwe. Qasidekî xwe dişîne ba Seyîdxan ku bila teslîm bibe. Seyîdxan bi zanebûn bi qasid re dikeve nîqaşan, şev ku ser wan da tê, lê dixin ji dorpêçê dertên.

Dewlet bi hemû hêza xwe êrîş dike

Gundên wan vala kirine û wêran in. Ji ber ku Serhildana Agiriyê jî şikestiye, dewlet bi hemû hêza xwe ve tê ser wan, çiya û deşt tijî leşker û mîlîs in. Pir tengav dibin, êdî sitara wan di heremê de namîne. Seyîdxan bi komê re dişêwire, dixwazin derkevin dervayî sînoran, lê aliyê rojhilat girtiye, nikarin Tendûrekê derbas bibin. Yên dîsa binxetê biceribînin.

Li gundê Zonê dispêrin axê

Di ser Sason, Farqîn, Bismil, Amedê re xwe diavêjin Mêrdînê; lê mala îxanetê bişewite, dorj li wan tê pêçandin. Teyyare tim ser wan e, leşker û mîlîs dû wan. Pevçûna di 20’ê tîrmeha 1932’yan de li nêzî tirba Siltan Şêxmûs, Seyîdxan û Teyfîqê birayê wî birîndar dibin. Birîna Teyfîq sivik e, lê ya Seyîdxan giran e. Seyîdxan ji hevalên xwe rica dike dibêje “êdî xêra min ji we re tune, gidî bextê we da me, birîna Teyfîqê bira sivik e, hewl bidin wî xelas bikin, bila koka mala me neqele.” Du hevalên wî ber serê wî dimînin, yên din Teyfîq hildidin û derbasî binxetê dikin. Bi çûyîna wan re bîstekî şûnde ruh bi axîneke kur ji Seyîdxan dikişe, wî li nêzî tirba Siltan Şêxmûs di aqara gundê Zonê de  dispêrin axê.