25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seyît Riza û hevalên xwe di salvegera 84’emîn de hatin bibiranîn

Seyît Riza û hevalên xwe 84 sal berê li Dersim hatin darvekirin. Rêxistinên mafên mirvan bi bernameyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr tînin.

Seyît Riza û hevalên wî di salvegera 84’emîn a darvekirina xwe de li Dersim û Mêrsînê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku têkildarî dîtina gora Seyît Riza û qetlîama Dersimê arşîva dewletê bê lêkolîn kirin. Li Qada Seyit Riza ya Dersimê Seyit Riza û hevalên wî ku di 15’ê Mijdara 1937’an de li Qada Genim a Xerpêtê hatin darvekirin bi bernameyekê hatin bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de endamên Platforma Yekîtiya Hêzan a ji bo Demokrasî û Kedê hatiye avakirin û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn. Di bîranîna ku li ber Peykerê Seyit Riza saet di 17.38’an de pêk hat find hatin pêxistin. Piştre qurnefil danîn ber peyker. Komê ji bo Seyit Riza û hevalên wî yên hatin darvekirin rêz girtin. Li ser navê Platformê Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Dûrsîn Demirtaş, kesên hatin darvekirin bibîr anîn û wiha got: “Komkujiya di sala 1921’an de li Koçgirî destpê kir, piştre li Palu, Agirî, Zilan, Dersim, Maraş, Çorum, Sivas, Gazi, Roboskiyê berdewam kir. Di sala 38’an de li Dersimê ji aliyê CHP’ê ve komkujî pêk hat. Niha jî ji aliyê AKP’ê ve komkujî pêk tê. Di navbera CHP’ê û AKP’ê te ti cudahî tune ye. “Piştî daxuyaniyê bi loqûman aktivîteya bîranînê bi dawî bû.

Seyît Riza û hevalên xwe, li Mersînê jî hatin bîranîn. Beriya daxuyaniya Komeleya Dersimiyên Mêrsînê bi dîwarên komaleyê ve pankartên “Dersim 1937-1938 şerm e,zilm e, qirkirine” û “Dersim 38 qetlîamê, Tertele 38 Xo vira nekeme!,Em qetlîama Dersim a 38’an ji bîrnakin” daliqandin.

Serokê Komaleyê Hasan Tanrikûrt, di daxuyaniyê de diyar kir ku hişmendiya li Dersimê qetlîam pêk anî, îro hê jî li welat qetlîam pêk tîne.Sekreterê Komaleyê Kazim Akçatepe jî bîr xist ku berî sal 79’an dîsa heman hişmendiyê li Dersîmê qetlîamê pêk anîn.